Parêzerê girtiya siyasî ya kurd Şerîfe Mihemedî, Emîr Reîsyan li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku ji aliyê Desteya Bilind a Dadweriya Îranê ve cezayê darvekirinê yê ku li Şerîfe Mihemedî hatibû birîn, hate betalkirin û li cihê wê cezayê 30 sal girtîgeh lê hate birîn.
Parêzer Emîr Reîsyan, da zanîn ku ew hewl didin careke din Şerîfe Mihemedî were dadgehkirin û serî li madeya 477 a ceza bidin, da ku cezayê girtîgehê yê lê hatî birîn bê betalkirin û azad bibe.
Ji Şerîf Mihemedî çi bûbû?
Girtiya siyasî ya kurd Şerîfe Mihemedî di 5ê kanûna 2023yan de li mala xwe ya li bajarê Reştê ji aliyê hêzên ser bi wezareta Îtlaetê (îstixbarat) ve bêy fermana dadwer hate binçavkirin. Şerîfe Mihemedî şandin Girtîgeha Sine yê rojhilatê Kurdistanê. Li wê derê xistin hucreya yekesî û di dema lêpirsînê de îşkenceya fîzîkî û derûnî lê hat kirin. Rê nehat dayîn li gel malbat û parêzerên xwe de hevdîtinê bike. Piştre jî li Girtîgeha Lakanê ya Reştê hat veguhestin. Doza Şerîfe Mihemedî ji aliyê Şaxa 1emîn a Dadgeha Şoreşê ya Reştê ve bi serokatiya Dadwer Mihemed Elî Derwêş Goftar ve hate lêkolînkirin. Di 4ê tîrmeha 2024an de bi tometa (derketina li dijî desthilatê) cezayê darvekirinê lê hat birîn. Di 16ê tebaxa 2025an de jî ev ceza ji aliyê şaxa 39 ya Dadgeha Bilind ya Îranê ve bi temamî hate erêkirin.
