‘Ji şînan re rêzê bigirin’
Tuncer Bakirhan bal kişand ser astengiyên li dijî şînên endamên HPGê û YJA-Starê yên li Şirnex û Rihayê û ev yek anîn ziman: “Bila dewlet zilmê li gel neke. Pirsgirêk ne bi şer û pevçûnan çareser dibe, divê bi muzakereyan bên çareserkirin. Em êrişên li dijî şînan tên kirin şermezar dikin. Aştî bi rêzgirtina şînê pêkan e. Em wisa dikarin li hev werin. Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya şandeya me de li ser têkiliyên kurd û tirk rawestiyaye û destnîşan kiriyê ku ne bi zimanekî hilweşandinê bi zimanekî çêker û erênî pirsgirêk çareser dibin. Ev jî hevdu qebûlkirinê û entegrasyona demokratîk çêdibe. Ne bi polîtîkayên bişaftinê. Ev jî bi qanûnên entegrasyona demokratîk pêk tê. Heta niha tu gav nehatiye avêtin lê hêvî dikim di demên pêş me de êdî di vî warî de jî gav bên avêtin.”
‘Em ê ji bo mafên karker û kedkaran têkoşîna xwe bidomînin’
Tuncer Bakirhan derbarê pirsgirêka aborî de jî destnîşan kir ku bi hezaran kes bi birçîbûnê re rû bi rû ne û wiha got: “Tevî vê jî desthilat bacên giran li ser welatiyan ferz dike. Ev rewşa xerab di daneyên desthilatê de jî hene. Ev xîzanî şerma vê desthilatê ye. Meaşê asgarî li ber eflasyonê kêm dibîne. Kêdkarên vî welatî jiyaneke mirovî heq dikin. Divê meaşê asgarî bi ser 46 hezaran re be û li gorî enflasyonê jî salê 2 caran were nûjênkirin. Em bi vê wesîleyê berxwedana karkeran careke din silav dikin û dibêjin em li rex we ne. Ev welat dikare bibe welatekî ku karker û kedkaran. Em ê ji bo mafên karkêr û kedkaran jî têkoşîna xwe bidomînin.”
Tuncer Bakirhan li ser geşedanên li cihanê jî axivî û got: “Divê li Afrîkayê ne şer aştiyek pêk were û metîngerî destê xwe ji wir vekîşen. Afrîka bibe cihekî aram û aştiyê û gelê wir jî bigîhîje aramiyê.”
Tuncer Bakirhan di dawiya axaftina xwe de têkildarî çalakiyên ciwanên li zanîngehan jî got ku ew li cem ciwanan in û piştgiriya têkoşîna wan a ji bo zimanê dayikê û mafên wan dikin.
Bakirhan: Divê Demîrtaş û Yuksekdag û hevalên me tavilê bên berdan
Tuncer Bakirhan piştî komcivînê pirsên rojnamegeran bersivand. Tuncer Bakirhan derbarê pirsa têkildarî gotinên Devlet Bahçelî ji bo tehliyeya Selahattîn Demirtaş jî diyar kir ku ew ji Devlet Bahçelî re spas dikin û got: “Devlet Bahçelî rast gotiye. Gelek biryarên DMMEyê hene ku divê hevalên me bên berdan. Divê di serî de Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û hemû hevalên me yên ji Doza Komployê ya Kobanê tên darizandin, gavek beriya gavekê bên berdan.”
‘Divê komîsyon biçe li Ocalan guhdarî bike’
Tuncer Bakirhan li ser pirsa çûna Komîsyonê ya cem Abdullah Ocalan jî got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka sedsalî divê komîsyon biçe bi muxatabe sereke re hevdîtinê bike û demildest li birêz Ocalan guhdarî bike, bi vê yekê pêvajo wê bi pêş ve biçe.” Tuncer Bakirhan bi lêv kir ku heyeta partiya wan îhtîmalek mezin çûna komîsyonê jî ji serokkomar re ragihandiye.
Turk: Niha vegera me ya şaredariyê di rojevê de nîn e
Rojnamegeran piştre jî ji siyasetmedarê kurd Ahmet Turk pirs kirin. Ahmet Turk li ser pirsa vegera ser Hevserokatiya Şaredariyê jî destnîşan kir ku niha bendewariyek wan wiha, rewşek diyarkirî tune ye û ew hewl dide di demên pêş de bi Devlet Bahçelî re bicive.
