7 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Kesên xwe nas bikin

Di warê muzîkê de, kurdan ronesansek pêk aniye. Muzîka kurdî di qada navneteweyî de jî, hin bi hin cihê xwe çêdike. Nimûneyeke serkeftinê ye.

Di hejmara Xwebûnê ya 303yan de (6 – 12, 2025), Adar Jiyan li quncikê xwe, girîngiya perwerdeya bi ziman, nemaze kurdî, û encamên nebûna perwerdeyê bi berfirehî û hûrgulî datîne ber me.

Li kolana mezin a ji Deriyê Çiyê heta Deriyê Mêrdînê diçe, şaredariya Amedê li herdu aliyên kolanê, hevok û ramanên helbestvan û zanyarên kurdan ên wekî gotinên Celalet Bedirxan (Her kesê ku xwe nas bike, dikare xwe bide naskirin) daleqandine. Karek hêjayî pesindanê ye.

Bazara firotina hêviyên hejaran…

Li nav Sûrê, ne tenê ev kolana li jor heye; li kuçe û kolanên nav Bedenê, bi zimanekî em tê nagihên û piraniya me nikarin bixwînin, bi sloganên din tije ne. Bi hevkariya miftiyê Amedê, dergeh û Hudaparê, zarokên me li dijî xwe û hebûna xwe bi çîrok û çivanokan, di bin navê dîn de bi disîplîna dînî wan ji rê dertînin.

Festîvala wan li Mizgefta Mezin dest pê kir û grûbên li gor temenê xwe cur bi cur li qada Şêx Seîd bi rêzê dabûn pey hevdu. Balkêş bû, zarokên keçik, lixwekirina wan li gor temenê wan cuda bû. Her temenê wan mezintir dibû, libasên wan jî reştir dibûn û her derê wan jî tev nuxumandî bû.

Zimanê wan ê perwerdeyê tirkî û erebî, dirûşmên wan bi erebî û tirkî! Ziman û toreyên xelkên din ên bêgane û kolonyal li zarokên me ferz dikin. Her ciqas dixwazin berê xelkê bidin sikakên kor jî, armanca van hewldanên kolonyalîst û sîxurên wan ew e ku xelk li hember pirsgirêkên aborî, polîtîk û civakî keriyên bêdeng bin! Bi vî awayî jî dixwazin ku tirkî bibe zimanê sereke di jiyana kurdan de û gav bi gav, kurd ji zimanê xwe kurdî bi dûr bikevin. Kesê bixwaze, wek mînak, dergeh û terîqetên dînî yên di nav kurdan de bi çi karî rabûne, yekîtiya dîn û dewletê çi kambaxiyê bi xwe re aniye, kitêba Mehmet Akdogan a bi navê Dengê Zê çavkaniyek zengîn e. Ji xwe hûn kirin û dijminatiya DAIŞê ya li dijî mirovan, nemaze kurdan, ji min bêhtir dizanin. Girêza bi jehrî ya ji devê meleyên Îranê diherike, ji me gişan ve eyan e.

Ji bo em nebin şirîkê bêbextiyan, rê bidin bê ka ev dergeh û terîqet û şêxê ji Bilîsê û niha li Qextayê bê hed û hesab zengîn bûne, bi çi awayî û çi çîrok û çivanokan, di bin navê dîn de xelkê di xew re dikin. (YouTube, Abdulkadir Geylanî Azrail’i patakliyor)

Li Amedê û bajarên din ên Kurdistanê, kar û barên wezaretên TCê, dergeh, Hudapar bi hevkariya hin meleyên ji terîqeta Neqşîbendî ya ji başûrê Kurdistanê, bi şal û şapikên xwe ve bi hawara fêlbaziyên bişaftinê (asîmolasyonê) yên Kultur Yolu Festîvalî ve hatine. Di cambazî û xefkên xwe de, van dezgehên li jor xwe avêtiye bextê Pîcaso bixwe jî û camêr “xapandiye!”

Evîndariya tîrkî ji ku derê tê?

Em hinekî guh bidin gazin û derdê bavekî; “Kesî ku qîza min pê re bi kurdî bipeyive li sîteya em lê dijîn tune ye.” Sosreteke din bigihînim we. Di minîbusa nav Nisêbîn û Qoserê de, dê û bav bi hev re bi kurdî û bi zarokên xwe re bi tirkî dipeyivîn. Ez hin serpêhatiyên xwe bi we re par ve bikim. Piraniya caran çaxa ku ez bi munîbusê ji Amedê diçim Mêrdînê, bi dirêjayiya rê muzîka arabeskî tirkî di hoparlorên otomobîlan de mîxê mirov dibin. Sosreteke hîn mezintir; program bi kurdî, malper û weşan bi kurdî lê şîrove bi tirkî ne.

Çetîn e mirov hewldana hin rewşenbîrên me têbigihê, wekî mesajên xwe bi kurdî, tirkî û zimanek din bi hev re digihînin me. Mînakên bi vî rengî roj bi roj zêdetir dibin. Heta bi radeyekê mirov dikare ji wan fêm bike, lê giranî û mecalên alternatîfên zimanên rûniştî û “resmî” di vê pêşbirkê de aşkere ne.

Zimanê me rûmeta me ye!

Li bakurê Kurdistanê bi giştî, xebata tevgera kurdan a azadîxwaz, di derbarê kurdî de, di çarçoveya sloganan de dimîne. Piraniya alavên tevgera kurdan a polîtîk, hîn jî ne bi kurdî ne. Di encama vê yekê de û bi perwerdeya bi tirkî ya li dibistanan, zimanê tirkî li nav zarok û xortên kurdan roj bi roj bêhtir cih digire. Li nik amediyên qelender, kurdî li nav axaftina bihevre, kirîn û firotin, her wiha jiyana civakî, ne di radeya yekê de ye. Tirkî beloq e.

Li aliyekî din, li seranserê Kurdistanê di meş û çalakiyên kurdan de, dirûşma “zimanê me rûmeta me ye” tê berzkirin. Zimanê me ne tirkî, ne erebî û ne jî farisî lê bi hemû diyalektên xwe ve kurdî ye û rûmet jî ne libasek xweşik e ku kengê tu bixwazî li xwe bikî û ji xwe bikî. Lewra rûmet helwest e, motora pêşketin û serkeftinê ye.

Di warê muzîkê de, kurdan ronesansek pêk aniye. Muzîka kurdî di qada navneteweyî de jî, hin bi hin cihê xwe çêdike. Nimûneyeke serkeftinê ye. Hin cihên “modern” ne di nav de, wek mînak li Amedê muzîka kurdî hakim e. Li me ferz e ku em li mal û kolanên bajarên Kurdistanê, vê tecrûbeya muzîkê ji xwe re bikin rêber û peyrew û divê her tim programên xebata bi kurdî di rojeva me de bin, da ku em li xwe vegerin!