Hewce ye ku em li dîrokê bikolin û heqîqeta heyî derxînin ber çavan. Ji bo mêr jî rastiya xwe bibînin û hişê xwe bînin serê xwe ev xisûs pir girîng e. Pêwîst e ku em hemû jî di warê fikrî de jî xwe azad bikin û bi xwe bawer bin
Di serdema civaka xwezayî de hişmendiya zayendperest nebû. Jixwe civak ji hêla dayika xwedawend ve dihat birêvebirin û rêbaza dayikê komî, wekhev û bi edalet bû. Heta niha jî ew çand bi dayikê xuya dibe. Piştî mêrê xasûk û komploger dest bi hîleyên xwe kir, pergala dayikê hilweşiya û li şûna wê pergala mêrê serwer hat bicihkirin. Bi vî awayî hemû jiyana jin û civakê serûbinî hev bû. Piştî hilweşîna pergala dayikê mirovahiyê hew xweşî û aramî dît, dinya lê tarî bû. Mirov dikare bibêje ku 30 hezar sal in civak di nav koledariyeke reş de dijî û hew jiyan li wan xweş tê.
Dema mêr dibin desthilatdar hişmendiya zayendperest jî weke tovekî pê re çêdibe û roj bi roj mezin dibe. Ev desthilatdariya li ser jinan desthilatdariya li ser civakê ye û jiyana civakê jî bi xwe re bandor dike. Bi vî awayî civak jî li derûdora jinan dibe kole. Wexta em qala civaka zayendperest dikin hemû zordarî, înkar, tundrewî, şer, talan û destdirêjî tê bîra mirovan. Mijara pergala baviksalar tenê hilweşîna pergala dayikê nîne. Mijar ji wê gelekî mezintir e, lê her em wiha fêr bûne ku mijar koledariya jinan e. Weke ku berteka me jinan li hemberî mêran heye, tê şîrovekirin. Lê teqez wiha nîne.
Tişta heye ew e ku rojane bi hezaran mirov tên kuştin. Mirovahî tev di nav xetereyê de ye û wiha li mirovan hatiye ku di hêla ruhî û fikrî de têne kuştin. Kuştina mirovan di hêla fizîkî de xêra xwedê ye! Ji ber bi komî mirov di warê fikrî û ruhî de tên tunekirin, aramî li wan tune ye. Nexwe divê em pir baş lêkolîn bikin û xwe bînin asta ku em siyaseta kuştina mirovan a fikrî û ruhî bizanibin û bi vî awayî dest bi çalakiyê bikin. Em weke jin pir dilrehm û mihrîban in ku her em bêsînor wefadar û durist in. Lê mixabin em her hatine xapandin û ev jî bûye zemîna ku mêr li ser teserufê bikin.
Niha jin zana ne û haya wan ji siyaseta mêran heye. Gihiştine qinyata ku divê ew xwe bêhtir bi pêş bixin û xwe ji bandora hişmendiya mêr xelas bikin. Eger em xwe ji wê hişmendiyê xelas nekin, em ê bi temamî têk biçin. Heke em têk biçin wê civak jî bi temamî wenda bike. Bi vî awayî, em ê 30 hezar salên din jî kole bimînin û wê mehşer çêbibe. Heke weke jin em vê torê neqetînin û xwe ji xefkê dernexin wê jiyan li me reş bibe.
Ez bixwe weke jinekê wiha dihizirim ku pêwîst e, em jin xwe bikin yek û birêxistin bikin da ku em ji civakê re jî bibin pêşeng û serkêş. Hewce ye ku em li dîrokê bikolin û heqîqeta heyî derxînin ber çavan. Ji bo mêr jî rastiya xwe bibînin û hişê xwe bînin serê xwe ev xisûs pir girîng e. Pêwîst e ku em hemû di warê fikrî de jî xwe azad bikin û bi xwe bawer bin.
Divê em bi nasnameya xwe têbikoşin, mêran jî bînin ser xeta rast û wan zana bikin. Jixwe rêber Apo qala necivakbûna mêr dike û ev jî pir xeter e. Pêwîst e ku zayendperestiya civakê ku jin jî bûne şirîkê mêran, were bidawîkirin. Hewce ye ku em jin û mêran nûjen bikin.
Her wiha ji bo pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin, em xwe amade bikin û ji Rêbertî re jî bibin alîkar. Dem hatiye ku em li hember tevahî kevneşopî û gemara 30 hezar salî dest bi seferberiyekê bikin, pakî û xweşiyê bînin cîhanê û jiyana xwe nûjen bikin.
