10 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pîvanên Qonaxa Pozîtîf çi ne?

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Divê Veguherîna Civakî û Sazûmaniya Dewletê ji nû ve bê nîqaşkirin û li gorî berjewendiyên civakê bê avakirin. Her wiha sazîbûna sîstemeke nenavendî ku rêveberiya herêmî ya ku li gorî rastiya pêkhatiyên herêmê nas dike bê avakirin

Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê hefteya borî bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anî. Naveroka hevdînê bi peyamekê ji raya giştî re aşkere kir. Yek ji mijarên zêde derket pêş û bal kişand ser xwe, nirxandinên Rêber Apo yên ji bo pêvajoyê û tespîtên derbarê qonaxa pozîtîf de bûn.

Rêber Apo, bi qonaxa pozîtîf, îşaret bi pêvajoya çareseriya pirsa kurd ji merheleyeke taktîkî ya rawestandina şer, ber bi merheleyeke stratejîk a avakirina sîstema nû ve dibe. Ev dabeşkirin, ku di lêkolînên aştiyê de xwedî cihekî girîng e, dihêle ku em gavên hatine avêtin û pêwîst e bên avêtin, analîz bikin.

Aştiya negatîf ne armanca dawî ye, lê şertê pêşîn ê çareseriya siyasî ye. Pênaseya wê ya bingehîn “tunebûna şerê çekdarî” ye. Agirbest, bidawîanîna şêweyê têkoşîna çekdarî, şewitandina çekan û vekişîn, hemû bi hev re nîşan didin ku aliyekî sereke yê vê pêvajoyê bi awayekî yekalî û radîkal dev ji amûra têkoşîna çekdarî berdaye.

Lê di vê pêvajoya hessas û krîtîk de dem bi dem dewleta tirk li bakurê Kurdistanê liv û tevgerên xwe yên eskerî dewam kirin. Ev yek nîşan dide ku dewleta tirk di vê qonaxê de “pêwîstiya diyalogê” negirtiye ser xwe. Aştiya negatîf, bi awayekî sereke, bi fedakariya aliyekî ve tê birêvebirin. Bi vî awayî, qonax bi temamî bi dawî nebûye. Ji ber ku berpirsiyariya rawestandina şer a dualî bi awayekî zelal nehatiye bicihanîn.

Merasima şewitandina çekan li şikefta Casenê, di dîroka tevgera çekdarî de gaveke dîrokî û biryara ragihandina veguherîna siyasî ye. Ew veguherîna ji merheleya leşkerî ber bi merheleya siyasî û demokratîk ve dide nîşandan. Aştiya negatîf, her çendî “gavên pir mezin” bin jî, tenê dikare “lihevkirineke demkî ya bêşer” pêk bîne. Ji bo çareseriyeke esasî, divê ber bi qonaxeke kûrtir ve biçe. Aştiya pozîtîf tê wateya tunebûna sedemên bingehîn ên şer û hebûna edaleteke civakî, siyasî û aborî. Ev qonax xwedî pênaseya jinûve-înşakirina têkiliyên civakî ye.

Edaleta veguhêz ango tanzîmkirina edaletê, di vê merheleyê de, ne tenê cezakirin, her wiha rûbirûbûna rastiyê pir girîng e. Afrîqaya Başûr ev qonax bi avakirina Komîsyona Heqîqet û Lihevkirinê bi rê ve biriye. Komîsyona ku bi awayekî serbixwe û bê alî kar kiriye, ne tenê şer rawestandiye hiştiye ku maxdûrên şer jî ji vê pêvajoyê sûdê werbigrin. Lewma îro ev pêvajoya serketî di dîrokê de wek mînak tê dayin.

Yek ji sedema bingehîn ên pirsgirêka kurd, siyaseta înkar û tunekirina nasnameyên çandî û neteweyî ye. Di qonaxa pozîtîf de, naskirina wan nasnameyan bingeha herî sereke ya ji bo bidawîkirina şer e. Bêyî vê naskirinê, aştî pêk nayê û daxwazên bingehîn ên gelên herêmê jî pêk nayên. Di vê mijarê de pênaseya Rêber Apo ya pêvajoya bihevre-veguherînê girîng e. Ev pênase nîşan dide ku çareserî ne peymaneke “teslîmbûnê” ye, lê veguherîneke dualî ye.

Di vê çarçoveyê de lihevkirina aliyan tê wateya erêkirina pergaleke siyasî ya nû. Di vê pargalê de ne tenê daxwazên aliyê kurd û dewletê, yên hemû pêkhatiyên herêmê esas tên girtin. Lewma ev lihevkirin dê bibe destûreke bingehîn a nû. Di vê serdemê de, diyalog û muzakere amûrên sereke ne. Muzakere ne tenê di navbera rayedar ango berpirsên leşkerî û siyasî de, di demê de, di navbera hêzên civakî de jî pêwîstiyeke girîng e. Ev yek nîşan dide ku hêza civakî di pêvajoyên wisa de dibin aktorên sereke. Lewma weke Rêber Apo di banga xwe ya Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê de dibêje, ev pêvajoya aştiyê wê li ser pirensîbên bingehîn ên civakî û demokratîk bê meşandin.

Yek ji hîmên sereke yên banga Rêber Apo ji bo çareseriyê “Entegrasyona Demokratîk” e ku vê weke rêya herî maqûl destnîşan dike. Ev model ne cudabûn, lê di nav komara demokratîk de parvekirina hêza civakî û demokratîk esas digire. Rêber Apo di manîfestoya xwe ya Aştî û Civaka Demokratîk de vê di bin 7 sernavan de bi berfirehî hewcedariyên wê datîne holê.

Lê ji bo bi silametî ev pêvajo bi rê ve biçe pêwîst e ku di çarçoveya hin xalên sereke de demildest gav bên avêtin. Li ser banga Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurdistanê erk û berpirsyariya dikeve ser milê wê bi kongreya xwe 12emîn a PKKê û biryarên kongreyê aşkere helwesta xwe nîşan da. Piştî kongreyê gavên ku hatine avêtin jî nîşaneya vê helwestê ne. Lê ev pêvajoya wisa diyar e ku bi yekalî naçe serî. Ji bo wê jî “Înşakirina Baweriyê” weke pêwîstiyeke vê qonaxê derdikeve pêş. Di vê qonaxê de, çalakkirina mekanîzmayên şefafiyetê û garantiyên qanûnî yên baweriya ji bo pêvajoyê wê xurttir bike.

Divê Veguherîna Civakî û Sazûmaniya Dewletê ji nû ve bê nîqaşkirin û li gorî berjewendiyên civakê bê avakirin. Her wiha sazîbûna sîstemeke nenavendî ku rêveberiya herêmî ya ku li gorî rastiya pêkhateyên herêmê nas dike, bê avakirin.  Naskirina çand û nasnameyan jî yek ji hîmên herî sereke ya komara demokaratîk e.  Ev yek li ser hîmê rêzgirtina qanûnî ji bo ziman, perwerde û temsîliyeta siyasî ya gelan e. Di halê heyî de pir aşkere ye ku pêkanîna vê yekê bêyî reformeke destûrî ne pêkan e.

Di çarçoveyê de pêwîstî bi reformên hiqûqî û destûrî jî hene. Pêwîst e ku xalên destûrî yên ku tevahiya netewe û nasnameyan tenê wekî tirk bi nav dikin, li gorî prensîbên civaka demokratîk û wekheviya pêkhatiyên di bin sîwana komara demokratîk de xwe temsîl bikin, bên sererastkirin. Bi vê yekê welatîbûna demokratîk û wekhev dikare bê avakirin.

Dîsa dikare berfirehkirina qada siyasî jî bê nirxandin. Divê bi yasayên nû pêşî li beşdariya kesên çekên xwe şewitandin bê vekirin ku ew bikaribin di qada siyasî de xwe îfade bikin. Ger ev kes di zemîneke meşrû de bikaribin xwe li qadên cuda ên civakê îfade bikin, wê ev yek ji bo silametî û pêşxistina vê pêvajoyê jî bibe gaveke erênî.

Li gorî vê yekê, em dikarin pêvajoya pozîtîf weke “înşakirina aştiyê” bi nav bikin. Ev pêvajo li hin welatan zû bi encam bûye. Lê  li welatên wekî Tirkiyeyê ku nakokî gelek in û siyaseta înkarê xurt e, demek jê re lazim e. Bêguman, pîvanên serkeftina vê pêvajoyê, Rêber Apo gelek caran bi peyamên xwe bi raya giştî re parve kirin. Pîvana sereke ew e ku ev pêvajo bi tevlîbûna civakê dikare bigihîje armanca xwe ya bingehîn. Civak bi rêxistinkirina xwe, bi israra li ser mafên xwe yên demokratîk û bi parastina qada siyasî ya aştiyane, hêza sereke ye ku pêvajoyê bi pêş bixe û bigihîne serî.