Platforma Saziyên Demokratîk, bi pêşengtiya Platforma Şiyar Be, têkildarî Roj Dem Kafeyê ya li Semta Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê ku bi sepanên şerê taybet di rojevê de ye, li pêşiya Mizgefta Ofîsê daxuyanî da. Daxuyanî, bi dirûşma “Em bajarê xwe diparêzin, em destûrê nadin tiryakê û fihûşê” hate dayin. Di daxuyaniyê de Hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên Amedê, rêveberên saziyên sivîl, endamên Platforma Şiyar Be û gelek kes tev li bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevberdevka Platforma Şiyar Be Gulşen Demîr ve hat xwendin.
Li Amedê li dijî fihûş û tiryakê banga ‘xweparastinê’
Platforma Saziyên Demokratîk li pêşiya kafeya Roj-Dem’ê ya li semta Ofîsê ku bi fihûş û tiryakê bûye rojev, çalakiyeke protestoyî li dar xist. Hevberdevka Platforma Şiyar Be Gulşen Demîrê di çalakiyê de banga “xweparastinê” kir.