Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku roja 8ê mijdarê propagandaya ji bo hilbijartinê bi dawî dibe. 9ê mijdarê jî pêvajoya dengdanê ya taybet wê dest pê bike. Amadekariyên ji bo hilbijartina dema şeşemîn a parlamentoya Iraqê bi pêşengiya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê berdewam dike. Komîsyonê diyar kir ku roja 9ê mijdarê pêvajoya dengdana taybet ya ji bo hilbijartina parlementoyê dest pê dike û 11ê mijdarê jî dengdana giştî dest pê dike. Şîrovekarên siyasî yên li Iraqê diyar dikin ku hilbijartin dê di jêrbandora nakokiyên siyasî yên Amerîka û Îranê de pêk bên. Siyasetmedar tînin ziman ku ji bilî Amerîka û Îranê, Tirkiye û welatên din jî hewl didin bandora xwe li hilbijartinê bikin.
Li gorî agahiyên komîsyonê, dê 304 çavdêrên navdewletî çavdêriyê di hilbijartina parlementoya Iraqê de bikin. Dê zêdetirî hezar û 500 rojnamevanên navxwe û navdewletî jî pêvajoya hilbijartinê bişopînin.
Hezar û 110 maf binpê kirin
Berpirsê Navenda Metro ya Parastina Mafê Rojnamevanan Rehmen Xerîb bal kişand ser binpêkirinên di dema propagandaya dema şeşemîn a hilbijartina parlementoya Iraqê de hezar û 110 binpêkirin hatine tomarkirin. Rehmen Xerîb, da zanîn ku herî zêde binpêkirin li parêzgehên weke Bexda, Mûsil, Hewlêr û Silêmaniyê hatine tomarkirin.
Iraq di rewşeke aloz de ye
Rojnameger û çalakvanê siyasî yê başûrê Kurdistanê Hawkar Ezeb Mîke derbarê hewaya hilbijartina ku wê 11ê mijdarê li Iraqê pêk bê, axivî. Havkar Ezeb Mîke anî ziman ku ji hilbijartina parlementoya Iraqê re çend roj mane û got: “Çavê me tevan li wê rojê ye ku hilbijartin bê pirsgirêk pêk were û bi dawî bibe. Ji ber ku çavê me tevan li wê yekê ye ku piştî hilbijartinê pêk bê, guherînên giştî li herêmê û bi taybet li Iraqê pêk bên. Iraq di rewşeke nediyar de ye. Dibe ku hilbijartin bibe deriyeke guherînên mezin li welêt. Di warê praktîzekirina demokrasiyê de, Iraq di asteke xirab de ye. Ya ku niha bi navê hilbijartinê pêk bê zêdetirî xwe dişibe seneryoyeke ji bo kişandina wêneyê siberoja welêt, ne ku proseyeke demokrasiyê ye. Têkildarî herêma Kurdistanê, partî û aliyên tevlî hilbijartinê jî bibin; weke du aliyên hêzên desthilat Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) wê li pêşiya dengan bin, her gav yek bibe yekemîn û yê din jî duyemîn be. Ji ber ku ew xwedî hêz, pere û desthilat in, ji bo berjewendiyên partiya xwe ne dudil in.”
Hawkar Ezeb Mîke, da zanîn ku propaganda û pêşbirkeke xurt heye di navbera aliyan de û got: “Ji bo her yek herî zêde deng û kûrsî li parlementoyê bi dest bixe dibeze. Li gorî berê propagandayên niha hinek din nermtir in.”
Gel bêhêvî ye
Mîke anî ziman ku bi şêwazeke giştî civak û gel ji guherîn û veguherînên bi hilbijartinê bên kirin bê hêvî ne û wiha lê zêde kir: “Çav li rê ne ku baykot û neçûna ser sindoqan pir zêde be. Ev yek jî çavkaniya xwe ji rewşa neasayî, krîzên aborî, nebûna mûçe ya çend salên borî ya li başûrê Kurdistanê digire. Piranî aliyên biçin ser sindoqan jî alîgir û kadro ne ku ji partiyan sûdê werdigirin. Nexwe weke civak û kesên asayî ti baweriya wan bi hilbijartinê nîne. Ji ber ku baş dizanin ku pêngavên guherîn û veguherînê bi rêya hilbijartinê pêk nayên.”
Bandora çavdêran li ser hilbijartinê tune ye
Hawkar Ezeb Mîke herî dawî destnîşan kir ku ji 30 salên borî mirov dikare derbixe ku hebûna çavêdêriyê ya li hilbijartinê ti bandoreke xwe nîne û wiha bi dawî kir: “Nafikirim ku niha jî hebûna çavdêran bandorê li encamê bike. Ji ber ku sîstema hilbijartinê û yasaya komîsyonê, bîr û ramanên aliyên siyasî ti rol û misyon ji bo gotinên çavdêrên hilbijartinê nehiştiye. Bi dîtina min eger hemû çavdêrên navxwe û navneteweyî jî diyar bikin ku di pêvajoya hilbijartinê de sextekarî û dizî pêk hatiye, ji ber giliyê wan bandorê li yek dengî nake, ne dengek zêde ne jî kêm dike. Di hilbijartinên başûrê Kurdistanê û Iraqê de mafê dengdar, namzet û partiyan hatine binpêkirin, li aliyê din partî û namzetên xwedî hêz û desthilat karîne mafên yên din binpê bikin. Ev hilbijartin jî bê sextekarî nabe, her kes vê dizane û heta astekê jî asayî bûye.”
