Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevî biraziyê xwe û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kiriye.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, têkildarî mijarê ev tişt got: “Îro (31ê cotmehê) rêzdar Abdullah Ocalan li Îmraliyê di hevdîtina malbatê de bi Fatma Ocalan, Omer Ocalan, Berfîn Ocalan û Alî Ocalan re hevdîtin pêk aniye.”
