Ekolojîst, bi pêşengiya Komeleya Ekolojiyê ya Wanê (WAN Eko-Der) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û bi hevkariya Şaredariya Westanê bi dirûşma “Tu jî berûyekê kom bike, tu jî berûyekê biçîne” dê li Serhedê 700 hezar dar biçînin. Endamên komeleyê yên li taxa Kazaq a navçeya Westanê bi peyama “Tiştên te ji xwezayê wergirtine bide xwezayê” tovên berûyan dan hev. Dê van berûyan li Wan, Mûş, Colemêrg, Bedlîs û Agiriyê 700 hezar û li tavahiya Kurdistanê jî 2 milyon şitilên darên berûyan biçînin.
Bi salan xwezaya Kurdistanê talan kirin
Hevberdevkê Komeleya Eko-Dera Wanê Erdogan Oduk anî ziman ku ji salên 1990î heta banga rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan a 27ê sibatê, xwezaya Kurdistanê di gelek qirkirinan re derbas bû û wiha got: “Bi salan xwezaya Kurdistanê hat qirkirin û talankirin. Di vê qirkirinê de hem heywanên li Kurdistanê, hem daristan û hem jî însanên li vir zerarek gelek mezin dît. Li dijî vê qirkirin û talanê me û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê jî biryar da. Me got li dijî vê qirkirinê divê em xwezaya Kurdistanê ji nû ve zindî bikin. Li şûna daristanên hatine qirkirin, em ê daristanên nû ava bikin. Me biryar da ku li her derê Kurdistanê daran deynin.”
Erdogan Oduk da zanîn ku wekî Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê mehek berê biryara çandiniya daran da û wiha got: “Me 10 roj berê li navçeya Westanê ya Wanê dest bi çandiniya daran kir. Em ê li tevahiya Wanê darên berûyan biçînin. Em ê dîsa meha mijdarê li Botanê jî darên berûyan biçînin.”
Berû kurdistanî ye
Erdogan Oduk, li ser sedema çandina darên berûyê jî got: “Çima darên berûyê? Lewra berû dareke kurdistanî ye. Hem kokên wê axê baş digirin, hem jî ava bin axê paqij dikin. Kokê wê zexm in û emrê wê pir dirêj e. Li dijî talanê zexm e. Em ê payizê li Serhed û Botanê biçînin. Em ê meha nîsanê jî dîsa biçînin. Armanca me li tevahiya Kurdistanê 2 milyon dar in.”
Li bajaran xwe bi rêxistin bikin
Erdogan Oduk li ser xebatên rêxistinkirinê jî ev tişt gotin: “Ji bo parastina xwezayê, xebata Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ya yekemîn, rêxistinkirina saziyên ekolojiyê ye. Armanc ew e ku li her bajarekî saziyek û platformek ekolojiyê bê avakirin. Tevgera Ekolojiyê li ser ekolojiya civakî dixebite. Dîsa li ser ava Kurdistanê xebat tên kirin. Em dizanin ku Kurdistanê tev kirine kanên madenan. Bi taybetî li Cûdî û Gabarê kanên madenan vekirine. Herwiha li geliyê Zîlanê kanên madenê vekirine. Li ser tevahiya axa Kurdistanê qirkirineke mezin heye. Armanca me ew ku em sermayedar û şîrketên dewletê ji axa dûr bixin.”
Hevberdevk Erdogan Oduk bi lêv kir ku dema komele û platform hatin avakirin, dê di serî de li dijî şîrket û sermayedarên ku li Kurdistanê xwezayê talan dikin, bixebitin û wiha axivî: “Ji niha û şûn de li ku dera Kurdistanê xweza bê talankirin em ê li wir bin. Em çûn Bestayê jî û em çûn Agiriyê jî, me li dijî talankirinê xebat kir. Ev xebat têr nakin. Kêmasî gelek in. Divê gelek xebat bên kirin. Xweza ne tenê warê mirovan, warê sewal û hemû zindiyan e. Bi hezaran cureyên sewal û gihayan hene. Ev xweza ya tevan e. Dema em ji gundên xwe koçber bûn, ew sewal û giha li wir man. Di şer de hemû şewitandin û kuştin.”
Erdogan Oduk herî dawî da zanîn ku ew li hemû saziyan digerin û wiha got: “Em li ser qirkirina xwezayê raporê amade dikin. Di şerê 40-50 salan de xwezaya Kurdistanê gelek talan bûye. Em dixwazin di serî de vê talankirin û qirkirina pêk hatî tespît bikin û xwezaya xwe biparêzin.”
