14 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

5emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava destpêkir

5emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava îro bi beşdariya 81 fîlm û 22 senaryo li bajarê Qamişlo dest pê kir. Di mîhrîcanê de hat diyarkirin ku bi rêya çîrokên hevpar, fîlm û sînemayê polîtîkayên li dijî gelan tên meşandin ji holê hatin rakirin.

Bi dirûşmeya ‘Çîrokên Hevpar, Sînemeya Azad’ 5emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava îro li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo deriyên xwe ji temaşevanan re vekir.

Mîhrîcan ji aliyê Komîna Rojava ya Fîlm a girêdayî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) ve hatiye birêxisitinkirin û heta 20ê mijdarê dewam bike. Di mîhrîcanê de 81 fîlm û 22 senaryoyên ji Kurdistan, Sûriye û Ewropayê beşdar bûne. Ji wan 81 fîlman, 8 fîlmên navnetewî, 21 belgefîlm, 8 fîlmên Kurdî, 37 kurtefîlm û 7 fîlmên Sûriyeyê ne.

Di rojên pêşandana fîlman de dê çalakiyên cur bi cur wekî dayîna semîneran, panel û 2 kargeh werin lidarxistin. Di 20ê mijdarê dê fîlm derbasî pêşbirkê bibin û werin xelatkirin. Herwiha di beşa senaryoyê de dê xelatên filmên kurt û fîlmên dirêj bê dayîn. Ji sala 2016an heta 2019an Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava li herêmên rojavayê Kurdistanê dihat lidarxistin. Mîhrîcana 5emîn divyabû di sala 2022yan de pêk bihata, lê ji ber şert û mercên ewlekariyê pêk nehat.

Di roja yekem a mîhrîcanê de girseyeke mezin a hezkiriyên huner û sînemayê, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û kantona Cizîrê, saziyên çand û hunerê, partiyên siyasî, derhêner û sînemegerên ji Spanya, Hindistan, Îngilistan, bakurê Kurdistanê û Şamê beşdar bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê, axaftinên vekirinê hatin kirin.

Li ser navê koordînasyona Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava Nûman Yîgît bixêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku, armanca wan ji mîhrîcanê ew e ku bi rêya çîrokên hevpar, fîlm û sînemayê polîtîkeyên li dijî gelan tên meşandin ji holê rakin. Nûman Yîgît got: “Ji bo dengê gel bigihêje gelê din divê sînameyek azad ava bibe. Bi taybet di sedsala 21emîn de êrişên li ser çand û hunerê pirbûn, hêzên desthilatdar xwestin çand û hunera me bihelînin, lê me li ber xwe da û sînameya azad bi pêş xist.”

Paşê hevseroka Yekîtiya Şaredariyên Kantona Cizîrê Bêrîvan Umer 5emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava pîroz kir û got: “Şoreşa rojavayê Kurdistanê ne tenê veguhertineke siyasî bû lê belê şoreşeke civakî, hunerî û çandî bû, şoreşa Rojava nefesa xwe ji hunera azad girt.”

Hevseroka TEV-ÇANDê Sumeya Mihemed destnîşan kir ku li gorî derfetên kêm, êrîşên domdar û dorpêça li ser herêmê ew karîbûn xwedî li xebatên sînemayê derkevin û qedexekirina temaşekirina sînameya kurdî ji holê rakin. Ji 2015an heta roja îro wan hewl da bi rêya sînama û fîlman dengê gelê xwe ji cîhanê re raghînin.

Herwiha endama Desteya Hevserokatiya PYDê Foza Yusif jî ku beşdarî mîhrîcanê bibû şehîdên di oxira pêşxistina sînamaya kurdî de canê xwe feda kirin bi bîr anî û got: “Di roja îro de bi rêya sînama û hunerê êrişeke mezin li ser civakan tê kirin û dixwazin bi şerê taybet hestên însanan dagir bikin. Lê em vê idîayê didin nîşandan ku em ê şoreşekî çandî ya nû bexşî mirovatiyê bikin. Ev yek jî dê bi çav, ziman û hişekî azad pêk were. Îro axa Mezopotamyayê mizgîniyeke nû didin mirovahiyê û wateya tiştê winda kirî vedigerînin.”

Piştî axaftin, stran, dengbêjî û govendên girêdayî Hunergeha Şehîd Welat hatin pêşkêşkirin fîlmê bi navê ‘Hevalo Birako’ ku rojnameger Nazim Deştan çîroka wê vegotibû û Nûman Yîgît derhênertiya wê kiribû, hat nîşandan.