18 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Îdiaya TJAyê azadiya jinan e

 Aktîvîsta TJAyê Hulya Alokmen têkildarê 25ê mijdarê, salvegera TJAyê ya 10emîn û xebatên TJAyê yên 10 salên dawî axivî û got: “Îlankirin û rêxistbûna TJAyê, bû ronahî, îfade û îdiaya azadiya jinên kurdistanî, jinên Rojhilata Navîn û hemû jinên cîhanê. Her wiha bû îdiaya ku dê jin û mêr bi hev re azad bibin.”

Tevgera jinên kurd, piştî ku bi biryarnameya KHKê KJA hat girtin û şûn de, Tevgera Jinên Azad (TJA), 20ê mijdara 2016an, bi şîara “Em Li Dijî Darbeyan Têkoşîna Xwe Bi Rêxistin Dikin” li Amedê konferansa xwe pêk anî û av kir. TJAyê gelek xebatên hêja yên wek pêngava “Em Xwe Diparêzin,” “Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber Bi Azadîyê Ve” dan meşandin. Her wiha ji bo guhertin û veguhertina hişmendiya mêrane, ji bo civakeke azad û demokratîk li ser esasê pîvana civaka ehlaqî û polîtîk gelek pêngavên girîng bi pêşxistin û xebat meşandin.

Aktîvîsta TJAyê Hulya Alokmen bi boneya salvegera TJAyê ya 10emîn pirsên me bersivandin.

20 mijdarê salvegera damezrandina TJAyê ya 10emîn e. Hûn xebatên TJAyê yên 10 salan çawa dinirxînin?

Ji bo ku xwebûnê ev firset da me gelekî spas dikim. Divê di serî de em behsa dîroka têkoşîna jinên kurd bikin. Têkoşîna azadiya jinên kurd ên qada siyasî û civakî ji salên 90î dest pê dike. Heta îro didome. Salên 90î gelek kovar û komele hatin avakirin. Sala 2005an DOKH û sala 2015 jî Kongreya Jinên Azad KJA hat avakirin. Di 2016an de ji ber alozî û polîkayên dewletê yên wê pêvajoyê KJA hat mohirkirin û girtin. Gelek aktivîstên KJA û TJAyê hatin kuştin, avêtin zindanan û sirgûnên derveyî welat kirin, xebatên wê qedexekirin û xwestin ku TJAyê krîmalîze bikin. Qeyûm gelek saziyên jinan, malên perwerdehî û kargehên şaredariya ku di bin navê KJAyê de bûn girtin. Li şûna jinan, mêr wek qeyûm hatin tayin kirin. Girtina KJAyê, ji bo me ti carî nebû asteng. Li pêşiya têkoşîna jinan û rêxistina me nebû asteng. Berovajiyê wê, jinan têkoşîn di asta jor de bi pêş xist. Jinên kurd ku hêza xwe ji dîroka xwe girtiye, gotin ku ew ê têkoşîna û rêxistinbûna xwe bidomînin. Jinên kurd piştî girtina KJAyê jî bi hemû pêkhateyên xwe, 20ê mijdara 2016an, bi şiara “Em Li Dijî Darbeyan Têkoşîna Xwe Bi Rêxistin Dikin” li Amedê konferansek pêk anî û Tevgera Jinên Azad (TJA) îlan kir. Îlana TJAyê gelekî li zora dewletê çû. Bi hezaran salan e jinên ku li civakê hatine çewisandin, tune hatine hesibandin, ji aliyê hişmendiya mêrsalarî ve nexwestiye bê dîtin, li ser jinan her cureyên tundî, tacîz û tecawiz hatiye meşandin û di tarîtiyê de mane. Tam jî di qeyraneke wiha de îlankirina TJAyê bû ronahî, îfade û îdiaya azadiya jinên kurd û hemû jinên kurdistanî.

TJA bi kîjan armancê ava bû û çi hedef danî pêşiya xwe?

Ev pirseke girîng e. TJA îdiaya azadiya jinan e. Armanca wê ew ku jinên ku bi hezaran sal in di pergala mêran a zayenperest de di tarîtiyê de hatine hiştin, birêxistin û perwerde bike. Mijarên me yên perwerdehiyê ev in: li nav civakê û li her kêliya jiyanê xwe îfadekirin, tundî û her cureyên tundiya li ser jinan, polîtîkayên şerê taybet ku ji aliyê dewletê û unîformayiyên dewletê ve tên meşandin, rêbazên têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet û rê û rêbazên têkbirina van polîtîkayan, zayenda civakî, bîrdoziya azadiya jinan, jineolojî û hwd. Di gelek hêlan de perwerdekirina jinan armanca TJAyê ya sereke ye. Ev perwerdehî dibe ku hinek caran bi rêya atolyeyan bên kirin, hinek caran bi rêya rêzeçalakiyên hunerî, çand û zimanî bên kirin. Ango TJA dibêje ku perwerdekirin û birêxistibûna şert e. Jin çiqas xwe birêxistin bikin, ewqas dikarin xwe biparêzin. Xweparastin bi xweperwerdekirin û xwerêxistinkirinê pêkan e. TJA îdiaya azadiya jinên kurd û kurdistanî, Rojhilata Navîn û ya hemû jinan e.

TJAyê kîjan xebatên dîplomatîk kirin û bandoreke çawa li ser jinên cîhanê kir? Hûn dikarin hinekî qala van xebatan bikin?

TJA tenê xebatê li nav jinên kurd nameşîne. Divê mirov tenê wek tevgereke jinên kurd lê nenêre. TJA îfade û îdiaya hemû jinên kurdistanî, yên ereb, suryan, ermen, tirk û hwd ye. TJA hawar û awaza hemû jinên bindest e ku dilê wan ji bo azadiyê dilîlîne. Me wek TJAyê bi vê baweriyê xebatên xwe di serî de li Kurdistanê, li Tirkiye, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê meşandin. Di dema DOKHê de me, 2010, konferansa Yekîtiya Jinên Kurd li Amedê ava kir. Me koordînasyonek saz kir û bi vê koordînasyonê dem bi dem xebatên Yekîtiya Jinên Kurd û xebatên Kongreya Neteweyî ya Kurdan kirin. Dîsa sala 2017an, li Amedê konferansa Yekemîn a Yekîtiya Jinên Kurd ên Bakur pêk anî û konferansa 2emîn jî me îsal careke din li Amedê li dar xist. Dîsa me îsal konferansa Yekîtiya Parlamenterên Jin ên Kurd, li Amedê pêk anî. Konferansa Yekîtiya Jinên Kurd a Neteweyî îsal civîna xwe ya navberê jî li Silêmaniyê li dar xist. Em niha jî amadekariya Konferansa Yekîtiya Jinên Kurd a Neteweyî dikin ku dê li Başur pêk bê. Em di heman demê de jî di delegasyona NADAyê de cih digirin. Em tevlî konferansên Jinên Rojhilata Navîn dibin. Em di meşa jinên cîhanê de cih digirin ku 5 salan carekê ji welatekî cîhanê dest pê dike û welat bi welat digerên û em tevlî gelek xebat û konferansên wan jî dibin. Me heta niha bi jinên cîhanê re gelek xebat kirine û konferans pêk anîn.

Hûn binçavkirin û girtina aktîvîstên TJAyê bi çi ve girêdidin. TJAê li dijî van doz û êrîşan helwesteke çawa nîşan da?

Dixwazim li ser kurtedîroka TJAyê çend tiştan bêjim. Sala 2016an ku aloziyên qeyûman dest pê kir, her çiqas bi sedan sazî û dezgehên jinan hatibin mohrkirin jî, di pêvajoyeke wisa de îlankirina TJAyê pir girîng e. TJAyê rêxistina xwe ji her alî ve û li hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê berfireh kir. Li dijî tundiya li ser jinan kampanyayên girîng kirin. TJAyê bi rêya kampanyayan hem jin perwerde kirin, û hem jî rêxsitina xwe mezin kir. Xebata îlankirina TJAyê pir li zora dewletê çû. Divê mirov vê rastiyê bibîne. Wezareta dadê TJA hedef nîşan da û êrîşên li ser TJAyê û aktîvîstên wê her roj zêde kir. Piştî gotina wezaretê dadê, her roj kom bi kom jin hatin binçavkirin û girtin. Serdozgerê Amedê û rayedarên dewletê ji xwe re kiribûn wezîfe ku her roj jinên kurd bişînin zindanê. Di serî de Leyla Guven, Semra Guzel, Ayla Akat, berdevka demê ya TJAyê Ayşe Gokkan û bi sedan aktivîstên TJAyê hatin binçavkirin û girtin. Ayşe Gokkan û hemû aktivîstên TJAyê ji ber xebatên xwe tên darizandin. Mînak li gel ku doza Ayşe Gokkan hatiye xerakirin jî dîsa nayê berdan. Ev nîşaneya nijadperestî û zayendperestiya dewleta mêrane ya li dijî jinên kurd û dostên wan e. Lê TJA têkoşîna xwe didomîne. Li gelek bajaran atolyeyên pewerdehiyê saz kirin. Konferans li dar xistin. TJAyê berî her tiştî têkbirina polîtîkayên tecrîda giran a li ser rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan kir rojeva xwe. Azadiya fizîkî esas girt. Heta birêz Ocalan azad nebe, çareseriya demokratîk çênabe. Ji kampanyayan bigire heta rêzeçalakiyên 8 adarê, 25ê mijdarê û gelek konferansan azadiya fizîkî ya birêz Ocalan kir rojeva xwe ya sereke.

TJAyê bandoreke çawa li jinan û civakê kir? Di civakê de guhertin û veguhertineke çawa kir?

Dema ku em behsa TJAyê dikin têkoşîna bîrdoziya azadiya jinan a salên 90î tê bîra mirov. Her çiqas nav were guhertin jî, lê nasnameya jinan û têkoşîna azadiya jinan naguhere. Bênavber û bêsînor têkoşîna xwe berdewam kirin û dikin. Jinan li dijî hemû astengkirin, girtin, kuştin, paşverûyên civakî têkoşîna xwe ya azadiya berdewam kir û wan got, ‘Em Hene û Em Li Vir in’.

Ya ewil bi berxwedêriya xwe bandoreke mezin li civakê kir. Ya duyemîn, bi israra xwe ya guhertin û veguhertina civakê bandoreke mezin li civakê kir. Ya sêyemîn, bi xwedîderketin û parastina nirxên civakî bandoreke mezin li civakê kir. Rarperîna Jin Jiyan Azadî mînaka vê bandorê ya herî şênber e. Ya çaremîn jî xwedî derketina TJAyê li wan jinan e ku ji aliyê unîformayiyên dewletê yên polîtîkayên şerê taybet didin meşandin û her roj jinan qetil dikin: yên weke Gulistan Doku, Îpek Er, Sakîne Kulter ku li Şirnexê ji aliyê serokê ocaxa MHPê ve hat şewitandin, her wiha Narîn Guran û herî dawî jî Rojbîn Kabaîşê bandoreke mezin li civakê kir. Têkoşîn, xwedîderketina nirxên civakî yên exlaqî-polîtîk û parastina mafên jinan li ser van malbatan jî bandora xwe kir.

Polîtîkayên şerê taybet tên çi wateyê û hûn çawa şîrove dikin?

Demeke dirêj e, polîtîkayên şerê taybet li ser jinên ciwan û hemû jinan tên meşandin. Em dizanin ku kî ne xwediyên van politikayên şerê taybet. Gelek jinên ciwan û zarokên ku hatine kuştin û me nebihîstine jî hene. Qirkirina xwezayê jî encama polîtîkayên şerê taybet e. Divê em li dijî politîkayên şerê taybet çi bikin? Destpêkê divê em xwe bigihînin jinên ciwan. Ji ber ku têkoşîna jinan tişteke wisa ye ku tu nikarî bibêjî em gihîştine astekê. Têkoşîna jinan wek rûbarekê her tim diherike ji nifşekê derbasî nifşeke nû dibe. Bi qasî ku bedel hatine dayîn û berxwedanên mezin hatine nîşandan û şoreşên jinan pêk hatine jî lê hê jî li civakê nêrîna jinan nehatiye kabulkirin. Jineke bihemle keçekê bîne, ev dibe sedema bêmoraltiyê li nav malbatê. Hê jî dibêjin ‘xwedê kurekî bide te yan jî xwedê kurê te bihêle’. Civak bi hişmendiyeke mêrsalar û bi polîtîkayên desthilatdariyê hatin avakirin. Lê ev nayê wê watê ku dê wisa jî berdewam bike. Em ê li dijî vê hişmendiyê têbikoşin û xwe azad bikin.

Di xebatên 10 salan ên TJAyê de tiştên herî balkeş çi bûn?

Me ji bo jinan gelek atolyeyên perwerdehiyê li dar xistin. Ev atolyeyên pêkhatî li bîrdoziya rizgariya azadiya jinan, zayenda civakî, hevjiyana azad, jineolojî, pergala konfederalîzma demokratîk û komuna jinan, li ser felsefe û peymana civakî bûn. Em di civîn, konferans, komxebatan de bi jinan re civiyan. Ji bo guhertineke mayinde pêwîst e jin û mêr bi hev re perwerde bibin û bi hev re azad bibin. Heta ku jin azad nebe, mêr jî azad nabe û civak jî azad nabe. Azadiya mêran û azadiya civakê bi heqîqeta azadiya jinan ve girêdayî ye. Ji bo pêkanîna vê azadiyê jî pêwîst e pêşîn mêr hişmendiya xwe biguherîne.

Êdî li dijî tundiya li ser jinan û qetilkirina jinan mêr tevlî çalakiyên TJAyê dibin. Li hinek bajaran jî tenê mêr dimeşên çalakiyan li dar dixin û dibêjin, ‘Em ji nasnameya mêr û qatilbûna mêran fedî dikin” û bertekên xwe yên tund nîşanî mêrên kujer didin. Ev cihê şanaziyê ye. Ev jî encama perspektîfa rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan e. Li ser wê yekê encam jî tê wergirtin.

TJA, di vê pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk de risteke çawa dilîze?

Me ji bo bipêşxistinê gelek xebat, çalakî, komxebat li dar xistin. Herî dawî em ji Amedê heta Enqereyê 7 rojan meşiyan. Aktîvîstên TJAyê bajar bi bajar bi jinan re nîqaşên aştî û çareseriya demokratîk kirin. TJA bi vê armancê kete rê û heta Enqereyê meşiya. Li meclisa Tirkiyeyê li ser navê TJAyê axaftin hatin kirin. Bal kişandin ser têkoşîna jinên kurd û rola wan a ji bo aştî û civaka demokratîk. Li ser meseleya navborî me dosyayek amade kir.

We behsa dosyayê kir, hûn dikarin hinekî behsa navroka vê dosyayê bikin?

Naveroka dosyayê bi pêşeroya aştî û çareseriya demokratîk ve girêdayî bû. Xala yekemîn divê mafê hêviyê pêk were rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, bi awayekî fizîkî azad bibe. Divê mercên wî biguherin û bi hêsanî dikaribe xebatan bike. Divê komîsyon rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan muxatab bigire û pê re hevdîtinê bike û nêrîn û fikrên jinan bên wergirtin ku jin bikaribin rola xwe bilîzin.

Lijneya Jinan a Rêverberiyên Xwecihî, 5 bajar wekî bajarên jinan îlan kirin. Armanca îlankirina van bajarên jinan çi ye?

Eger bajarên ku jin lê dijîn ne pêşketî bin û ji nêrîn û fikrên jinan re girtî bin, wê dîsa jin li paş bimînin. Eger bajarên ku tu lê dijiyî, tu xwe bi ewle hîs nekî, tu nikarî wek jinekê li wî bajarî bijiyî. Eger di hemû qadên jiyanê de xwe di ewlehiyê de nebînî û li wî bajarî nikaribî bi awayekî azad bijiyî, ev pirsgirêkeke mezin e. Wê demê mirov nikare behsa mafê azadî û wekheviyê jî bike.

Bajarên dost ên jinan, wek proje li Viyana û Barselonayê hene. Bi niyet û fikra jinan bajar hatine avakirin. Ev pir girîng e. Dema Ayşe Gokhan şaredara Nisêbînê bû, 2009, Nisêbîn wek bajarekî jinan hat îlankirin. Mebesta îlankirina van bajaran jî ev e ku êdî jin li wan bajaran bibin xwedî îrade û xwedî biryar û vîna jinan derkeve holê. Jinwar a ku li Rojava hatiye avakirin, mînaka vê projeyê ya herî şênber e. Em ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadiyê, bi fikir û nêrîna jina azad, civaka azad bi komunên demokratîk ava bikin.

Herî dawî banga we ya ji bo jinan çi ye?

Me 3yê mijdarê, ji bo 25ê Mijdarê bi dirûşma ‘Bi Civaka Demokratîk Ber bi Jiyana Azad a Bê Tundî ve’ deklerasyon da û rêzeçalakiyên xwe ji raya giştî re aşkere kir. Em ê li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê, bi jinên kurdistanî û bi jinên Tirkiyeyê re gelek atolyeyên perwerdehiyê li dar bixin û gelek çalakiyên cihêreng pêk bînin. Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî meşa azadiyê bibin.

Hulya Alokmen kî ye?

Sala 1975an, li Êlihê ji dayîk bûye. Li zanîngeha Dîcleyê beşa hemşîretiyê xwendiye. Bi salan di SESê de xebitiye. Sala 2019an bû Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê. Piştî qeyûm jî dev ji xebatê berneda. Bû Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (PHD) a Amedê. Wê demê hat girtin û zêdeyî 4 salan di zindanê de ma. Niha aktîvîsta TJAyê ye.