8 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Abdullah Ocalan: Divê rêxistinbûna herêmî were xurtkirin

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan piştî hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re got ku li ser xurtkirina rêxistinbûna herêmî hatiye axaftin.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê Omer Ocalan têkildarî hevdîtina duh (31ê cotmehê) a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi malbatê re, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da.

Omer Ocalan ev tişt parve kir: “31ê cotmehê me bi Birêz Abdullah Ocalan re weke malbata wî hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de xurtkirina rêxistinbûna herêmî û siyaseta gelparêz a ku ber dide têkoşîna demokratîk, hat destnîşankirin. Tenduristî û morale Birêz Ocalan baş bû; silav ji gelê me re şandin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 31ê cotmehê de ji ferdên malbata xwe bi Omer Ocalan, Fatma Ocalan, Berfîn Ocalan û Alî Ocalan re li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hevdîtin pêk anî.