Li gorî ku tê gotin, Receb Erdogan li gel DYAyê du caran peymanên bi dizî/veşarî îmze kirine! Berî destwerdana Iraqê Buch, Receb Erdogan ji ‘zindanê’ derxist, kişand Washingtonê û mîna serokkomar li ser xalîçeyên sor ew pêşwazî kir.
Hat gotin ku wê wextê, bi şewazeke veşarî, ji bo êrişî Iraqê bikin û desthilatiya Seddam birûxînin, peymanek îmze kirine; ev, îmzeya yekê ye. Erê, her çend weke ku dixwestin pêk nehat jî, lê dîsa jî Receb Erdogan çi ji destê wî hat destek da DYAyê, ji bo destwerdan û rûxandina rejîma Seddam.
Sedemên pêknehatina desteka DYAyê, ji ber ku projeyek wan a lezgîn derket pêş ji bo rûxandina Seddam, lewma têra xwe amadekarî nehatibû kirin, bi lez û bez Erdogan kişandin Koşka Spî. Sedema dudan jî dijberiya Deniz Baykal ê CHPî bû ku nehişt tezkereya li parlementoyê were pejirandin, ji ber vê helwestê çi anîn serê Baykal tê zanîn.
Di heman demê de Bush, Receb Erdogan weke cîgirê xwe, yan jî weke serokê duyemîn ê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin ragihand. Erdogan, bi vê navdariyê û erkdariyê gelek kefxweş bû û hema hema heta niha jî pesindariya vê navdanê û erkdanê dike! Ka ji bo îmzeya duduyan gelo dê Trump çi nav li Erdogan bike? Îmzeya duduyan jî, li dijî Îranê ye, ji bo ku mîna Seddam destwerdana Îranê jî bikin û tê gotin, vê carê jî bi dîzî lê bi Trump re peyman îmze kiriye!
Li aliyê din, tê dîtin ku DYAyê, amadekariyên gelek mezin dike ji bo êrişa li ser Îranê, ji ber ku ji kêmayiyên xwe yên di amadekariyên ji bo rûxandina desthilatiya Seddam de derketin holê dersan derdixe.
Amerîka li Hewlêrê, konsolxaneya xwe ya herî mezin a li cîhanê û xwedî hêza piralî ava kiriye, her wiha tê gotin ku karê xurtkirina mezintir a konsolxaneyê dewam dike. Li gel vêya li Qibrisê jî, di heman çarçoveyê de amadekariyên lezgîn dike, bi taybetî jî girîngiyê dide mezinkirina baregehên leşkerî û nexasim sîstema parastina hewayî. Bêguman van hewldanên DYAyê, hem Tirkiyeyê nerihet dikin û hem neçarî pejirandina biryardayîna şêrê li dijî Îranê dike.
Li Sûriyeyê jî, bi rêya Colanî hêza xwe ya heralî xurt dike û hema hema bi tevayî dixe bin bandora siya Israîlê. Her wiha li vê herêmê, hewl dide ku hemû pêkhateyan jî bike hevalbendên xwe; ne tenê durzî, elewî, suryan û hwd. Belê bi bingehîn têkilî û peywendiyên DYAyê yên li gel kurdan, desthilatiya Erdogan ditirsîne.
Gumaneke xurt heye ku li pişt perdê, wan aşkere hişyar dike û dibêje; “Heke hûn li gel me bi hemû hêza xwe nekevin şer, em weke cara berê ya li dijî Seddam bi qîma xwe ne û heke hûn nekin, va ye hêza hêrî xurt û birêxistin li vê herêmê kurd in û weke hûn dibînin jixwe têkiliyên me xurt in, lê vê carê heke hûn daxwazên me qebûl nekin, em ê li gel kurdan peymana bingehîn îmze bikin” û hwd.
Jixwe alternatifeke gelek berfireh jî bi xurtî amade dike; bi navê peymanên Brahîmî, Îsraîl û hema hema hemû dewletên ereb gihandin ba hevdu, li gel vêya giranî daye ser xurtkirina têkiliyên Îsraîl, Qibris û Yewnanistanê jî.
“Dostê Receb” Trump, dost û birayê wî Îlham Eliyev û Paşînyan jî, ji dest wî kişand anî cem xwe! Dema ku xurtikirina têkilî û peywendiyên bi kurdan re jî dikeve ser van hevpeymanan, êdî cih li dewleta tirk bi temamî tengav dibe; ya wê daxwazên DYAyê qebûl bike ya jî bi tenê, bêkes û bêmiras li meydanê şût tazî dimîne!
Daxuyaniya Bolyozê DYAyê yê Iraqê yê kevn Zalmay Xelilzad jî dibêje; ‘’Lazim e DYA destekê bide daxwaza federalîzma kurdên Rojava’’ û her wiha pesnê HSDê jî dide.
Îcar xwedêgiravî ji bo çareyekê ya jî heke nav lê bibe, alternatîfa hêzên li jor peyda bike Hakan Fîdan, bi vir û wir de baz dide û qaşo lez daye trafîka diplomasiyê.
Jixwe lingekî wî li Enqereyê ye, yê din jî li Şamê ye. Her wiha 3yê mijdara 2025an, bi lez wezîrên karûbarên derve yên 6 dewletên herêmê Qeter, Siûdî, Urdin, Mîregtiyên Yekbûyî yên Ereb, Pakistan û Endonezyayê kişandin Tirkiyeyê û di bin serokatiya xwe de, civînek şowmenî li dar xist.
Li aliyê din Trump, weke ku êdî dev ji ‘aştiyê’ berdabe û êdî dest bi karûbarên şer kiriye. Li gorî tê xuyakirin, ew taktîka wî ya ‘aştîxwaziyê’ nemeşiya, dîsa vegeriya ser ‘eyarê xwe yê berê’ û dest bi zimanê şer û cengê kir.
Geh dibêje ‘ez ê êrişî Madûrêyê Venezuellayê bikim’, geh dibêjê ‘ez ê êrişî Endonezyayê bikim’ û navên hinek dewletên din jî dijmêrê. Herî dawî jî navê Îranê ji devê wî derket. Wisa xuya dibe ku Trump, destwerdana Îranê xistiye rojeva xwe ya sereke û belasedem Erdogan wisa li rex xwe nade rûniştandin û dîmen û wêneyên hevpar nade. Dibe ku temenê Erdogan têra îmzeya 3yan neke, lê heke li gel kurdan rast bimeşe, dibe ku şansek wî çêbibe!
