Di van rojan dawî de, li Tirkiyeyê geremoleke ecêb heye. Hema bêje her roj di derheqê şaredariyên CHPê de dozên nû tên vekirin û herî dawî derbarê Îmamoglu de jî doza sîxurtiyê hat vekirin. Qeyûm avêtin ser televîzyona Tele 1ê û şeş rojnameger hatin binçavkirin.
Li hêla kurdan jî, li parlamentera berê ya HDPê Semra Guzel 8 sal û 9 meh ceza hat birîn; li Agiriyê li siyasetmedarên kurd ceza hatin barîn; îstinafa Enqereyê cezayên ku li 7 rojnamegerên çapemeniya azad hatibû birîn erê kir. Her wiha DMMEyê serlêdana îtiraza Tirkiyeyê ya li dijî biryara xwe ya ji bo Selahaddîn Demîrtaş red kir. Li aliyê din jî PKKê bi merasîmeke çapemeniyê daxuyaniyek da ku wê biryara vekişandina çekdarên xwe yên li Tirkiyeyê wergirtiye. Nîqaşên pîrozbahiya damezrandina komarê ya 29ê cotmehê, encamên hilbijartinên Qibrisê, nakokiyên di navbera AKP û MHPê de, agirbest û aştiya qaşo di navbera Îsraîl û Hamasê de û hwd.
Lê tişta herî girîng a ku dê bikaribe pirsgirêka demokrasiyê li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn çareser bike, pêvajoya aştî û civaka demokratîk a li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ye. Li Sûriyeyê jî hevdîtinên di navbera rêveberiya xweser û Şamê de civak tê ewarekirin û tê xwestin ku bala civakê biçe ser van mijaran. Di çarçoveya pêvajoya aştî û civaka demokratîk de demek dirêj e, kurd û alîgirên aştî û demokrasiyê li bendê ne ku dewlet û hikumet gavên pêwîst biavêjin. Ji ber ku qonaxa yekemîn çêkirina zemîna jiholêrakirina şer e. Îhitamala pevçûn û provakasyonan hebû û ji ver vê sedemê bi însiyatîfa birêz Ocalan gavên girîng û dîrokî hatin avêtin.
PKKê xwe fesih kir û çekên xwe şewitandin lê dewlet û desthilatdariyê heta niha gavên pêwîst ên ji bo pêvajoyê bibin bersiv neavêtine. Pêvajo xitimî û ji bo silametiya pêvajoyê dîsa bi erêkirina birêz Ocalan PKKê çekdarên xwe yên li Tirkiyeyê vekişandin. Li beramberî van hemû geşedanan, mixabin komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin hîn jî bi birêz Ocalan re hevdîtin nekiriye. Ev liv û tevger, ne li gorî armanca pêvajoyê ye, kêmasiyeke gelek mezin e. Ev rontgena dilsoziya dewlet û desthilatdarê nîşanê me dide.
Ji xeynî avakirina komîsyona bêbandor a li meclisê, ti gav ji bo pêwîstiyên civakê nehatiye avêtin; ne zagona mafê hêviyê hat bicihanîn, ne girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyayî hatin berdan, ne operasyonên siyasî yên li ser siyaseta demokratîk û CHPê hatin sekinandin, ne qeyûm hatin vekişandin, ne jî ji bo gerîlayên PKKê yên ku çek danîn, ji bo tevlîbûna wan a siyasî û civakê zagon hatin derxistin. Ji bo hemû van pirs û nîqaşan, dewlet û desthilatdar tenê bersiva ‘amadekarî tên kirin’ didin. Lê amadekarî çi ne, naveroka amadekariyan çi ye, ne civak ne jî muxatabê pêvajoyê serwext in. Ji vê tê fêmkirin ku dewlet û desthilatdariyê ji xetayên xwe û xetereyên berê ders wernegirtine. Ji ber ku em ji ceribandinên dinyayê yên pêvajoyên çareserkirina pirsgirêkên bi vî rengî dizanin ku ji xeynî demokrasî û hevkariya bi mixataban re rê û rêbaz nîne. Lê aliyên dewlet û desthilatdariyê, ‘ku hebin’, xebat û amadekariyên xwe dikin bêyî beşdariya civakê û hevkariya bi mixataban re. Xetereyên dema pêvajoya 2013-2015an baş tên bîra me.
Li hêla din jî, hevdîtinên di navbera rêveberiya xweser a rojavayê Kurdistanê û rêveberiya demkî ya Şamê de heta astekê hatin û sekinîn. Li gorî daxuyanî û agahiyên berpirsyarên hevdîtinan, HSD û Şamê li ser hinek mijaran li hev kiriye lê ev lihevkirin ji ber bandora dewletên herêmî bi nivîskî nehatiye îmzekirin, tenê li ser gotinan maye. Em dizanin ku bandora Tirkiyeyê li ser rêveberiya Şamê gelek zêde ne. Midaxeleya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê li ser dijberiya kurdan e. Feydeya vê helwesta dij-kurd, ne ji Tirkiyeyê re, ne ji kurdan re û ne jî ji Rojhilata Navîn re heye. Ji ber vê jî, divê Tirkiye demek zûtir li navxwe, li Rojhilata Navîn û li tevahiya cîhanê dest ji polîtîkayên xwe yên dij-kurd berde û gavên pêwîst ên ji bo domandina pêvajoya aştî û civaka demokratîk biavêje.
Sedsala dawî û geşedanên pêk hatî nîşanê me dan ku bêyî naskirina maf û biryara diyarkirina çarenivîsa kurdan, li Rojhilata Navîn aramî û aştî ne pêkan e. Yan dê bi rêbazên demokratîk mafê xwebirêvebirina kurdan bê naskirin an jî geşedanên Rojhilata Navîn çareseriyên cuda xwe li herêmê ferz bikin. Wekî ku birêz Ocalan jî dibêje, ‘Kurd êdî ne bê vebijêrk in.’
Pêşniyar û gotineke min jî ji bo partiyên siyasî yên mixalefet, rewşenbîr, rojnameger, bawermend û demokratên Tirkiyeyê heye. Bila baş bê zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û mafê xwebirêvebirina kurdan, rola birêz Abdullah Ocalan roleke sereke ye. Ji bo azadiya fizîkî, siyasî û hiqûqî ya birêz Ocalan, biryara DMMEyê ya mafê hêviyê ya ji bo Ocalan ku Ocalan vê biryarê wekî ‘hêmanên hêviyê’ bi nav dike, lê xwedî bê derketin. Ji ber ku heta çareseriyeke mayinde neyê bipêşxistin û Ocalan azad nebe, hemû girtiyên siyasî azad bibin jî wê dîsa werin girtin. Ji mînakên berê em vê baş dizanin. Lewma divê hemû partiyên siyasî yên mixalif, rojnameger, rewşenbîr, sosyalîst, bawermend û demokrat, ji bo ‘hêmanên hêviyê’ ango ‘mafê hêviyê’ û azadiya Ocalan bangawazî li dewlet û desthilatdarê bikin da ku gavên siyasî, huqûqî û zagonî bên avêtin.
