7 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

HSDê li Reqayê li dijî DAIŞê operasyon da destpêkirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk li bajarê Reqayê li dijî şaneyên DAIŞê operasyoneke ewlehiyê da destpêkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku îro operasyoneke ewlehiyê ya berfireh û koordînekirî li bajarê Reqayê dane destpêkirin. HSDê ragihand ku operasyon bi desteka Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî şaneyên DAIŞê hatiye destpêkirin.
HSDê destnîşan kir ku operasyon di çarçoveya berdewamkirina mîsyona wê ya domdar ya şerê li dijî terorê heta qedandina wê ya bi temamî de hatiye destpêkirin. HSDê da zanîn ku piştî bidawîbûna kontrokirina cihên şaneyên DAIŞê û jiholêrakirina gefan bi temamî dê agahiyên zêdetir li ser operasyonê parve bike.