Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), têkildarî xebatkarên belavkariyê yên Çapemeniya Azad ên di meha Mijdarê de hatine kuştin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku belavkarên rojnameyan ji bo heqîqetê bi civakê re parve bikin, bêyî ku ji mirinê bitirsin barekî giran li xwe girtibûn. Hat gotin ku belavkarên rojnameyê di serdema salên 90î de, tevî têkoşîna dijwar jî di têkoşîna rûmetê de di eniyên pêş de cih girtin û wekî neferên artêşa çapemeniyê xebitîn.
DFGê di daxuyaniya xwe de ev tişt ragihand: “Meha Mijdarê, di heman demê de meha rojnamegerên hatine qetilkirin e. Adîl Başkan di 9ê Mijdara 1993yande li Mêrdînê, Yalçin Yaşa di 10ê Mijdara 1993yan de li Amedê, Kadîr Îpeksurer di 19ê Mijdara 1993yan de li Rihayê, Halîl Adanir di 21ê Mijdara 1992yan de li Êlihê, Adnan Işik di 27ê Mijdara 1993yan de li Wanê û Nîhat Yakut jî di 27ê Mijdara 1998an de li Amedê hate kuştin. Di destpêka salên 90î de ku kevneşopiya Çapemeniya Azad ava dibû de ji ewil Halîl Adanir hate kuştin. Ji Adanir heta Kadrî Bagdû, 17 hevalên me hatin kuştin. Her yek ji wan hevalên me, neferên serpêhatiya lehengiyê ne. ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa, ji bo Çapemeniya Azad bigîhije van rojan, gelek ked dan. Ne tenê ked dan, di vê oxirê de canê xwe dan. Em tevekan jî bi rêzdarî û bi hesret bi bîr tînin û dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re dubare dikin.”
