Çalakiya Dayikên/Mirovên Şemiyê ku li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin dipirsin û dixwazin kiryarên wan bên eşkerekirin û darizandin, di hefteya 1077an de berdewam kir. Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê bi qurnefîl û wêneyên kesên di binçavan de hatine windakirin kom bûn û ji bo Nazim Gulmez edalet xwestin.
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endamê ÎHDê Umît Tekay Dişli ve hat xwendin. Dişli bi bîr xist ku berpirsiyariya kesên tên binçavkirin a dewletê ye û got: “Nazim Gulmez ê 61 salî, bavê neh zarokan, li gundê Taşitli yê navçeya Xozat a Dêrsimê dijiya. Nazim Gulmez ku bi çandinî û sewalvaniyê mijûl dibû, di civaka xwe de pir dihat hezkirin û rêz lê dihat girtin.”
Umit Tekay Dişli diyar kir ku leşkerên Lîwaya Komando ya Bolûyê di 14ê cotmeha 1994an de çûne gundê Taşitliyê û got: “Saet li dora 9:30yê sibê, leşkeran Nazım Gulmez ji mala wî birin da ku di operasyona berdewam de bibe rêberê wan. Gulmez û sê gundiyên din birin. Muxtarê gund û hemû gundi şahidê bûyerê ne. Her sê kesên ku leşkeran ew bi Gulmez re birin piştî demekê hatin berdan û vegeriyan gund, lê careke din ji Gulmez agahî nehat girtin. Dema ku hevjîna wî Garip Gulmez ji rayedarên leşkerî pirsa wî kir, rayedaran got, Leşkeran ew birin navenda bajarê Tûnceliyê û li wir hiştin. Îtiraza Garip Gulmez ku got Hevjînê min xwende ye û rê dizane; heke ew bihata berdan, ew ê bihata malê bê bersiv ma.”
Umit Tekay Dîşlî diyar kir ku malbata Gulmez serî li Dozgeriya Xozatê daye û got: “Lêbelê, der barê windabûna Gulmez de tu tedbîrên bi bandor nehatin girtin. Dosyeya lêpirsînê di navbera Dozgeriya Xozatê, Dozgeriya Leşkerî ya Xarpêtê û Dozgeriya Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Meletiyê de çû û hat. Ji ber ku dozgeran hewl û xebata pêwîst ji bo ronîkirina dozê nîşan nedan, di dozê de tu pêşketin çênebû. 31 sal çarenûsa Nazim Gulmez di tariyê de maye û kiryarên wî bi bêcezatiyê tên parastin. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Nazim Gulmez, ji bo hemû windahiyên xwe bernedin û ji her kesî re bibîr nexin ku divê dewlet li gorî rêgezên hiqûqî yên gerdûnî tevbigere.”
Çalakî bi danîna qurnefîlan li Qada Galatasarayê bi dawî bû.
