10 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Berdana Rojîn Dûrmaz careke din hat taloqkirin

Berdan girtiya siyasî Rojîn Dûrmaz cara duyemîn ji bo 6 mehan hate taloqkirin.

Berdana Hevseroka HDPê ya Dêrika Mêrdînê ya berê Rojîn Dûrmaz ji aliyê Desteya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgeyê ya Girtîgeha Girtî ya Jinan a li Amedê ve bi hinceta “rewşa baş nîne” cara duyemîn ji bo 6 mehan hate taloqkirin. Desteya Çavdêrî û îdareyê ji bo daxwaza veguhestina ji bo Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê weke “nîşaneya meyla rêxistinî” hesiband û kir yek ji hincetên taloqkirina berdanê.

Rojîn Dûrmaz ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Mêrdînê ve di sala 2019an de bi îdîaya “endametiya rêxistinê” bi 9 salan cezayê girtîgehê hatibû cezakirin. Rêveberiya girtîgehê tevlîbûna Rojîn Dûrmaz a beriya niha li greva birçîbûnê, her wiha 14 cezayên dîsîplînê weke “çalakiya rêxistinî” şîrove kir.

Desteyê berdana Dûrmaz guncaw nedît û li gorî vê yekê wê nirxandina berdanê ya di dorê de Nîsana 2026an de bike.

Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin biryar xist rojeva Meclîsê û ji Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç daxwaza daxuyaniyê kir.