Bavê rojnameger Ferhat Tepeyê ku ji aliye JÎTEMê ve hat kuştin, siyasetmedar Îshak Tepe li Bedlisê jiyana xwe ji dest da. Îshak Tepe di sala 1941an de li Gundê Motkan ê Bêdlisê ji dayik bûbû. Piştî salên 1960î bi awayekî çalak tev li xebatên siyasetê bû. Di nava rêveberiya Partiya Demokrasi Partisi (DEP) û HADEPê de bi awayekî çalak cih girt. Îshak Tepe, ku sala 1984an wekî endamê Meclisa Şaredariya Bedlîsê hat hilbijartin, bi salan alîkariya serokê şaredariyê kir. Sala 1992yan bû Serokê Rêxistina DEPê yê Bedlîsê û bû yek ji nûnerên pêşeng ên siyaseta kurd. Piştî girtina DEPê, di HADEPê de wekî Berpirsê Giştî yê Darayî peywir wergirt, kar û barên darayî-îdarî yên partiyê bi rê ve birin.
Kurê Îshaq Tepe, Ferhat Tepe ku rojnamegerî dikir, di sala 1993an de hat kuştin. Piştî wê 32 salan ji bo edalet pêk bê, li Stenbolê tev li çalakiyên “Dayikên Şemiyê” û Xizmên windayan bû. Malbatê doza Ferhat Tepe biribû Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Tirkiye mehkûm kiribû. Bi vê yekê re, pirsgirêka “kuştinên kujernediyar” xistibû rojeva navneteweyî.
Îshaq Tepe sala 2003yan ji siyaseta çalak vekişiya û pişt re berê xwe de çalakiyên civaka sivîl û çandî. Sala 2011an wekî endamê desteya damezirîner û berpirsê darayî yê Weqfa Beşîkçî peywir wergirt. Îshak Tepe ji bo parastina ziman û çanda kurdî jî xebatên girîng kirin. Sê pirtûkên wî yên ku vegotinên gelêrî û nirxên çandî berhev kirine hene: “Guldeste” (2004), “Apê Kal: Guldesteyek ji Zargotina Kurdî” (2002) û “Mişk û Kêzik: Dabaşa bi Cîhana Tebayan re” (2002).
Wî berhem û kevneşopiya devkî ya kurdan veguhest çanda nivîskî û hem ji bo mezinan û hem jî ji bo zarokan wekî çavkaniyên hêja pêşkî civakê kir.
