9 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Tenduristiya derûnî û edaleta civakî

Edaleta civakî, bi wateya xwe ya herî giştî, têkiliyên navbera civak û takekesan saz dike û armanc dike ku çavkanî, maf û derfetên di nav civakê de bi awayekî adilane li her takekesî bên belavkirin

Tenduristiya derûnî, diyardeyeke aloz û piralî ye ku nikare tenê weke mijareke takekesî bê nirxandin. Rewşên civakî, faktorên bingehîn in ku rasterast şêwe didin rewşa derûnî ya takekesan û divê tenduristiya derûnî weke mafekî bingehîn ê mirovî bê qebûlkirin. Newekheviyên aborî, cudakerî, bêhiqûqî û bêedaletiya civakî rasterast bandorê li rewşa derûnî ya takekesan dike û pirsgirêkên wan ên derûnî yên heyî dijwartir dikin. Ji ber vê yekê, pêwîst e em meseleya tenduristiya derûnî ne tenê ji aliyê klînîkî ve di çarçoveya edalet û wekheviyê de jî binirxînin.

Bandorên bêedaletiya civakî

Di navbera bêedaletiya civakî û tenduristiya derûnî de têkiliyeke xurt û rasterast heye. Tê dîtin ku çiqasî bêedaletiya di nav civakê de zêde dibe, îxlalên mafên mirovan jî ewqasî zêde dibin. Ev herdu diyarde, ew dînamîk in ku hev xwedî dikin û gelek caran ji hev venaqetin. Awayên bêedaletiya civakî yên weke newekheviyên aborî, cudakerî û bêhiqûqî, bi awayekî neyînî bandorê li rewşa derûnî ya takekesan dikin û dibin sedema dijwarbûna pirsgirêkên derûnî.

Weke ku parêzer Eren Keskin di hevpeyvîna xwe de destnîşan dike, bi taybetî kurd li Tirkiye û Kurdistanê bi awayekî sîstematîk rastî îxlalên mafên mirovan tên. Binpêkirina mafê jiyanê, windakirina kesan di binçavan de, şewitandina gundan û îşkenceya zayendî, nemaze salên 90î, bûyerên gelekî dijwar bûn ku bandoreke kûr li ser derûniya civakê hiştin. Îro jî ev îxlal bi awayên cuda didomin; zext û zor li azadiya xweîfadekirin û birêxistîbûnê tê kirin û gelek siyasetmedar, rojnameger û parêzvanên mafên mirovan di girtîgehan de ne. Ev îxlalên mafan bêedaletiya civakî kûrtir dikin. Antropolog Abdurrahim Ozmen jî di çarçoveya asîmîlasyon û etnokujiyê de behsa van polîtîkayan dike û dibêje ku ev polîtîka wek “hewldana afirandina tabula rasayeke erdnîgarî û dîrokî” ne û armanc dikin ku çand û nasnameyên cuda ji holê rakin. Qedexekirina ziman û guhertina navên cihan mînakên vê etnokujiya çandî ne ku bandoreke neyînî li aîdiyet û derûniya mirovan dike. Derûnnasê civakî Ercan Şen jî balê dikişîne ser ku kurd ji ber polîtîkayên cudakarî û asîmîlasyonê yên dewletê di warê gihîştina çavkanî û derfetan de rastî newekheviyê tên û ev yek dibe sedema pevçûnan.

Edaleta civakî, bi wateya xwe ya herî giştî, têkiliyên navbera civak û takekesan saz dike û armanc dike ku çavkanî, maf û derfetên di nav civakê de bi awayekî adilane li her takekesî bên belavkirin. Dema di vê belavkirinê de newekhevî çêdibin û takekes di gihîştina mafên xwe yên bingehîn de rastî astengiyan tên, edaleta civakî pêk nayê. Weke ku tê destnîşankirin, pîşeya xizmeta civakî jî xwe dispêre mafên mirovan û pêkanîna edaleta civakî weke yek ji armancên xwe yên bingehîn dibîne. Civakên ku newekhevî û bêedaletî tê de berbelav in, ji bo xweşhaliya derûnî ya takekesan jîngehên birîsk ava dikin.

Trawma, edalet(î) û derûnnasî

Trawma, weke hemû cure serpêhatiyan tê pênasekirin ku yekparebûna derûnî û laşî ya takekes dihejînin, diêşînin û birîndar dikin. Bêedaletî, dibe ku bixwe trawmayek be yan jî dibe ku bandorên trawmayên heyî kûrtir bike. Pêkneanîna edaletê, qebûlnekirina êşên mexdûran derûniyê hildiweşîne. Dema rastî tê veşartin, binpêkirin nayên tomarkirin, delîl tên tunekirin, înkar serdest dibe, edalet û telafî pêk nayên û rê li ber dubarebûnê nayê girtin, hilweşîna derûnî jî kûrtir dibe. Bi taybetî di wan rewşan de ku mexdûr tê sûcdarkirin an jî darizandin ber bi mexdûr ve tê veguhastin, trawmatîzebûn dijwartir dibe.

Pisporê xizmeta civakî Bilal Yildiz jî diyar dike ku kesên rastî îşkenceyê tên, gelek caran ew kes in ku herî zêde ji edaleta civakî bêpar mane. Îşkence ne tiştekî tesadufî ye; hin kes û kom bi taybetî tên hilbijartin. Li gor raporên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV), piraniya kesên ji ber îşkenceyê serî li wan dane kurd in yan jî ji ber sedemên polîtîk hatine îşkencekirin. Ev yek nîşan dide ku bêedaletiya civakî û îşkence bi hev ve girêdayî ne û kesên muxalif yan jî ji komên etnîk ên cuda zêdetir dibin hedef.

Rewşa ku mirov ji aliyê kes an jî saziyên ku jê bawer dike ve tê sûîstîmalkirin weke “trawmaya îxanetê” tê pênasekirin. Dema dewlet yan jî saziyên wê, berpirsiyariyên xwe yên li hember welatiyan bi cih neynin, wan neparêzin yan jî bixwe bibin çavkaniya trawmayê (wekî mînak îşkence, trawmayên girseyî, polîtîkayên parêzîtiyê/bêcezatiyê) ev cure trawma çêdibe. Parêzîtî/bêcezatî ango di binpêkirina mafekî de nedîtina fail, nedarizandina wî, necezakirina wî û telafînekirina zerera mexdûr, bandora trawmatîk a bêedaletiyê xurtir dike û berpirsiyariya dewletê tîne zimên. Eren Keskin bi taybetî behsa siyaseta parêzîtiyê ya di dozên wendakirina kesan de dike û dibêje ku dewlet bi rêya demborînê rê li ber edaletê digire û Peymana li Dijî Wendakirinên bi Zorê ya Neteweyên Yekbûyî îmze nake da ku vê polîtîkayê bidomîne.

Trawma tenê di asta takekesî de namînin, digihîjin astên kolektîf jî. Trawmayên kolektîf ên ku ji ber sedemên wekî trawmayên girseyî, şer, karesatên xwezayî û komkujiyan derdikevin holê dibe ku bi nifşan bidomin û birînên derûnî vebikin. Ev cure trawma, wekî “trawmayên hilbijartî” dibin beşeke girîng a nasnameya komê û ji nifşekî derbasî nifşekî din dibin. Dema trawmayên hatine jiyîn nehatibin serifandin û şîna wendayiyan nehatibe girtin, bîra trawmatîk derbasî nifşê din dibe. Derûnnasê civakî Ercan Şen jî vê yekê piştrast dike û dibêje ku tecrûbeyên cudakeriyê û binpêkirina mafên mirovan di bîra kolektîf a kurdan de şopên kûr dihêlin.

Rola edaletê di başbûnê de

Ji bo başbûna birînên civakî, pêkanîna edaletê xwedî girîngiyekê ye. Tê gotin ku heta civak guh nede trawmayên hilbijartî û ji bo dermankirina birînan mekanîzma neyên avakirin, dê nasname tûjtir bibin û civak ji hev dûr bikeve. Başbûn, berî her tiştî bi xwegihandina rastiyê-heqîqetê pêkan e. Navlêkirineke dirust a tiştên hatine jiyîn destpêka başbûnê ye, lê başbûna birînê bi raçavkirina heqîqetê bi awayê şênber pêkan e. Têkoşîna malbatên kesên hatine wendakirin, weke Dayîkên Şemiyê mînakeke girîng a vê lêgerîna heqîqet û edaletê ye.

Di vê nuqteyê de, têgiha edaleta başker derdikeve pêş. Edaleta başker, ji cezakirinê wêdetir diçe û armanc dike ku zerera hatiye dayîn bê telafîkirin, têkilî bên başkirin û rê li ber dubarebûna bûyerên bi vî rengî bê girtin. Tê diyarkirin ku edaleta başker prensîbên bingehîn ên weke; pêkanîna edaletê, qebûlkirin û bibîranîna êşên mexdûran, mafê zanîna heqîqetê (erkê dewletê yê tomar û arşîvkirina binpêkirinan), mafê tezmînatê û garantîkirina dubarenekirinê dihewîne. Herwiha tê gotin ku di nav mekanîzmayên edaleta başker de lêborînên fermî, muzeyên bo rûqalîbûna paşerojê, abîde û merasîmên sembolîk jî cih digirin. Abdurrahim Ozmen balê dikişîne ser girîngiya naskirina mafên çandî û zimanî û bidawîanîna polîtîkayên asîmîlasyonê ji bo pêkhatina edaleta civakî ya rastîn. Dema rêyên normatîf (siyasî) ji bo lêgerîna edaletê tên girtin, komên bindest ber bi rêyên ne-normatîf ve tên dahfdan. Ji bo başbûn û aştiyeke mayinde, divê rêyên siyasî yên vekirî û edaleteke rastîn hebe. Di dawiyê de, tê îfadekirin ku divê edalet bibe têgihek ku bingeha wê azadî, wekhevî, mirovatî, hezkirina jiyanê û jiyana birûmet û bi nêzîkahîtêdaneke civakî ji nû ve bê pênasekirin û azadkirin.

Aşkere dibe ku tenduristiya derûnî ji çarçoveya edaleta civakî nayê cudakirin. Bêedaletiyên civakî, ji newekheviyên aborî bigire heta binpêkirinên mafan û polîtîkayên bêcezatiyê, wekî çavkaniyeke bingehîn a trawmayê û xirabûna derûniyê derdikevin pêş. Ji ber vê yekê, pêvajoyên başbûnê, nemaze ji bo trawmayên kolektîf û navnifşî, ji derxistina heqîqetê û pêkanîna edaleta başker ne serbixwe ne. Avakirina civakeke ku tê de her kes xwedî rûmet, wekhevî û derfetên adilane be, ne tenê armanceke civakî ye, şertê bingehîn ê tenduristiyeke derûnî ya giştî û saxlem e jî.

Çavkanî

Dildar, A. (2025). Trawmaya kolektif, veguhastina navnifşî û edaleta başker. Psychology Kurdî, 9(20), 16-20.

Gündüz, G. (2025). Edaleta civakî, mafên mirovan û xizmeta civakî. Psychology Kurdî, 9(20), 31-37.

Kaya, B. (2025). Edalet derûniya mirov hildiweşîne an baş dike? (Wer., Abdulsıttar Özmen), Psychology Kurdî, 9(20), 10-15.

Keskin, E., Özmen, A., Şen, E., & Yıldız, B. (2025). Hevpeyvîn. Psychology Kurdî, 9(20), 21-30.