10 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bajar ji nû ve tên sazkirin

Hevseroka GABBê Neslîhan Şedal derbarê bajarên jinan ên ku hatine îlankirin de got: “Di bajarên heyî de li her qadê çanda zilamtiyê tê afirandin. Di nav wan bajaran de ji bo jinan û ji bo kesên ku hez bikin li gor pîvanên exlaqî û polîtîk bijîn, cih tune ye. Li hemberî vê jiyana bêwate divê ku bajar dîsa bi aqil û ruhê jinan bên avakirin.”

Hişmendiya mêrperest a ku li ser berjewendiyên mêran hatiye avakirin, ji destpêka avabûna xwe heta niha bandora xwe li ser hemû jiyana civakê dike. Di nav bajarên ku hatine avakirin de, ji plansaziya bajêr heta îmar û avahiyan li gor hişmendiya mêrperest hatine avakirin. Xweza di nav van bajaran de hatiye qirkirin. Çanda jinan ku bûye malê civakê, tune hatiye hesibandin.

Partiyên kurd ên ku li ser perspektîfa azadiyê hatine avakirin di hemû xebatên xwe de hewl dane ku di rêvebirinê de wekheviyekê ava bikin. Kotaya jinan a ku di destpêka xebatan de esas hat girtin û hevserokatiya ku li hemû saziyan tê pêkanîn ew hişmendiya mêrperest a di nav siyaset û rêvebirinê de heta astekê kêm kiriye.

Lijneya Rêveberiya Xwecihî ya DEM Partiyê wek berdewamiya van xebatan, li dijî bajarên ku bi hişmendiya mêrperest tên birêvebirin xebata avakirina bajarên jinan da destpêkirin. Destpêkê wek cihê pîlot dê li Amed, Nisebîn, Cizîr, Artemêt û Geverê xebat bên meşandin. Bi îlankirina bajarên jinan hewl tê dayîn ku texrîbata hişmendiya mêrperest ava kiriye ji holê bê rakirin.

Em derbarê îlankirina bajarên jinan û armanca avakirina van bajaran de bi hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê û hevseroka GABBê Neslîhan Şedalê re axivîn.

Lijneya Rêveberiya Xwecihê ya DEM Partiyê bi daxuyaniyekê bajarên jinan îlan kir. Bajarên jinan tê çi wateyê û we çima pêdivî bi îlankirina van bajaran dît?

Dema ku mirov behsa bajarên jinan dike û behsa wateya wan dike, divê ku pêşî em li ser bingeha dîroka bajarên jinan jî bisekinin. Ji ber ku di nav vê dirokê de rasteqîniya bi kîjan hişmendiyê hatiye avakirin û bi kîjan rebazê hatiye birevêbirin heye. Em jî wê rasteqîniyê ji hezaran salan beriya niha de di civakên exlaqî û politîk de dibînin. Bi taybetî jî wateya bajarên jinan; ew bîr û şûnwara bi hişmendiya jinan hatiye avakirin, pîvanên civaka exlaqî û polîtîk di nav xwe de dihewîne. Ew civak bi pêşengiya jinan hatine avakirin û birêvebirin. Watedayîna jiyanê di şexsê jinan de çêbûye. Têkiliya jinan a bi civakê re, ya bi xwezayê re, ya bi kesan re têkiliyek demokratîk e. Piştgiriya civakî jî bi vê felsefeyê re hatiye avakirin. Serdestî, bindestî û hiyerarşî di nav civaka exlaqî û polîtîk de tune ye. Jin û zilam di nav vê civakê de wateyê didin hevdu û hevdu temam dikin. Bi vê nêzîkbûnê jiyan watedartir dibe. Bi taybetî jî hişmendiya zayendperest di nav vê civakê de tune ye. Bi xwezaya xwe jin pêşeng e. Ji ber ku afirandina her pêdiviya civakî bi pêşengiya jinan hatiye afirandin. Hilberîn ji her wiha…  Lê ya herî girîng ew e ku her kesê vê civakê xwedî vîn e. Di rêveberiyê de her kesek xwedî gotin e.

Lê mixabin piştî hişmendiya zayendperet hatiye avakirin, li gor xwe û hişmendiya xwe bajar ava kirine. Ev bajar jî çanda zilamtiyê diafirînin. Bajar bi hişmendiya zilamtiyê ve tên birêvebirin. Di nav wan bajaran de ji bo jinan û ji bo kesên ku hez bikin li gorî pîvanên exlaqî û polîtîk bijîn, cih tune ye. Tekiliya jinan a bi civakê re, ya bi jiyanê re û bi taybetî ya bi zilaman re hatiye qutkirin. Bi avakirina van bajaran ve qirkirina jinan, ya xwezayê, ya civakê û di heman demê de ya jiyanê dest pê kiriye. Li hemberî vê jiyana bêwate divê ku bajar dîsa bi aqil, ruh û nêrîna jinan bên avakirin.

We Amed, Nisebîn, Cizîr, Artemêt û Geverê wek bajarên jinan îlan kirin. Gelo çima we destpêkê ev bajar hilbijartin?

Li nav rêveberiyên xwecihî keda hevalên me yên jin pir zêde ye. Îlankirina bajarên jinan jî ji aliyekê ve xwedîderketina li mîrateya van hevalên me yên jin e. Ev rojeveke nû jî nîn e. Demeke dirêj e ku di rojeva tevgera jinên kurd de ye. Em jî îro hem li wê kedê xwedî derdikevin hem jî wê têkoşînê mezin dikin. Ji ber vê yekê di vê pevajoyê de me bajarê Amed navçeyên Nisebîn, Cizîr, Artemêt û Gever wek cihên pîlot diyar kirin. Taybetiya wan bajaran jî dîrokî ye. Li van bajaran çanda jinan a qedîm heye. Potansiyela rexistinbûna jinan jî bi pêş dikeve. Xwedîderketina li ziman, çand û nirxên civakî jî bi peşengiya jinan çedibe. Lê aliyekî din jî, pergal polîtikayên şerê taybet jî bi awayekî berfireh dimeşîne. Her wiha polîtîkayên qirkirina jinan dîsa tên meşandin û xizantiya jinan roj bi roj mezin dibe. Sedema hilbijartina van bajaran, li hemberî van politikayên qirêj, diyarkirina vîn û rengê jinan û birêxistinkirina potansiyela wan a li nav bazarê e.

Heta niha ne wek bajarên jinan bin jî li Viyana, Barcelona û Kerela bi pêşengiya jinan pêdiviyên bajêr tên plansazkirin. Lê wek fikir ya herî nêzî bajarên jinan gundê Jinwarê ye. Lê li vir jî tenê jin dijîn. Hûn ê bi van bajarên ku te navê wan li jor rêz kirin, dê rêveberî û guherîn çawa bin?

Bi taybetî li Viyana, Barcelona û Kerelayê sazkirina bajêr di qada rêveberiyên xwecihî de bi hişmendiyeke wekheviya zayendiya civakî ve tê birêvebirin. Plansaziya bajêr (îmar û mîmarî), neqilkirin, çand, perwerde, tenduristî, polîtikayên civakî û bi taybetî sazî-qadên jinan bi heman hişmendiyê tên sazkirin. Ji bo jin zêdetir tev li qadên jiyanê bibin, li qadan zêdetir bibin xwedî vîn û tev li siyasetê bibin, modelên baş in. Taybetiya Jinwarê jî em dibînin ku di nav şer de jiyaneke azad hatiye avakirin. Her qad bi destê jinan hat avakirin. Di Şoreşa Rojava de dîroka avakirina bajaran ango şerê bajar-gundan xwe nû kir. DAIŞê êrişî jiyana heyî dikir û herî zêde jî çav berdabû bajarên jinan ê Palmîrayê. Wek tê zanîn ji hezaran salan beriya niha Palmîra bi pêşangiya Keybanû Zenûbyayê hatibû birêvebirin û rêngê jinan, çanda jinan li bajêr bi pêş ketibû. Li rojavayê Sûriyeyê jî çanda jinan qedîm e. Têkoşîna jinan xwedî bingeheke xurt e. Ji ber ku li ser vê axê çanda jinan xwedî bingeheke xurt e lewma li ser vê axê şoreşa jinan pêk hat. Jinên ku ji tundiya hişmendiya mêrperest reviyan li ser vê bingehê gundê Jinwarê ava kirin. Niha li vî gundî her qada jiyanê bi destê jinan tê avakirin. Jin hildiberînin û xweparastina xwe pêk tînin.

Bajarên ku demek e dirêj e em li ser difikirin jî li hemberî modela rêveberiyên xwecihî yên netewe-dewletê, avakirina modela demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan e. Em dixwazin vê pergala ku bingeha xwe ji civakê digire dîsa civakî bikin. Di modela netewe-dewletê de cihê jinan tune ye. Jin xwedî vîn nîn e. Plansaziya bajêr bi hişmendiya zayendperest tên avakirin. Li hemberî vê di serî de ji bo birêvebirina civakê û avakirina politîkayan pêwistî bi nêrîn û aqilê jinan heye. Armanc ev e ku hem li ser jiyana xwe hem li ser jiyana civakê bibe xwedî gotin. Dîsa piştgiriya civakî bi pêşengiya jinan divê were avakirin. Dîsa armanc ew e ku di rêveberiyan de temsîliyeteke wekhev, bi modela hevserekotiyê re rêveberiyeke demokratîk ava bikin. Rêveberiya xwe û civakê bikin. Her kesek bi rengê xwe, bi nasnameye xwe, bi baweriya xwe û nirxên xwe yên civakî ve tev li rêveberiyê bibe. Em dixwazin û hewl didin ku rêveberiyeke pirçandî, pirzimanî, pirbawerî, pirnasnameyî ava bikin.

Dê di nav van rêveberiyên bajarên jinan de bi taybet ji bo jinan dê hejmara saziyan bê zêdekirin ango kîjan sazî dê bên avakirin?

Jixwe dê plansaziya bajaran bi nêrîn û perspektîfa jinan were amadekirin. Di encama plansazkirina van bajaran de dê saziyên jinan ên wek; navendên jiyanê, navendên jinan ên piştgiriyê, navendên jinan ên çandê, navendên jinan ên werzîşê, qadên jiyana azad ji bo jinan bên vekirin.

Her wiha dê îmareke ekolojîk, mîmariyeke bêhiyerarşî, kuçe û kolanên ewle werin esasgirtin. Di nav van bajaran de dê civakek bêhiyerarşî û bêçîn a ku bi aqilekî kolektîf were birêvebirin tên hedefkirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di nirxandinên xwe de behsa bajarên jinan û rola jinan a di vê pêvajoyê de dike. Li gorî nêrînên te avakirina van bajaran dê bandoreke çawa li ser pêvajoyê bike?

Rêberê gelan, azadiya civakê bi azadiya jinan ve girê dide. Di heman demê de, dibêje aştî jî civaka demokratîk jî dê bi pêşengiya jinan ava bibe. Li civakên ku rengê jinan lê tune ye, jin ne xwedî gotin an jî em bibêjin li nav rêveberiyan jin tune bin, em nikarin behsa demokrasiyê bikin. Demokrasiyeke bê jin ne pêkan e. Hem xurtkirina rêveberiyan hem avakirana polîtikayan û sazkirina bajaran dê demokrasiyê jî xurttir bike. Li aliyekî jî ev sazkirin ne tenê bi awayekî fizîkî ye. Her wiha ev înşakirina civakê ye jî. Înşakirina hişmendiyê ye jî. Ji ber vê yekê hişmendiya civaka exlaqî û  polîtîk jî wê bê ava kirin. Ev jî bi rêya komunên jinan dê pêkan bibe. Komunên akademiyê, çandê, tenduristiyê û aboriyê (em dikarin li li gorî taybetmendiyên bajaran bifikirin), dê civakê birêxistin bikin. Piştgiriya jinan di nav van komunan de wê xurttir bibe. Her jin wê xwe tê de bibîne û bibe xwedî vîn. Ji bo ku civak azad û demokratîk bibe, li nav wan komunan dê birdoziya rizgariya jinan û pivanên etîk-estetîkî bibin civakî. Bi vî awayî reng, giyan, aqil û nêrîna jinan çiqas li ser bajaran tesîr bike, civak jî ewqas dê bibe civakeke demokratîk.

Neslîhan Şedal Kî Ye?

Sala 1988an, li Geverê ji dayik bûye. Civaknas e. 25 sal in li Wanê dijî. Dibistana navîn û lîseyê li Wanê xwendiye. Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Karatekîn a Çankiriyê xelas kiriye. Gelek proje amade kirine li ser perwerdehî û aboriya jinan. Sala 2016an piştî ku qeyûm tayînî ser şaredariyê hat kirin, ji peywira xwe ya şaredariyê îstîfa kir. 31ê adara 2024an wek hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê hat hilbijartin lê qeyûm li cihê wê hat tayînkirin. Niha hevserokatiya GABBê dike.