9 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rojava kelandina danûkan

Xelkê bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê bi hatina demsala payizê re dest bi kelandina danûkan kirine. Xelkê Qamişlo kêyfxweşiya xwe ya ji bo vê çandê anîn ziman û gotin: "Bi kelandina danûkan re ew dixwazin çanda xwe ya bi salan vejînin û dilê zarokan xweş bikin."

Di dîroka gelan de, çand yek ji xetên herî bi nirx û pîroz a hebûn û parastinê ye. Her gelek û netewek bi rêya çanda xwe ya kevnar ku bi hezarên salan parastiye û li ser mezin bûye, xwe dide nasîn. Çand bîrdanka gelên sax e, herwiha komek ji nirx, adet û baweriyên ku teşe dide her civakekê. Kurd jî yek ji wan gelên ku xwedî li çanda bav û dayikên xwe derketine û tevî hemû polîtîkeyên qirkirin, pişaftin û asîmîlekirinê yên ku li dijî wan hatine meşandin, bi israr çanda xwe parastina û ji nifşekî derbasî nifşê din kirine.

Em dikarin bêjin, çand, rehna gelan û dengê wan a ku qet nayê jibîrkirin, dîrokê diparêze, pêşerojê ronî dike û reng dide taybetmendiyên mirovî yên erdnîgariyê. Kurdan bi rêya çanda xwe çîrok û dîroka xwe ya bi salan jiyan kirine, vegotine.

Yek ji çandên herî dewlemed û kevnar a kurdan ku bi vejandina wê rûpelên tiştên jiyankirine vekirine, çanda kelandina danûkan e. Danûk ango genim wekî sembola parvekirin, bereket û ruhê hevkariya di navbera mirovan de tê dîtin. Herwiha ji kevneşopiyên gela ne û heta roja me ya îro dewam dike, ji dema ku tovên wê tên çandin heta ku dibin şitil û tên çinîn, xwediyên wê wekî zarokên xwe bi ked û xweydan mezin dikin.

Danûk çawa tê çêkirin?

Destpêkê genim ji kevir û pûş tê paqijkirin û veqetandin. Piştî paqijkirinê tê şûştin û di beroşên mezin de tê valakirin û li ser agirê dar û qurman tê kelandin. Ji du saetan heta sê saetan genim tê kelandin, di dema kelandinê de piçûk û mezin li hev kom dibin, bi hev re dibin alîkar û li hêviya çêkirina wê dimînin. Ya herî xweş di kelandina genim de ew e ku hemû şênî li hev kom dibin û sohbet dikin, hin ji wan jî li derdora agir govend digerînin heta ku genim dikele. Piştî kelandinê, genim li ser banan yan jî rûberên vala tê raxistin da ku ziwa bibe. Piştî zuha dibe ji bo paqijkirina wê ji qaşilan, jin genimê zuhakirinî li bêjinkê dixin.

Niha dema payizê ye û di civata kurdan de kelandina danûkan destpêkiriye.

Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çandiniyê tê naskirin ku piraniya xelkên wê bi rêya çandiniyê debara xwe dikin.‎ Yek ji berhemên sereke li herêmê tê çandin jî genim e û ew jî madeyeke sereke di jiyana xelkê de ye. Di van demên payizê de ger di taxan de qêrîna zarokan û dûmana agir hebe, yekemîn kelandina danûkan tê bîra mirovan. Li aliyekî din ji ber bilindbûna nirxên keresteyên sereke yên jiyana rojane li rojavayê Kurdistanê û kêmbûna dahatên malbatan, berhemên danûkan dibin beşek ji çareseriyên welatiyan ên berdest.

‘Em çanda xwe ya bi hezarê salan diparêzim’

Xelkê bajarê Qamişlo (Rojavayê Kurdistanê) bi hatina demsala payizê re dest bi kelandina danûkan kirin. TEV-ÇAND ji bo vê çandê nede jibîrkirin her sal vê kevneşopiyê danûkan didomîne. Der barê çanda kelandina danûkan de şêniyên Qamişlo ji Rojnameya Xwebûnê re axivîn û kêyfxweşiyên xwe parve kirin.

Jina bi navê Nafiya Beta ku beşdarî çalakiya kelandina danûkan bibû ev tişt anî ziman: “Çandina genim û kelandina wê ji bo me tiştekî pîroz e, ji ber ku bi kelandina danûkan re hem em parastina çanda xwe dikin, debara jiyana xwe dikin hem jî dilê zarokan kêfxweş dikin. Her sal wek van deman piştî çinîna genim em dest bi kelandinê dikin, em beşekî ji bo malê vediqetînin beşa din jî difroşin. Bi taybet ji bilî ku genim tiştekî madî ye ku em pê debara xwe dikin, em çanda xwe ya bi salan jî vejîn dikin, em nahêlin çanda me were jibîrkirin.”

Herwiha Nafiya Beta bang li dayik, jin û temen mezinan kir ku xwedî li çanda xwe derkevin û nedin jibîrkirin, ji ber ku çand hebûn û nasnameya wan e.

Endamê TEV-ÇANDê Mihemed Şêxo jî diyar kir ku divê hemû pêkhate bi hev re xwedî li çand û mîrasa xwe derkevin û got: “Em her sal projeyên bi vî rengî li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar dixin, em xelkê kom dikin û li ber dengê stranan û gerandina govendê, genimê xwe dikelînin. Em weke TEV-ÇAND ku saziyeke çandî ye, herî zêde bi van çalakiyan radibin û dixwazin kêfxweşiyê di dilê gel û zarokan de ava bikin, li gel wê jî bi hev re çanda xwe jibîrkirinê biparêzin.”