8 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Wê hemû rojên me Roja Kobanê ya Cîhanî bin

Barîn Sorxwîn Kobanê

Em weke gaziyên şer ên di vê berxwedanê de berdêl dane jî parêzvanên tevahî xaka welatê xwe ne. Ti kes nikare li pêşiya me bibe kelem û me asteng bike. Bi saya şehîdên birûmet Kobanê hat rizgarkirin û me ew serketin diyarî rêber Apo kir.

Çeteyên DAIŞê yên xwedî zîhniyeteke tarî û dijminê mirovatiyê, 16ê îlona 2014an, bi piştevaniya gelek hêzên dagirker dest bi êrîşên xwe yên li hember bajarê kevnar ê kurdan kir. Wan êrişkaran hebûna gelê kurd hedef girt. Wan hewl da ku gelê kurd li rojavayê Kurdistanê têk bibin û li ser erdnîgariya Sûriyeyê tesfiye bikin.

Wan çetayan û mutefîkên wan her tişt plan kiribû, lê haya wan jê tunebû ku xelkê Kobanê dilsozê Rêbertî û Tevgera Azadiyê ye. Parastina xakê ji bo kobaniyan mijareke rûmetê ye û di vê de qet gavan paşde navêjin. Bi vê hişmendiyê xelkê Kobanê got: ‘’Kobanê yê me ye û em ê dest jê bernedin. Bila çete û hevkarên wan werin û xwe biceribînin.’’ Bi vê helwest û fikrê xelkê Kobanê û şervanên azadiyê dest bi berxwedanê kir. Ciwan û jinên birûmet ên li her çar parçeyên Kurdistanê, gerîlayên Apoyî, dostên gelê kurd û kesên ji vê berxwedana birûmet a li hember dijminên mirovatiyê bandor bûn, berê xwe dan warê şeref û kerametê Kobanê. Di vê berxwedanê de gelek şêrejin û mêrxasên çiyayî heta dawiyê şer kirin û çûn şehadetê. Bi sedan lehengên hêja jî birîndar bûn û bûn gaziyên şer.

Bajarê Kobanê bû bajarê berxwedanê û biryara ‘yan serkeftin yan serkeftin’ hat dayîn. Tevî ku serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp  Erdogan got, “Ha ket ha wê bikeve”,  şervanên rêber Apo hemû hewldanên wan pûç kirin, bajarê xwe yê rûmetê bi canê xwe parastin û bi serbilindî çûn şehadetê. Îro jî em di encama vê berxwedanê de qala Roja Kobanê ya Cîhanî dikin. Wan egîdan êrişên hov pûç kirin. Piştrast kirin ku gelê kurd xwedî hêz e û dikare xwe biparêze. Keç û xortên welatê min xwe bi rext û çekan pêçan, berê xwe dan meydanên cengê û hemû hesabên neyar û xayinan têk birin.

Şer li bajar û gundewarên wê belav bû û Kobanê bû meydana berxwedana hesabpirsîneke dîrokî. Ciwanên kurd û enternasyonal qefle bi qefle berê xwe dan şerê xîretê û bi wijdanî şer kirin. Keçên çeleng û xortên delal, bi dil û can destanên lehengiyê nivîsandin. Bi roj û mehan li ber xwe dan heta bajar û gundewarên Kobanê ji çeteyên tundrew paqij kirin û warê xwe rizgar kirin. Ciwanên fedayî canê xwe ji bo bajarê xwe kirin çeper û mertal da ku çeteyên dijminên mirovatiyê di bajarê me de nemînin û gelê me nekeve destê wan tundrewan. Ji Bakur, Başûr û Rojhilat welatparêzan berê xwe da Rojava, li bajarê Kobanê û ketin şerê parastinê.

Rêber Apo bang li tevahî ciwanên kurd kir û got: “Divê hûn seferber bibin, welatê xwe biparêzin.” Ciwanan jî li ser vî esasî berê xwe da Kobanêya warê rûmetê. Xelkê me yê Bakur sînor rakir û kesî nikarî wan rawestîne. Dengê berxwedana Apoyiyan cîhan hejand. Berxwedaniya keç û xortên me bû weke lehiyê û neyar li ber xwe bir. Ew berxwedan jî bi fikir û ramanên rêber Apo xurt bû û gel hat rêxistinkirin. Şer û cenga şehîdên qehreman berhem da û çeteyên DAIŞê, li Kobanê hatin tunekirin.

Me gelek şehîdên qehreman û giranbuha di vê berxwedana rûmetê de wenda kirin. Şêrejin û mêrxasên weke Cûdî, Gelhat, Arîn, Rêvan û bi sedan şehîdên birûmet û fedayî canê xwe di oxira azadiyê de feda kir. Em careke din wan egîdan bi bîr tînin û bejna xwe bi hurmet û minetdarî li hemberî wan ditewînin.

Di encama vê berxwedana biheybet de bi banga dilsozên gelê kurd û dildarên mirovatiyê her sal 1ê mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanî tê pîrozkirin. Em Roja Kobanê ya Cîhanî destpêkê li Rêbertiya xwe, tevahî gel û jinên azadîxwaz pîroz dikin. Em dibêjin wê Kobanê her tim weke keleha berxwedanê bimîne. Em weke gaziyên şer ên di vê berxwedanê de berdêl dane jî, parêzvanên tevahî xaka welatê xwe ne. Ti kes nikare li pêşiya me bibe kelem û me asteng bike. Bi saya şehîdên birûmet Kobanê hat rizgarkirin û me ew serkeftin diyarî rêber Apo kir. Rêber Apo zêdetirî 19 salan li Rojava û Rojhilata Navîn ma û têkoşiya. Şoreşa Rojava her wiha şoreşa jinan û berhema keda rêber Apo ye.