14 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Perwerdeya hişyariyê ji jinan re hate dayîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan de, xebateke hişyariyê pêk anî.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, bi dirûşma “Ji Bo Jiyanek Bê Tundî, Gotina Me Neqediyaye, Em ê Bi Hev Re Tundiyê Rawestînin” çalakiyan li dar dixe.

Di vê çarçoveyê de, li Navenda Jiyanê ya Jinan a Yenîkoyê, ku girêdayî Midûriyeta Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ye, ji xwendekarên kursan re li ser mijarên tundî û zayenda civakî perwerdeya hişyariyê hat dayîn.

Sosyalog Hatice Bozkoç, ku perwerde hînî kursiyeran kir, li ser mijarên tundiya fîzîkî, psîkolojîk/hestyarî, aborî, zayendî, şopandina bi israr, tundiya sanal (înternetê) û tundiya hevdujînê agahî dan û rave kir ku dema jin rû bi rûyê rewşên neyînî dimînin, divê çi bikin.

Midûriyeta Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, heta 30ê mijdarê, wê li navendên jiyanê yên jinan, avahiya xizmeta şaredariyê û li taxên gundewarî karên hişyariyê bimeşîne.