Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, Trump û Şera li ser bipêşxistina têkiliyên dualî, rakirina cezayên weke Qanûna Sezar, mijarên aborî û têkoşîna li dijî DAIŞê gotûbêj kiriye. Piştî hevdîtinê Amerîkayê yekser cezayên berfireh ji bo 180 rojan rawestandin û Sûriye tevlî koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞê kir. Lezbûna van pêşketinan diyar dike ku beriya vê hevdîtinê li ser mijarên sereke li hev kirine. Li ser veberhênanên paşerojê yên DYAyê li Sûriyeyê û rakirina temamî ya ambargoyan ku ji bo vejandin û îstîqrara Sûriyeyê pêwîst in, axaftin hatin kirin. Amerîkayê ragihand ku ew ê destûrê bide Sûriyeyê ku dîsa balyozxaneya xwe li Washington DC vebike.
Di vê hevdîtinê de diyar dibe ku armanca sereke ya Şera ew e ku piştgiriya navneteweyî ji bo hikumeta xwe zêde bike. Bi temamî ambargoyan rabike û hêza xwe li hundir zêdetir bike. Beşdarbûna Sûriyeyê li koalîsyona li dijî DAIŞê, bi armanca kêmkirina girîngiya hêzên HSDê di şerê li dijî terorê de, wekî gaveke stratejîk ji bo xwe dibîne.
Hevdîtina Trump-Şera nîşan dide ku Sûriye, piştî hilweşandina rejîma Esed, dîsa di qada dîplomasiya navneteweyî de ji xwe re ji nû ve cih çêdike. Bêguman ev yek ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû pêkhateyên li Sûriyeyê rîsk û fersendan dihewîne.
Hevdîtin û axaftinên li ser entegrasyona HSDê li nav artêşa Sûriyeyê, bêyî naskirina statuya Rêveberiya Xweser çiqas watedar e? Hin alî HSD û Rêveberiya Xweser ji hev cuda dibînin. Bi taybetî îradeya herêma Bakur û Rohilatê Sûriyeyê tenê weke meseleyek leşkerî tê nirxandin. Ev bi serê xwe şaşîtiyek mezin e. Divê neyê jibîrkirin ku artêşa ku bi navê HSDê tê pênasekirin, ji vê pêkhateyê tê. Ger îro behsa entegrasyona HSDê tê kirin, divê li ser beşdariya Rêveberiya Xweser a nava pergala rêveberiya Sûriyeyê jî were sekinandin.
Hewldana li Qesra Spî ji bo entegrasyona HSDê ya li nav artêşa Sûriyeyê, dibe ku fersendek be ku mafên pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di destûra nû ya Sûriyeyê de bi awayekî fermî bên naskirin û parastin. Lê ya girîng ew e ku Rêveberiya Xweser vê pêvajoyê bi awayekî jêhatî bi kar bîne da ku destkeftiyên xwe yên siyasî biparêzin.
Rola Tirkiyeyê di pêvajoya nû ya têkiliyên Amerîka û Sûriyeyê de girîng e û bi awayekî rasterast bi berjewendiyên wê yên li dijî HSD re têkildar e. Tirkiye, piştî hilweşandina rejîma Esed, bûye alîkarê herî nêzîk ê hikumeta Şera û hewl dide ku profîla wî ya cîhanî mezin bike.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, Hakan Fîdan, ji bo nîqaşkirina hevdîtina Şera û mijarên din, bi dîplomatên amerîkî û sûriyeyî re li Washingtonê civiya. Mijara van civînan kurd bûn. Tirkiye êdî bêyî ku veşêre li Sûriyeyê dijberiya kurdan tîne ziman. Ewil herî zêde HSD û YPGê dike rojev û bi vê re hewl dide ji xwe re qada siyasetê vebike. Eger di vê mijarê de bi ser bikeve wê dijminatiya xwe ya li dijî Rêveberiya Xweser bike. Diyare ku Tirkiye ji bo dikaribe Rêveberiya Xweser lawaz bike li pey stratejiyeke demdirêj û plankirî ye.
Dewleta tirk di çarçoveya vê stratejiyê de hewl dide ku xwe di sêgoşeya Amerîka, Sûriye, Tirkiyeyê de bi cih bike û bandora xwe li ser Sûriyeyê biparêze, nemaze li ser mijarên wekî herêma tampon ku ev demek dirêj e di rojava Erdogan de ye, ji nû ve germ bike. Lewma girîng e ku mirov gavên tên avêtin û nirxandinên li ser herêmê bi baldarî bişopîne.
Bêguman daxwaza Tirkiyeyê ya ku li herêmê bibe hêzeke serdest, ji gelek armancên stratejîk û ewlehiyê tê. Lê hebûna Kurdan li pêşiya vê stratejiya xwe weke metirsiyekê dibîne. Bi taybetî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêxistinbûna kurdan li dijî berjewendiyên xwe dibîne. Li gorî wê, kurd li pêşiya projeya Osmaniya Nû ya stratejîk kelem in. Ji ber vê armanc dike ku li ser sînorê di navbera Bakur û Rojava de herêmeke tampon çêbike. Bi avakirina vê herêmê re bandora xwe zêde bike.
Divê em ji bîr nekin ku Sûriye ji bo Tirkiyeyê girîngiyeke stratejîk a dîrokî heye. Tirkiye dixwaze bibe aktorek sereke di vejandin û pêşeroja Sûriyeyê de, da ku di heman demê de bandora Îran û Rûsyayê kêm bike û bandora xwe li ser siyaseta Sûriyeyê misoger bike. Di çarçoveya vê xwestekê de, kurdan dike hincet û li herêmê hebûna xwe didomîne. Ger derfet bibîne wê êriş jî bike. Ji bo ku bikaribe êriş bike jî pêwîstî bi deshilatek nêzî xwe heye. Di halê heyî de, deshilata Şamê ji bo vê stratejiyê guncav e. Lewma Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê, Hakan Fîdan, gav bi gav Ehmet El-Şera dişopîne. Şera li ku derê be Fîdan jî li wir xuya dibe. Ger gotin li cih be mîna hevkarê deshilata Şamê tevdigre.
Di nav van geşedanên dijwar de, kurd li Sûriyeyê divê bi stratejiyeke jêhatî tevbigerin da ku destkeftiyên xwe biparêzin û pêşeroja xwe ya Rêveberiya Xweser misoger bikin. Li dijî plan û projeyên qirêj ên li ser herêmên tên xêzkirin, pêwîst e ku Rêveberiya Xwser bi hemû hêz û aliyên xwe yên siyasî re li ser yek helwest û stratejiyeke hevpar li hev bike. Yekîtiya navxweyî ji bo danûstandinan hêza herî mezin e.
Di qonaxên wisa hassas de girîng e ku mirov siyaseta xwe tenê li ser danûstandinên bi dewletekê re ava neke. Pêwîst e ku têkiliyên xwe bi hêzên herêmî û navneteweyî yên din re jî xurt bike. Li gel vê divê danûstandinên bi Şamê re jî werin bipêşxistin û xurtkirin. Divê girîngiyê tenê nedin beşa leşkerî, bi giranî li ser nasnameya siyasî, çandî û makezagonî ya li Sûriyeya nû jî israr bikin. Naskirina fermî ya mafên kurdan û pêkhatiyên herêmê di destûrê de pêwîstiyeke sereke ye.
Divê Rêveberiya Xweser ji hêza xwe ya leşkerî wêdetir, hêza xwe ya medenî, rêveberî û siyasî xurt bike. Pêwîst e ku projeya rêveberiya xweser wekî modela îdarî ya pirneteweyî li herêmê bê nîşandan, da ku bikaribe piştgiriya navxweyî û navneteweyî werbigire.
Bi kurtasî, pêşketinên dawî nîşan didin ku Amerîka bi awayekî zêde ber bi yekîtiya Sûriyeyê ve diçe. Ev yek, ji bo kurdan qonaxa danûstandinên dijwar û stratejîk dide destpêkirin, ku divê ne tenê hêza xwe leşkerî, hêza dîplamatîk jî bê bikaranîn.
