Dîroknasê navdar ê Îtalî Franco Cardini, ji bo DEM Partiyê peyama piştgiriyê ya ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şand. Peyama dîroknasê Îtalî Franco Cardini bi vî rengî ye: “Di vê dema krîtîk de, bi rengekî aşkera diyar bikim ku ez piştgiriya diyalog, tevlîbûna demokratîk û parastina mafên bingehîn ji bo her kesê li welêt dikim. Ez piştgiriyê didim pêvajoya aştiyê ku armanc dike mafên ziman, çand û siyasî nas bike. Ji nû ve avakirina baweriyê, pêçana birînên rabirdûyê û pêkanîna siberojek hevpar tenê dikare bi vî rengî pêk were.”
Franco Cardini kî ye?
Franco Cardini, dîroknasekî Îtalî ye ku di sala 1940an de li Floransayê ji dayik bûye. Ew bi xebatên xwe yên li ser dîroka serdema navîn, Seferên Xaçperestan û têkiliyên Xiristiyanî-Îslamê tê nasîn. Ew li Zanîngeha Floransayê profesor bû.
