9 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Abdullah Ocalan: Divê kurd tev li qanûnîtiya komarê bên kirin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandina xwe ya dawî de wiha got: “Divê diyardeya kurd bi her alî tev li qanûnîtiya komarê bê kirin û ji bo vê jî pêvajoyeke derbasbûnê ya xurt esas bê girtin.”

Daxuyaniya Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, bi vî rengî ye: “Di 3yê mijdara 2025an de me li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke gelekî erênî pêk anîn, ku nêzî sê saetan dewam kir. Tenduristî û moralê wî gelekî xurt bû. Di hevdîtinê de bi kurtasî ev nirxandin kir: ‘Ji bo pêvajoya heyî bi pêş ve bê birin, divê dîrok û sosyolojî bi rengekî hîn cidî bê nirxandin. Girîng e tespîta wê yekê bê kirin ku têkiliya tirk-kurdan weke du sitûnên du hezar salî gihîştiye vê serdemê. Pêwîst e ev herdu sitûn bêne dîtin, fêhmkirin, sererastkirin û bi vî awayî yekîtî bê xurtkirin.

Ne bi destnîşankirina xêzikan, lê bi afirandina asoyekî ku pirsgirêkên me yên rojane jî dihewîne, divê em tevbigerin.

Di nava şert û mercên kêm û sînorkirî de ji bo meseleyeke dîrokî em di nava hewldaneke cidî de ne. Em hewl didin asteke erênî biafirînin, ne neyînî û hilweşîner. Divê diyardeya kurd bi her alî tev li qanûnîtiya komarê bê kirin û ji bo vê jî pêvajoyeke derbasbûnê ya xurt esas bê girtin. Derbasbûna li nava qanûnîbûnê ya bi rengê diyardeyeke bitunî wê hîmên hiqûqî yên Komara Demokatîk qewîn bike.

Derfetên entegrasyona demokratîk ku îro ji aliyê serdemî ve li ber destê me ne, hem herêmî ye hem jî gerdûnî ye. Ji bo em karibin derbasî asta pozîtîf bibin, gelekî girîng e ku di vê pêvajoyê de her kes bi hesasiyet, cidiyet û têgihiştineke berpirsyarane tevbigere.

Li gel hurmetdariyê.’”