5 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Çand çi ye?

Cebraîl Vûral

Helbete çand, tenê ne têkildarî karên cotkariyê ye. Awayê baweriyan, awayê jiyînê, awayê çêkirina qirûqafên xwarin û vexwarinê, awayê huner û wêjeyê, awayê xwendin û nivîsandinê, awayê hezkirin û nehezkirinê, awayê xwedîkirina ajalan û hwd. çanda mirov nîşan didin

Peyva çandê, ji peyva “çandiniyê” çêbûye. Ji ber ku li welatê me kurdan kar û xebata çandiniyê ji destpêka mirovahiyê ve liv û tevgereke sereke ye, navê hemû nirxên madî (tişteyî) û  manewî (ariştî) yê civaka kurd bûye çand. mesela, haletên hilanîn û danîna cotkariyê gîsin, labût, hamût, pîj, qamçî, misas; melêb, termox, serad, bêjing, moxul, cercere, şel, şixre, çewal û hwd. çanda cotkariyê nîşanî me dikin. De îcar di kar û barên kurdan de ji ber ku karê herî pir bûye sebeba çêkirina   haletan karê cotkariyê ye. Navê hemû nirxên civaka kurd bûye çand.

Helbete çand, tenê ne têkildarî karên cotkariyê ye. Me gotibû peyva “çandê” ji peyva “çandiniyê”tê. Awayê baweriyan, awayê jiyînê, awayê çêkirina qirûqafên xwarin û vexwarinê, awayê huner û wêjeyê, awayê xwendin û nivîsandinê, awayê hezkirin û nehezkirinê, awayê xwedîkirina ajalan (heywanan), awayê silav û hurmetê, awayê dostanî û dijminahiyê, awayê zewac û berdanê, awayê  şer û pevçûnan, awayê seydvanî û nêrîna li xwezayê, awayê rabûn û rûniştinê, awayê peyivîn û xîtabetê û gelek  awayên din yên fikirîn û xeyalkirinê çanda mirov nîşan didin…

Jixwe dîlan û govendên kurdan, him ji  hêla şekil û şemalê ve û him jî ji hêla zimên ve kûrahiya çanda kurdan radixe ber çavan; kêfxweşî û caşa kurdan, şer û pevçûnên kurdan li meydana dawetê, li ber berê palehiyê, li ber destêr, li ber dahnkutanê, li ber pez û berxan, li ber tenûrê, li ber bêriyê û hwd. ê  fikir û hestên kurdan ên çandî bi zimanekî hunerî pir xweş vedibêje.