Di hefteya 1076an de Setenay Yarici diyar kir ku 30 sal in ji bo Abdulkerim Şemsettîn Yûrtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Saritaş edaletê dixwazin. Setenay Yariciyê wiha domand: “Di 27ê cotmeha 1995an de, leşkerên Tabûra Komando ya Geverê, di bin fermandariya Serheng Mehmet Emin Yurdakul de, gihîştin gundê Agaçliyê yê Geverê. Gundî li qada gund hatin komkirin û kal û pîr bi erdê re hatin kaşkirin. Abdulkerîm Şemsettîn Yurtseven ê 73 salî ku di meşê de zehmetî dikişand, Mîkdat Ozeken ê 18 salî û Munur Sarıtaş ê 13 salî hatin binçavkirin û bi wesayîteke leşkerî birin Tabûra Jendermeyan a Navçeya Geverê. Dema ku malbat çûn tabûrê da ku li rewşa wan bipirsin, Serheng Yurdakul got, ‘Ew ê 24 demjimêran werin binçavkirin.’ Lêbelê, dema ku heman malbat roja din vegeriyan, ji wan re hat gotin, ‘Me kes negirtiye, careke din neyên vir.’ Serlêdanên wan bê encam man û careke din ji her sê gundiyan agahî nehat girtin.”
Setenay Yariciyê diyar kir ku bûyer di qeydên Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê de wekî yekîneyeke di bin fermandariya Mehmet Emin Yurdakul de Şemsettin Yurtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Sarıtaş lêxistin hatiye tomar kirin û Şemsettîn Yurtseven miriye. Setenay Yariciyê anî ziman ku Mehmet Emîn Yurdakul, şahidê bûyerê bûye, fermana kuştina du gundiyên din daye, bi baweriya ku ew ê şahidiyê bikin. Setenay Yariciyê bilêv kir ku her du gundî li qada perwerdehiyê ya tabûrê bi îşkenceyê hatine kuştin.
Setenay Yariciyê diyar kir ku doza tevî îfade û îtîrafên şahidan hatiye vekirin, ji ber “delîlên ne bes” bi beraetê bi dawî bûye û got: “Îtîraza Dadgeha Bilind a Îstînafê jî di 2yê nîsana 2001an de hat redkirin. Piştî ku rêyên hiqûqî yên navxweyî qediyan, malbatan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Di parastina xwe ya li hember DMMEyê de, hikûmeta AKP’ê binpêkirin qebûl kir, ‘xemgîniya’ xwe ji bo windabûna sê kesan anî ziman û soz da ku lêpirsîneke bi bandor bike.”
Setenay Yariciyê anî ziman ku ji bo dîtina windayan û darizandina sûcdaran tu gavên berbiçav nehatine avêtin û di salvegera 30yemîn a windabûna wan de lêpirsînek bi bandor xwest. Setenay Yariciyê wiha berdewam kir: “Di derbarê îşkence û mirina sê gundiyên di bin çavan de û windabûna cenazeyên wan de pêvajoyek darizandina rastîn bidin destpêkirin.”
Piştî ku Dayikên Şemiyê ji bo windayên di bin çavan de qurnefîl li Qada Galatasarayê danîn, çalakî bi dawî bû.