Civaka bê rêxistin wekî masiyê ji avê derketî ye. Birçîbûnî jî, belengazî jî, pişaftinî jî, mêtingerî jî û her cure nexweşî jî dê bibin para civak û kesayetiya bê rêxistin. Tu kedkar bî, divê tu li dijî taşeron û patronan xwedî sendîka bî ku keda te neyê xwarin; tu jin û ciwan bî, divê tu xwedî rêxistin bî
Em di serdemeke welê kambax de dijîn ku hema bêje civak di her warî de ji hêla pergala kapîtalîzmê ve hatiye dorpêçkirin. Di warê hest û remanê de tevizîn û rizandinek xwe dide der. Kesayetiya ku bi fikir û feraseta pergala heyî tev digere; em mijûliya bi pirsgirêkên civakî re deynin aliyekî, nikare pirsgirêkên xwe yên tekakesî jî çareser bike. Di halekî wisa kambax de ye ku qet ne di ferqa kapê (ben) di stûyê xwe de ye. Di destê pergalê de hepis bûye, ev pergala bêexlaq bi ku ve bixwaze bi wî alî ve dibe û tîne.
Kesayetiya heyî wer apolîtîk, nezan û nexwendî ye ku nikare lîstikên pergalê şîrove bike. Di warê fikir û remanê de tekakesiyeke kûr û hûr dijî. Li hemberî hemû pirsgirêkên civakî, bûye rebenekî stûxwar û belengaz. Mirov ti moral û motîvasyonê jê nagire. Hema bêje “Ewlad be jî nayê hezkirin.”
“Piçekî namûsa civakî û ked divê”
Ev serdema ku em tê de dijîn her çendî di gelek waran de aliyên xwe yên neyînî yên ku me bal kişandin ser hebin jî, gelek aliyên ku mirov ji bo pêşiya xwe bibîne û pêşî li van xetere û rizandinan bigire jî hene. Berî her tiştî têkoşîneke me ya azadiyê ya xwedî felsefeyeke kûr û divê bi tîpên zêrîn bên nivîsandin heye. Fikir û felsefeya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di her warî de rêber e, ji bo kesayetî û civaka azad xwedî bîreke qedîm e. Di warê felsefe, dîrok, çand, ziman, huner û bi hezaran tiştên din de, rêzan e. Lê heke em xwe lê bigirin û hest û remanên xwe bi vê çavkaniyê av bidin, em ê serkeftinên mezin bi dest bixin. Ji bo vê Rêbertî dibêje, “Tenê piçekî namûsa civakî û ked pêwîst e.”
Weke keftarên devbixwîn
Her ku dijmin polîtîkaya xwe ya şerê taybet li ser civaka me dişidîne, dorpêç dike, di warê hest û remanê de jî civakê dirizîne. Gelê me li her derê di dorpêçê de ye. Dorpêça li bakurê Kurdistanê bi sedan sal in didome. Bi polîtîkaya pişaftin, koçberiya li bajarên Tirkiyeyê û her dera cîhanê, rewşa kesayetî û civakê kambaxtir dike. Berî her tiştî birçî dihêle, gav bi gav pişaftinê bi pêş dixe, ji hişmendiya neteweyî û nirxan dûr dixe, hemû têkiliyên wan ên rêxistinî qut dike. Di warê manewî de ne malbatê dihêle, ne civakê û ne jî kesayetiyeke exlaqî û polîtîk dihêle ku tu bi serbilindî lê mêze bikî. Ev êrişa dijminane li dijî saziyên demokratîk hêj bi awayekî ziravtir dimeşe. Rêbaza xwe ya “hiqûqê” li dijî saziyan bê sînor bi kar tîne. Hiqûqa heyî ya dewletê peywira xwe bi awayekî hovane pêk tîne û wekî keftarekî devbixwîn e. Keftarek bi çi şêwazê nêzîkê nêçîra xwe dibe, dewlet û hiqûqa wê jî bi wê şêwazî nêzîkê civak û saziyên demokratîk ên civakî dibin.
Li dijî şerê taybet çi pêwîst e?
Di çarçoveya nirxandinên me de tişta ku herî zêde pêwîstî pê hatî dîtin, bêguman aliyê civakê yê rêxistinkirinê ye. Heta ku civak bê rêxistinî bimîne, ne kesayetî dikare ji tora dijmin derbikeve, ne jî civak dikare azad û rizgar bibe. Civaka bê rêxistin wekî masiyê ji avê derketî ye. Birçîbûnî jî, belengazî jî, pişaftinî jî, mêtingerî jî û her cure nexweşî jî dê bibin para civak û kesayetiya bê rêxistin. Tu kedkar bî, divê tu li dijî taşeron û patronan xwedî sendîka bî ku keda te neyê xwarin; tu jin û ciwan bî, divê tu xwedî rêxistin bî ku dewlet çanda pişaftin, bikaranîn û tecawizê li te ferz neke; tu xwezaparêz û sewalparêz jî bî, rêya ku vê parastinê bi pêş bixe û êrişên dewletê bide sekinandin, di rêxistinbûnê re derbas dibe. Ji bo wê hêj gotina Rêbertiyê ya “Bêyî partîbûnê (rêxistinbûn) li Kurdistanê pel jî naleqe” her tim giringiya xwe diparêze û dê her tim jî biparêze.
Rêhevaltî û kesayetiya sosyalîst
Jixwe Rêbertiyê di peyama xwe ya ji bo ciwanên meşiyan Amarayê de jî bi şênberî danîbû holê ku divê kesayetiya sosyalîst çawa be. Ev peyam ne tenê ji bo ciwanan e, di heman demê de, ji bo saziyên demokratîk, jin, ciwan û hemû civaka demokratîk e. Rêhevaltiya rast û sosyalîst di hemû beşên civakê de rêxistinbûnê li ser me ferz dike. Ev rê û meş, bi t, awayî bê rixistinbûn nabe, divê em ji tekakesiya kûr birevin û ked û xwêdana xwe tevlî hemû xebatên avakirina civaka demokratîk bikin. Ji ber wê ji hemû demê zêdetir divê em ji çanda qedîm a parvekirin û rêxistinbûnê sûdê bigirin, hestên xwe qayîm bikin, bi rêhevaltiyeke qedirbilind meşa xwe ya azadî û serkeftinê tacîdar bikin. Ev meş dê di serî de tecrîd û hemû êrişên dijmin pûç bike û me bi şeveqên azadiyê û civaka exlaqî û polîtîk de şiyar bike.
