8 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Xwendekarên Zanîngeha Bîlkentê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan

Xwendekarên Zanîngeha Bîlkentê, ji bo ronîkrina mirina biguman a Rojîn Kabaîş, li kampusa zanîngehê meşiyan. Di meşê de pankarta “Rojîn Kabaîş întihar nekiriye, bila ATK dîmenên otopsiyê veneşêre” hat hilgirtin û dirûşmên “Qatilan neparêze, bidarizîne”, “Rojîn Kabaîş serhildana me ye”, “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.
Piştî meşê, Hêlîn Berçem Gonulluyê daxuyanî da. Hêlîn Berçem Gonulluyê, bertek nîşanî îdiaya “intiharê” ya Walitiya Wanê û Midûriyeta Emniyetê da û got: “Rapora otopsiyê 28 roj rawestandin, bi malbatê re nehate parvekirin. CD a ku dîmen tê de bû xira bû. Parvekirinên ‘Rojînê întihar nekiriye’ hatin sansurkirin, jinên ku li zanîngehê çalakî lidarxistin bi tundiya polîsan re rû bir û man. Li ser laşê Rojînê DNAyên 2 mêran, li ser kincên wê jî xwîna jinekî hebû. ATK salekî bêdeng ma. Piştî têkoşînê, rapor hate aşkerakirin û di raporê de li ser laşê wê 2 DNA hatin tespîtkirin. Ev yek encama polîtîkayên bêcezakirina dewletê û daraza mêr e. Pêşniyarpirsa ku li Meclisê hat kirin ji bi dengên AKP-MHPê ve hatin redkirin. Ev yek jî astengiya edaletê nîşan dide. Di 9 mehên ewil ên 2025an de 2016 jin hatine kuştin, 225 mirinên biguman in. Heta ji bo Rojînê edalet pêk neyê em ê aram nebin.”
Hêlîn Berçem Gonulluyê di daxuyaniyê de ev daxwazan rêz kir:
* Serdozgeriya Wanê, bila di çarçoveya êrişa zayendî ya biwesf a li gorî TCK 102yê de lêpirsînê berfireh bike.
* Wezareta Dadê, bila der heqê hemû xebatkarên îhmalkar de lêpirsînê bike û bidarizîne.
* ATK a Stenbolê bila raporeke nû amade bike.
* DNAyên li ser laşê Rojînê bila bên aşkerakirin.
* Biryara nehêniyê ya li ser dosyayê bila bê rakirin.
* Delîlên kêm bila bên komkirin û bi awayeke şefaf bên aşkerakirin.
* Kes û saziyên berpirsiyar bila hesabê bidin.
* Bila dewlet erka xwe ya li dijî  mafê jiyanê yê jinan bi cih bîne.
* Ji bo malbata Rojînê bila piştevaniya hiqûqî û manewî bê dabînkirin.
Çalakî, bi banga tevlibûna 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê bi dawî bû.