Mijdar e dîsa. Pelên zer behsa te dikin, darên bi tenê, şaxên ku li tembûra stranek xemgîn dixin. Teyr û tilûrên ku koç dikin, ewrên ku serê xwe derdixin û behsa zivistanê dikin… Tev behsa te dikin. Ez niha çi dikim nizanim, min digot qey ez ê êdî ji te re nenivîsînim û bi gotinên ji rêzê û şermok behsa te nekim. Min digot qey pênûsa min mir, peyvên min şewitîn, hiş û dilê min ji ser hemdê xwe şemitîn.
Loma jî niha nizanim çi dikim, tu jî nizanibe xwişka delal, zaroktiya min a yekane û esîl eşq û evîna min a şoreşger û netebat… Demek e li derve me. Qaşo gihîştim mal û bajar û gundên me herduyan. Qaşo derketim ji zindanê. Lê niha zindan êdî tiştek din e û didome. Nebûniya te û we ye zindan. Valahiya mezin û fezayî ya ku te çêkiriye. Ev zindana bêgardiyan welê zor e ku tu nikarî di ber xwe jî bidî.
Nebûna te zindan e hewarê!
Wendabûna te ya ji asîmanê jiyanê zindan e. Cihê te yê vala dojehek welê ye ku kes nabîne. Bêjim jî nayê têgîhîştin. Halbûkî ku tu-hûn hebûna dê çi xweş bûya her tişt. Dê gîhîştinê porê me bi xewna perperokên azadiyê bihona. Dê bajar paqij bûna bi hatina we pakrewanan. Gur û çeqel newêribûna bikevin cihê şêran. Dê hechecîkan me bi xwe re bibirana zaroktiya me û mezinbûnek dilpak û rûgeş li bejna me bikirana.
Ev ne name ye tu dibînî. Ev ew gotin in ku ez ji bo wan dîn bûme. Ev ne xezelxwîniyek zer a bo payîzê ye. Ev ne gotin in jî. Lê hawar hawara pelên zer ên di cerg û hinavên min de ye. Pelên zer pir zer in niha Nexweş in. Di cerg û hinavê min de dipirpitin, lê nikarin bimrin jî. Nebûna te nahêle ez bimirim jî bi van pelên payîzê re.
Îja dar jî digirîn van rojan. Pelên zer ên li jêr wan weşandî hêsirên wan in jixwe. Çiqas dar ewqas hêsir, çiqas hêsir ewqas payîz. Lê me çi ji bêhna payîzê hez dikir berê. Ji pîvokên payîzê yên ku li nav bênder û zeviyên zer vedibûn, wek kenîna dînan bûn ne? Payîz û kulîlk vekirin? Tew digotin qey bihar e, welê bi kêf û nazik. Ez niha ji pîvokan jî hez nakim û direvim ji wan. Ku min bikaribûya ji payîza li cerg û hinavê xwe jî bireviyama dê çi baş bûbûya. Ku min karibûya xwe ji vê zindana ku ji nebûna te çêbûye rizgar bikira dê çi xweş bûbûya. Hema bila pîvok têra xwe dîn û dîn vebûna û bikeniyana. Em jî li pey wan bûbûna hîrehîra ewrên sermestiya payîzê.
Ev ne name ye ha! Ne gazin û lome jî. Di xewnereşkekê de me niha û bi tiliyên hesretê xêzik mêzikan çêdikim. Belkî gur bibînin û bitirsin û çeqel bixwînin û ji kerban bimirin. Vî welatê kambax ne zaroktî hişt ne mezintî, ne bihar hişt ne payîz. Vî welatê dîlî û belengaziyê ne veger hişt ne gihîştin. Tenê şanoyek peritî ma ji me re. Herkes dizane ku herkes kî ye û her tişt çi ye, lê xwe li nezanînê datîne.
Îja vê bêdengiya te-we dil û hiş diperitîne. Xwezî tu biqîriyayî mesela ji wê nebûna dûr. Te baranek kevir bibaranda. Tevî bafirokên vê şanoya ne şano li bin guhê erdê bixista. Xwezî tu li bahozek siwar bûbûyayî û bihatayî. Xwezî te keziyên me yên zarokê li çîrokek dînewer bikişanda û tu bihatayî. Hema bila tu bihatayî… çi, çawa dibû bila bibûya.
Mijdar e. Hêsirên daran zer û kom bûne li binê wan; payîz e, hêsir li her derê bûne golên zer.
Ax golên zer…
Ax hêsirên payîzê, xwezî we ez bifetisandama. Ax refên teyran, xwezî we xwişk û birayên me biharê… qet nebe biharê bi xwe re bianiya.
