Em ê tu carî wan hevalên xwe yên wêrek, dilsoz û evîndarên xak û gelên xwe bûn ji bîr nekin. Tevahî şehîdên me ji bo me xwedî cihekî pir bi qîmet û pîroz in. Em ê timî girêdayî bîranîna wan bin, wê ji bo me ronahî û rênîşandan bin.
Bi dirûşma, ‘Şehîdên me rûmeta me ne’ gelê kurd li rojavayê Kurdistanê 14 sal e têkoşîna xwe ya neteweya demokratîk berdewam dike. Li ser berhema ked, berxwedan û qehremaniya şehîdên dilêr serkeftinan qezenc dike. Şoreşa rojavayê Kurdistanê bi hişmendiya, yekîtî, xwişk û biratiya gelan; bi têkoşîna roj bi roj ber bi serkeftinê ve diçe. Ev şoreş timî destanên berxwedanê dinivîse. Di şoreşa Rojava de gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sala 2011an heta 2025an zêdetirî 12 hezar şehîd dane. Hîn jî rojane şehîdan didin. Bi hezaran birîndar û gazî jî hene. Şervanên azadiyê yên dilsozên vê şoreşê li hemberî hêzên herî tundrew ên cîhanê şerekî bêhempa kirin.
Em dikevin yekemîn salvegera şehadeta sê qehremanên xwe yên wêrek Hogir Amed, Serkêş Riha û Hemze Serênaniyê. Van her sê şoreşgerên giranbuha bi hurmet û minetdarî bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî mezinahiya wan ditewînin, soza pêşxistina têkoşîna wan nû dikim.
Fermandar û hevrêyê me yê ciwan Hogir Amed sala borî di 11ê mijdarê de tevî du hevalê xwe yên ciwan Serkêş Riha û Hemze Serêkaniyê li taxa Salihiyê ya Hesekê, saet nêzî 10ê şevê di encama teqîna mayîneke ku di wesayîta wan de hatibû bicihkirin, gihiştin mertebeya bilind a şehadetê.
Şehadeta van sê hevalên ciwan bandoreke giran li ser heval, hogir û gel kir. Nexasim jî hevalên gaziyên şer bi şehadeta wan hevalan pir tesîr bûn. Ji ber Hogir Amed û Serkêş Riha di şerên li hember dagirkeriyê û çeteyan de berdêlên giran ji bedena xwe dabûn û bibûn gaziyên şer. Gaziyên şer şoreşgerên fedayî yên Apoyî Hogir û Serkêş ji nêz ve nas dikirin û di dilê hevalên xwe de hê dema sax bûn jî cihê xwe çêkiribûn.
Hevrê û qehreman Hogir Amed ji bo hevalên gazî cihê manewiyateke xurt û kelecanê bû. Heval Hogir piştî tedawiya xwe ku di bin banê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dewreyeke perwerdeyê dît, weke berpirsiyariyê gaziyên şer ên herêma Cizîrê dest bi kar û xebatê kir. Hogir ê dilsozê xak û gelê xwe bû, timî bi coş û moralekî mezin xebata xwe meşand. Heval Hogir tu carî dilê hevalên xwe nehişt, ji bo gaziyên şer di aliyê fikrî û bîrdozî de pêş bixin di nav hewldanan de bû.
Hevalê Serkêş jî weke hevalê Hogir bi salan têkoşîn kir. Beşdarî berxwedana rûmetê ya Efrînê bûye û di wî şerî de jî birîndar bû, lingekî xwe winda kir. Hevrê Serkêş tevî bi lingekî bû jî dest ji berxwedanê berneda û ji qadên eskerî dûr neket. Heval Serkêş bi lingekî di eniya herî pêş de tev li Pêngava Til Temir bû û weke fermandar hêz û moral dida hevalên xwe.
Hevalê Hemze Serêkaniyê jî weke ciwanekî dildarê şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe ji kar û xebatan neda paş. Weke xortekî fedakar, jîr û dilnizm bi her wezîfeya şoreşê rabû.
Em ê tu carî wan hevalên xwe yên wêrek, dilsoz û evîndarên xak û gelên xwe bûn ji bîr nekin. Tevahî şehîdên me ji bo me xwedî cihekî pir bi qîmet û pîroz in. Em ê timî girêdayî bîranîna wan bin, wê ji bo me ronahî û rênîşandan bin.
Em sozdarên wan qehreman û lehengên şoreşê ne. Wê her ji bo me, pêşeng û serkêş bin. Şehîd ji bo me muqedes in û wê her tim jî bimînin. Em deyndarên wan in. Em ê armanc û hêviyên şehîdan teqez bînin cih û jiyaneke azad û wekhev a hemû gel têde bi xwişk û biratî dijîn diyarî wan bikin.
Bi wesîleya yekemîn salvegera şehadeta heval Hogir, heval Serkêş û heval Hemze ez sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazim. Divê malbatên me timî serbilnd bin ku leheng û qehremanan wer mezin û dildarên Rêbertî mezin kirine.
