10 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hilbijartinên Iraqê dê sibê bêne kirin

Li Iraqê û herêma Kurdistanê sibe bi milyonan mirov wê ji bo hilbijartinên serdema 6'an a parlamenta Iraqê dengê xwe bi kar bînin.

Li Iraq û Herêma Kurdistanê sibe hilbijartina Parlamentoya Iraqê pêktê. Duh dengdan taybet di saet 07:00an de destpê kir û heya saet 18:00an bi beşdariya milyonek û 313 hezar û 980 dengderên hêzên ewlekariyê yên Iraq û Herêma Kurdistanê, pêkhat.

Sibe jî (11ê Mijdar) dengdana giştî tê kirin ku bi awayek giştî mafê 21 milyon û 404 hezar kesan yê dengdanê heye.

Sibe wê 31 hevpeyman (tifaq), 38 partî, 75 namzetên serbixwe ku ji 7 hezar û 769 namzetan pêk tê, ji bo bidestxistina 329 kursiyên Parlamentoya Iraqê wê bikevin pêşbaziyê.

Proseya hilbijartinê ji 809 navendên dengdanê yên li seranserê Iraqê dê bê kirin, bi ser 4 hezar û 501 sindoqên dengdanê hatiye belavkirin.

Proseya dengdanê di sibe saet 07:00an de destpê dike û saet 18:00ê dewam bike.

Tê payîn piştî 24 saetan encamên hilbijartinê bi awayêk ne fermî bên ragihandin.