Bi armanca piştevaniya bi berxwedana li hember erîşên çeteyên DAIŞê yên li ser bajarê Kobanê ji aliyê gelek akademîsyen, xelatgirên Nobelê, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û saziyên navneteweyî yên mirovî ve 1ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hat qebûlkirin.
Di 11emîn salvegera Roja Kobanê ya Cîhanê de Şîlan Kobanê ya di vê berxwedanê de cih girt û niha weke gaziyeke şer têkoşîna xwe didomîne bi wesîleya 1ê Mijdarê nêrîn xwe bi me re parve kirin.
Şîlan Kobanê diyar kir ku li Kobanê şerekî ku di dîroka mirovatiyê de mînakên wê pir kêm in rû da û got, “Li hember tank û topan jin û ciwanên li ser esasê fikir û bîrdoziya Rêber Apo xwe bi çekan gurçûpêç kiribûn berxwedaneke bêhempa pêş xistin. Ji Girê Miştenûr, heya gundê Dolî yê li Newala Jêrîn, ji gundê Zor Mixarê heya Girê Sêvê di pêşengiya Arîn, Zozan, Êrîş, Viyan, Rûken, Dozdar , Xalê Nayif, Berfîn û bi sedan fedaiyên hêJa de destAnên lehengiyê hatin nivîsandin. Em eger îro li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi serbilindî dijîn ev bi saya wan leheng û egîdên dildarên Rêber Apo ne pêk hat.”
Gaziya şer Şîlanê bal kişand ku berxwedaneke ji îradeya pola li ser xaka Kobanê pêş ket û wiha dewam kir, “Bi berxwedanê tevahî hesab û planên mêtinkar û dagirkeran xerab bûn. Hemû cîhan bû şahidê vê berxwedan û têkoşîna Apociyan. Ew îrade û ruhê li Kobanê di nav berxwedanê de bû, çavkaniya xwe ji têkoşîna Rêbertî digirt. Bi sedan hevalên me bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ li hember wan êrîşên herî hovane şer kirin û çûn şehadetê. Em wan egîdan ti carî ji bîr nekin.”
Şîlan, anî ziman ku berxwedana mezin a li Kobanê ji bo tevahiya gelên azadîxwaz ên cîhanê bû hêvî û got, “Têkoşîn û berxwedana li Kobanê ya di pêşengiya jinan de bû temînata şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ev berxwedana di dîroka Kurdistanê de rê li ber serdemeke ku êdî jêveger nabe pêş xist. Sînorên çêkirî bê wate bûn û gelê Kurd ê li çar parçeyan ji bo parastina Kobanê di heman eniyan de şer kirin. Kobanê bû sembola yekîtî û berxwedanêya tevahiya Kurdistaniyan. Rizgariya Kobanê ya ji êrîşên çeteyên DAIŞê di heman demê de parastin û jiyandina Şoreşa Rojava bi xwe re anî.”
Gaziya şer Şîlan Kobanê axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Di encama vê berxwedana mezin de 1ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin. Berxwedêrên li Kobanê heya guleyên xwe yên dawiyê li dijî çeteyên hov şerê rûmetê meşandin, cîhan û mirovatiyê ji belaya DAIŞê rizgar kirin. Em Roja Kobanê ya Cîhanê li mîmarê Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêber Apo û tevahiya şehîdên me yên rûmeta me ne, pîroz dikin. Ez serbilind im ku di berxwedaneke wer dîrokî de min cih û ji bedena xwe parçeyek diyarî vê xaka pîroz kir. Em ê timî di xeta şehîdên xwe de bêteredut bi serbilindî têkoşîna xwe bidomînin.”
