13 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Kî zeytûnan didize?

Komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê ku axa Efrînê dagir kirine, darên zeytûnan ên welatiyan talan dikin. Komên paramîlîter di meheke dawî de, li Efrînê zêdetirî hezar darên zeytûnan birîn û bi sedan çewal zeytûn dizîn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku 4 mijdarê zeytûnên gundê Kotana yê bajarokê Bilbilê yê Efrînê hatin dizîn û çiqilên daran hatin şikandin. Rêxistinê diyar kir ku komên çete li baxçeyên welatiyên Efrînê Mistefa Ehmed Çolaq, Yehya Seydo Horo, Mistefa Ehmed Meimiş, Mihemed Îsa Meimiş, Behrî Xelîl, Menan Qadir Seydo, Xelîl Nûrî Horo zeytûn dizîne.

Girêdayî heman mijarê, serçeteyê çeteyên dewleta tirk a dagirker ê bi navê Ebû Cuma tevî Ebdulhefîz Berekat destê xwe danîn ser berhemên gelek welatiyên gundê Hesendêra yê girêdayî bajarokê Bilbilê. Nûnerên rêxistinê diyar kir ku çeteyan nehişt şênî Ebdulcelîl Îdan baxçeyê xwe ya ji 200 daran pêk tê, cot û kesaxe bike. Nûneran di raporê de dan zanîn ku baxçeyê welatî li kêleka gundê Şealê ye. Çeteyan ew bi zorê ji nav baxçe derxist.

150 dar talan kirin

Rexistinê da zanîn ku 31ê cotmehê, komeke girêdayî Tirkiyeyê di 2 rojan borî de bi kêmanî 150 darên zeytûnan talan kirin û şikandin. Rêxistinê da zanîn ku li ser rêya gundê Heyat-Deşta Ketixê yên gundewarên Efrînê derdora 150 darên zeytûnan ên şêniyê bi navê Şukrî Dimilî talan kirin û şaxên wan şikandin.

50 dar dizîn

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyeyê ragihand ku 27 cotmehê komeke niştecihan berhema  zêdetirî 50 darên zeytûnê dizî. Darên zeytûnê yên kesên bi navê  Şukrî Elî Murad, Mihemed Elî Murad û Îbrahîm Elî Murad in ku ew şêniyên gundê Bîkê yên Efrînê ne.

Nûnerên rêxistinê destnîşan kir ku di çend rojên borî de (beriya 27ê cotmehê) wan dizîna zêdetirî 900 darên zeytûnê yên gund û bajarên Efrînê belge kiriye. Ev yek bi destê serçeteyên komên çete yên girêdayî dewleta tirk a dagirker ku bi navê berpirsên “aboriyê” tê nasîn pêk tê. Wan serçeteyan ji 100 heta 300 kes anîne herêmê û weke kom bi çeteyan re zeytûnan didizin.

Rêxistinê diyar kir ku hin berhemên hatine dizîn, li gundê Kurdo yê bajarokê Bilbilê ye. Çeteyê bi navê Ebû El Iz ku serçeteyê Ceyş El Nuxbê ye, beriya 2 rojan berhemên zêdetirî 200 daran dizîn ku xwediyê wan Cemal Reşîd Reşkêlo ye.

500 ciwanan zeytûn dizîn

Nûnerên rêxistina mafên mirovan ragihand ku çeteyan, 21ê cotmehê, li gundewarê Efrînê derdora 150 kîsên zeytûnan ên Hisên Mihemed Hemo û Îbrahîm Mihemed Hemo û derdora 500 çewalên din ên şêniyê bi navê Ebdurehman Kolîn Hemo dizîne.

Nûnerê Mafên Mirovan Îbrahîm Şêxo têkildarî dizî û talankirinê anîbû ziman ku buroya aborî ya girêdayî rêveberiya Efrînê ya girêdayî dewleta tirk hîn jî tiştên zehmet li welatiyên vedigerin gundên xwe ferz dike û wiha gotibû: “Wekî belgeyên erdan, heke xwediyên erd miribin, mîrasê dixwazin. Rê nadin welatî beriya 15ê cotmehê zeytûnan berhev bikin. Li aliyê din, komên çete yên girêdayî dewleta tirk û malbatên wan li ber çavê dewleta tirk zeviyên welatiyan talan dikin.”

Dest danîn ser darên zeytûnan

Komên paramîlîter ên Hemzat û Emşat ên girêdayî dewleta tirk, 5ê îlonê, hezar darên zeytûnan ên malbata Bîlal Oso ya ji gundê Elî Jaro yê bajarokê Bilbilê yê Efrînê desteser kirin. Çavkaniyên xwecihî daxuyand ku çeteyan kokên darên zeytûnan bi rengê sor boyax kirin. Ev yek îşaretê pê dike ku demsala îsal ji bo wan e û desteser kirine. Hevjîna Bîlal Oso ya bi temen, da ku xweyîtiyê li darên xwe yên zeytûnan û mala xwe bike demek berê vegeriyaye gundê xwe.