Rêxistina Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di nava du rojan de 2 welatî ji aliyê hêzên desthilatdariya Îranê ve hatin kuştin, çalakvanek hate girtin û 3 welatî hatine binçavkirin.
Rêxistinê destnîşan kir ku di 15yê mijdarê de çalakvanek sivîl ê bi navê Êriş Zendî Nawgeran yê ji bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê ye, hat girtin. Êriş Zendî di 18yê sibata îsal de bi tometa ‘propagandaya dijî dewletê’ ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Sineyê ve bi 6 meh cezayê girtîgehê hatibû mehkûmkirin.
Li gorî agahiyên Rêxistinê parvekiriye di 13yê mijdarê de du girtiyên siyasî yên berê bi navê Yasir Ediwayî û Selman Edwayî piştî ji aliyê îdareya Îtlaatê ya navçeyê ve hatin vexwendin, hatin binçavkirin. Welatiyên hatin binçavkirin xelkê gundê Silênî ya ser bi bajarokê Sewlawa ya li sînorê bajarê Sine ya rojhilatê Kurdistanê ne.
Her wiha Kawe Ebdî yê ji bajarokê Dîwandere ya ser bi bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaatê ve bêyî fermana dadwer hate binçavkirin.
Rêxistinê da zanîn ku heman rojê de du birayên hev ên bi navê Xalis Perwazî (35) û Yusif Perwazî (42) yên ji gundê Qinle ya ser bi bajarokê Xoy a li sînorê Urmiye ya rojhilatê Kurdistanê, di êrişa raste rast a hêzên pasdarên Îranê de hatin kuştin. Heta niha jî cezayên wan radestî malbatê nehatine kirin.
