18 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Komîsyon çima naçe Îmraliyê, Îktîdar Lîstikek Çewa Dilîze?

Ku di demek kin de komîsyon neçe li Birêz Ocalan guhdar neke, ev tê wateya ku îktîdar bi destê xwe zirarê dide pêvajoyê. Ku hêj îktîdar nehatibe asta komîsyonê bişîne Îm raliyê hingê niyeta wê ya azadkirina Ocalan nîne

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi gavên erênî yên li ser bangawaziya Birêz Abdullah Ocalan ji hêla Tevgera Azadiya Kurdistanê ve hatine avêtni heta îro hat. Birêz Ocalan di Bangawaziya 27ê Sibatê de destnîşankiri bû ku dê pêvajo bi gavên dualî pêş bike. Tevgera Azadiya Kurdistanê heta niha hemû pêwistiyên pêvajoyê bi cih anîn.

Lê Deweta Tirk heta niha ji hint beyanan pêvetir tenê li Meclisa Tirkiyeyê bi armanca pêşvebirina pêvajoyê Komisyon ava kir. Lê heta niha Komîsyonê erka divê bilîze hêj tam nelîstiye. Ligel sazî û radeyarnê dewletê gelek derdor guhdar kir. Ev guhdarkirin bi dawî bûn. Lê aliyê sereke yên pêvajo û meseleya kurd Birêz Ocalan hêj guhdar nekiriye.

Tê zanîn ku Birêz Ocalan ji despêka pêvajoyê heta niha destnîşan dike ku divê Komîsyon bê Wî guhdar bike. Heteya dewletê ya bi Ocalan re hevdîtinan dimeşîne jî ev yek qebûl kir. Li gorî danûstandinan diviya zûde Birêz Ocalan guhdar bikira. Lê mixabin her carê bi sedem û hicetekê ev hevdîtin hate taloqkirin.

Îktidar car caran li ser çapemeniya xwe hewil dide vê rewşê normal nişan bide û hincetên nû peyda bike. Heta beşek çapemeniya îktidarê wekî Yenî Şefaqê li dijî çûyîna Komîsyonê derdikeve. Tê zanîn ku tu îradeya vê çapemeniyê nîne ku bêyî destûra îktîdarê nûçeyek ji rêzê jî biweşîne. Xuya ye ku ev nûçe jî ji hela îktîdarê ve tên weşandin.

Ku çapemeniya îktîdarê ya li dijî çûyîna Komîsyonê ya Îmraliyê derdikeve bi destûra îktîdarê nehatibin weşandin hingê di nava îktidarê de şerek û dubendiyek dijwar heye. Li gorî hind çîrokan ev şerê îktîdarê yê piştî Erdogan e. Lê mijara me ne ev e. Çapemeniya îktîdarê ya em dizanin û dibinin ne mimkûn e bêyî îktîdarê van nûçeyan bimeşîne.

Ji ber ku di paşperdeyê de rayedarên îktîdarê sedema taloqkirina çûyîna Komîsyonê ya Îmraliyê wekî helwesta CHPê nişan dide. Her wiha çapemeniya îktîdarê ya li dijî çûyîna Komîsyonê derdikeve jî heman hincetê tîne ziman. Ev yek nîşan dide ku sedema taloqkirina çûyîna Komîsyonê îktîdar bixwe ye û van nûçeyan jî ew dide weşandin.

Di rastî ne ew e ku Komîsyon naçe Îmralîyê, îktîdar Komîsyonê naşîne Îmraliyê. Wekî sedem jî CHPê nîşan dide. Ji xwe ji serê pêvajoyê heta niha îktîdar CHP’ê wekî sedema gelek gavên divê biavêje lê heta niha neavêtine nîşan dide. Êdî zelal bûye ku îktîdar vê rewşê wekî stratejiyekê bikar tîne. Baş e ev stratejî çiiye?

Em bi kurtasî bînin ziman. Ji ber ku li pêşiya gav avêtina îktîdarê ne tu astengiyên hundirîn ne jî derveyî nemane. Lê îktîdar ji bo gav neavêje hincetan peyda dike. Van hincetan jî bi deste xwe diafirîne. Operasyonên bi destê darazê li hemberî CHPê tên meşandin jî bi vê armancê tên kirin. Formûl pir hêsan e: Operasyonan li hemberî CHPê pêk bîne. CHP bila li hemberî operasyonan hêrs bibe û bi vî awayî di asta dijberiya pêvajoyê de bigire. Piştre jî wekî sedema gav neavêtinê wekî CHP nîşan bide.

Rast e helwesta CHP di gotinê de nebe jî di piratîkê de xizmeta pêvajoyê nake. Bi taybetî çapemeniya Kemalîst dijminiya Birêz Ocalan, Tevgera Azadiyê û gelê kurd dike. Lê îktîdar jî ji bo CHP û bi giştî Kemalîstan di vê pozîsyonê de bigire her tiştî dike. Li aliyekê CHPê di asta dijberiya pêvajoyê de digire û li aliyê din CHP wekî hinceta neavêtina gavan nîşan dike. Ev lîstikek pir pespaye û bêexlaqî ye. Lê divê bê zanîn ku ev lîstikên îktîdarê tên dîtin. Birêz Ocalan jî Tevgera Azadiyê jî û gelê kurd jî di ferqa vê lîstikê de ne.

Ku di demek kin de Komîsyon neçe Îmraliyê û Birêz Ocalan guhdar neke, ev tê wateya ku îktîdar bi destê xwe zirarê dide pêvajoyê. Ji ber ku pêvajo anca bi azadiya Birêz Ocalan pêkan e. Ku hêj îktîdar nehatibe wê astê ku Komîsyonek bişîne Îmraliyê hingê niyeta wê ya azadkirina Ocalan jî nîne. Ev jî tê wateya bêwatebûna pêvajoyê. Ku îktîdar û dewlet samîmî be divê dest ji polîtîkayên gîrokirinê berde û demildest Komîsyonê bişîne Îmraliyê.

Pêwist e CHP jî di ferqa lîstikê de be û nekeve dafika îktîdarê. Ji bo wê divê CHP jî aşkera bike ku li dijî çûyîna Komîsyonê ya Îmraliyê û mafên gelê kurd nîne. Nexwe dê gunehbarê pêvajoyê bibe CHP û ev yek jî dê qrediya gelê kurd di sê hilbijartinên dawiyê de ji CHPê vekirîn heta hetayê bigire.

Ji bo berjewendiyên vê erdnîgariyê berpirsyarî dikeve ser milê herkes û her derdorê. Divê herkes berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê