AVKAMEDê ji bo pêdiviya dabînkirina avê ango gel zehmetî nekişîne, tesîsek avê ya nû li Şilbê ava kir û kir dewreyê. Bîrên nû veda û bi rêveberiya SCADAyê şebekeya avê balansekir. AVKAMEDê bi xebatên pêşdîtinî û amûrên yedek, nehişt ku ava gel qut bibe.
Gerînendeyê Giştî yê AVKAMEDê Mehmet Şerîfoglû têkildarî mijarê got: “Amed mezin dibe, pêwîstiya avê jî zêde dibe. Em li aliyekê çavkaniyên xwe zêde dikin, li aliyekî jî divê em û gelê xwe bi hev re xwedî li ava xwe derkevin.”
