Hikûmeta Brîtanyayê, guhertinên nû ji bo kêmkirina koçberiya neqanûnî û pêşîgirtina li pêşdeçûna partiya dijî koçberiyê ya Nigel Farage, parve kir.
Wezîra Karên Hundir Shabana Mahmood, tedbîrên hişk parastin û got, “Merdiya me koçberên neqanûnî dikişîne welêt.” Mahmood, da zanîn ku ew ê pêşî li vê yekê bigirin.
Guhertinên bingehîn yên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine kirin bi vî rengî ne:
-Zehmetkirina parastina koçberan: Koçberên ku welatên wan wekî “ewle” têne hesibandin wê tavilê werin vegerandin.
-Pêvajoyên rûniştinê û hemwelatîbûnê zehmetir dike: Niha, penaberên ku pênc sal mayîna wan heye, dikarin bêpere serlêdana rûniştina daîmî bikin.
-Rûniştina demkî dê ji pênc salan dakeve 30 mehan.
-Ji bo serlêdana rûniştina daîmî, dê derkeve 20 salan.
-Ji koçberên ku dixwazin zûtir rûniştina daîmî bistînin, şerta kar û dîtina perwerdeyê divê bicih bînin.
-Sînorkirina gihîştina alîkariya civakî: Xanî û piştgiriya darayî ya otomatîk ji bo koçberan dê bi dawî bibe. Kesên ku destûra kar hene û naxebitin û yên ku qanûnê binpê dikin dê ji alîkariya civakî bêpar bimînin.
Navaroka plana nû wê roja Duşemê li Meclîsê werin ragihandin.
