Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), têkildarî Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016an heta niha girtî ye, bi boneya ku bi sedemên siyasî girtî ye 2 caran biryara binpêkirina maf da. Piştî teqeqzbûna biryarê, parêzerên Selahattîn Demîrtaş ji bo tehliyeyê serlêdan kirin.
Tirkiyeyê, mehek berê rojek ji bo tehliyeya Selahattîn Demîrtaş mabû ku li dijî biryarê îtîraz kiribû. DMMEyê duh jî îtîraza Tirkiyeyê red kir û biryara wê teqez bû.
