Di 8ê mijdarê de dê li bajarê Koln ê Almanya, bi navê “Meşa Azadiyê ji bo Ocalan”, meş û mitîngeke mezin tê organîzekirin. Konseya Rêveber a KNKê bi daxuyaniyekê bang li her kesî kir ku beşdarî meşe bibin.
Daxuyaniya Konseya Rêveber a KNKê bi vî rengî ye: “Di çerçoveya kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan, Çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka kurd’ de ku ev kampanya bi pêşengiya dostên kurdan ev du salin li seranserê cîhanê tê meşandin, di roja 8ê mijdara 2025an de li bajarê Kolnê yê Almanya, bi navê “Meşa Azadiyê ji bo Ocalan”, meş û mitîngeke mezin tê organîzekirin. Birêz Abdullah Ocalan ev 27 salin li Girava Îmraliyê dîlgirtî ye û di bin tecrîdekî girankirî de ye. Di vê rewşa dîlgirtî û tecrîdê de, hem li ber xwe dide, hem bi fikr û ramana xwe xizmeta Şoreşa Kurdistanê dike, hem jî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd dixebite. Niha jî ev ji salekî zêdetire bi rayedarên dewleta tirk re ji bo çareseriya pirsa kurd muzakereyan dimeşîne. Li gel vê rewşê jî hêj di bin tecrîdê de ye. Ev rewş nayê qebûlkirin û divê rojekî zûtir azad bibe. Divê azadiya Birêz Ocalan, weke azadiya şexsekî neyê destgirtin. Azadiya Birêz Ocalan û çareseriya pirsa kurd bi hev ve girêdayî ye û yanî azadiya giştî ye. Her çalakiyek ji bo azadiya Birêz Ocalan, di heman demê de parçeyek kar û xebata çareseriya pirsa kurd e. Jibo Birêz Ocalan bikare Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bimeşîne, divê bikare serbest tevbigere û bixebite. Ev dem hatiye û derbaz jî bûye. Jixwe beriya salekî Devlet Bahçelî got bila bê Parlamentoya Tirkiyeyê û di parlamentoyê da biaxive.”
Bi berdewamî KNKê ev bang kir: “Em weke KNK, meş û mîtînga ku roja 8ê mijdarê wê li bajarê Kolnê pêk bê, weke parçeyekî karê xwe û girîng dibînin. Bi vê munasebetê em bang li kurdên Ewropa û dostên kurdan dikin ku bi coşeke mezin beşdarî vê meş û mîtîngê bibin û banga azadiyê bilind bikin. Em roja 8ê mijdarê li bajarê Kolnê ne, em hêviya hemû dost û hevalan e. Bi hêviya meş û mîtîngeke gelek mezin û bi hêviya hevdîtinek coş, geş û xweş.”
