4 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Xwendinên li ser pêvajoyê

Mûsa Şanak

Pirsgirekeke me ew e ku em bi elimîn, bi rê û rêbazên berê dixebitin. Nûbûn bi piranî tenê di gotinê de dimîne. Gelo bi nêzikatiyeke seranser û şiklî em ê bikarin ji pêvajoyê re bibin bersîv?

Hewldana vekirina rêyek aştiyane ya ku bi mehan e didome giran be jî merhele bi merhele heta îro hat.

Di sêrî de serokê MHPê, bi daxuyaniyekê bang li rêberê PKKê rêzdar Ocalan kir. Dema Omer Ocalan çû serdana wî, rêzdar Ocalan jî ew banga wî bersivand û got ku heke derfet bê dayîn, ew hêza wî ya pratîk û teorîk heye ku pirsgireka kurd ji zemîna şer derxîne û bikişîne qada hiqûqî û siyasî. Pê re rê li ber çûyîna heyetê vebû.

27ê sibatê, Banga Sedsalê, Banga Aştî û Civaka Demokratîk hat aşkerekirin. 5-7ê gulanê, kongreya 12emîn hat lidarxistin, biryara xwefesihkirin û bidawîkirina şerê çekdarî yê li dijî Tirkiyeyê hat dayîn. 11ê tîrmehê jî komek gerîla bi awayekî sembolîk be jî li pêşberî medyayê, bang li raya giştî ya navneteweyî kir, çekên xwe danîn, ew dan ber agir û vegeriyan cihê xwe. Wan bi vê çalakiyê peyitand ku ew li pey biryarên Kongreya 12emîn in.

Bi derengî be jî li meclisê komîsyonek hat avakirin. Digel hinek nêzîkatiyên teng ên ku di civakê de şik û gumanan çêdikin, hê jî hêvî heye ku ji bo aştiyeke mayinde û birûmet hin tişt bên kirin. Nêzikatiya li dijî dayika aştiyê ya ku di komîsyonê de bi kurmancî axivîbû, gelek pirs û bertek bi xwe re anîn. Bêdengkirina wê dayikê bêrêziya li dijî çand, ziman û nasnameya kurdî bû. Bi rêzikname û hiqûqa heyî parastina vê heqaretê jî bêrêziyek ji ya berê xirabtir bû.

Êriş û heqareta li dijî kurdî ya li meclisê teyisî der jî. Piştî wê li çend cihên din, li bajarên wekî Mêrsîn û Tekîrdagê jî li dijî kesên kurdîaxêv êrîş pêk hatin. Serokê meclisê Kurtulmuş piştî serdana xwe Amedê di malpera meclisê de peyameke bi kurdî weşand. Ew jî tê wê wateyê ku bertekên li dijî nêzikatiya wî ya ji bo Dayika Aştiyê encam girtiye.

Êriş û operasyonên li dijî şaredariyên CHPê jî pêvajoyê jehrî dikin û şik û gumanên heyî zêdetir dikin. Ji ber vê sedemê ye ku her roj rêjeya piştgiriya ji bo pêvajoyê kêm dibe. Ew êriş û operasyon di nav gel de têgîhanek şaş jî ava dike. Heçko AKP, MHP û DEM Partiyê li hev kirine, bûne yek û li dijî CHPê şer dane destpêkirin. Desthilatdarî hinekî jî bi zanebûn dixwaze vê têgihanê ava û kûrtir bike.

Êriş û operasyonên li dijî CHPê di esasê xwe de li dijî ‘lihevkirina demokratîk’ a CHP û DEM Partiyê ya li metropolan e. Di vê wateyê de êrişeke li dijî yekîtiya mixalefetê ye. Hewldana parçekirin û xistina wan a ji hêzê ye. Çiqas li dijî CHPê be, ewqas jî li dijî DEM Partiyê ye. Hewldaneke dijdemokratîk e. Bi ruhê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re qet li hev nake.

Di sêrî de qada siyasî hemû qadên têkoşînê hewl didin ku pêvajoyê baş fêm bikin, bi civakê bidin fêmkirin û têkoşîna aştî û azadiyê bilintir bikin. Bi vê mebestê, serê xwe bi her hevokeke ku ji Giravê tê diêşînin. Nîqaşên li ser peyam û perspektîfên rêzdar Ocalan ji her demê zêdetir pêk tên. Civîn li ser civînan tên lidarxistin. Bi rastî jî kedeke mezin tê dayîn. Lê encam çi ye? Ev ked çiqas dikare bibe bersiv û di hiş û dilan de zelaliyekê ava bike?

Bi qasî ku xuya dibe, encamên derketine holê ne ewqas xurt in.

  • Her qad li gor xwe bernameyekê çêdike, hewl dide ku bi tevlîkirina qadên din wê bi xurtî bixe pratîkê. Ji ber koordînasyonên nebaş, bername dikevin ser hev û hêza me parçe dibe. Ev jî wek qelsiyekê diteyise der û bandora çalakiyan dişikîne. Dem bi dem çalakiyên bikoordîne yên hevpar jî çêdibin û ew bi xwe re coşekê jî pêk tînin. Wekî mînak meşa girseyî ya 1ê îlonê.
  • Zêdebûn û pêkhatina li pey hev a çalakiyan derfetê nadin ku di nav gel de têra xwe xebat bên meşandin. Bi çend bangewazî û belavokan birêxistikirineke xurt pêk nayê. Jixwe qutbûnek heye di navbera saziyan û gel de, bi vê rêbazê jinûveavakirin û xurtkirina têkiliyan jî ne mimkun e.
  • Pirsgirekeke me jî ew e ku em bi elimîn, bi rê û rêbazên berê dixebitin. Nûbûn bi piranî tenê di gotinê de dimîne. Gelo bi nêzîkatiyeke bêpergal û şiklî em ê bikaribin ji pêvajoyê re bibin bersiv? Ku bê pirsîn em hemû jî ya ku divê bê kirin bi xurtî bi lêv dikin. Di bilêvkirinê de kêmasiya me tune ye. Lê em çiqas xwe li gor wê ji nû ve ava dikin? Xwe çiqas diguherînin û vediguherînin? Çima em vê ji her kesê/î dixwazin, lê bes bixwe baş pêk naynin? Gelo xwexapandineke çawa heye di bingeha vê xwenedîtinê de? Bi kurt û kurmancî, mebesta me û rê û rêbazên me tam li hev nakin. Ev yek nakokiyeke mezin e û dibe ku bi demê re hinek xetereyan jî bi xwe re bîne.
  • Wisa xuya ye ku di fêmkirinê de jî şaşî derdikevin. Fêmkirina li gor xwe û fêmkirina şaş jî derdikeve holê. Em dikarin bibêjin ku xetereya herî mezin a ku dê zirarê bide têkoşînê jî ev yek e.

Wekî mînak, îsal sed saliya bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî bû. Gelo çima me bi vê minasebetê çalakî û bernameyên xurt bi pêş nexistin? Me çima ev yek nekir wesîle û ew êş û trajediyên di nav vê sed salê de hatine jiyîn ranexistin ber çavan? Qada siyasî ya ku her sal di salvegera bidarvekirina wan de bernameyên navendî çêdikirin, çima îsal dev ji vê berda? Berovajiyê vê çima mihrîcanên Varto, Erdîş û Tetwanê tam di sedsaliya vê trajediyê de hatin lidarxistin? Tekane bername ji aliyê Komaleya Şêx Seîd ve hat lidarxistin û ew jî pir qels derbas bû. Saziyên me lê xwedî derneketin û tevlê nebûn. Çima tevlê nebûn? Piştî çalakiya komaleyê, Hudaparê heman qad bi girseyeke mezin dagir kir û mohra xwe li wê rojê xist.

Çima wisa bû? Çimkî qada siyasî nirxandinên rêzdar Ocalan ên li ser rêbertiyên kevneşopî yên ku di perspektîfa ji bo Kongreya 12emîn de hatibûn kirin, li gor xwe xwendin û şaş fêm kirin. Ji ber vê yekê bû ku wekî qad wan ti bername amade nekirin û bi awayekî layiqane li bîranîn û mîrateya wan xwedî derneketin. Mixabin wan ji bilî bernameya li Palûyê qet bernameyek jî çênekir û meydan ji Hudaparê re hişt.

Rêzdar Ocalan ji bo konferansa li Ewropayê ya ku bi minasebeta sedsaliya bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî hat lidarxistin peyamek şand. Piştî belavbûna wê peyamê, qada siyasî hay ji şaşiya xwe bû; lê êdî pir dereng bû. Xwedîderketin di wextê de pêk nehatibû, valahiyek derketibû holê û dijberên xeta azadiyê jî ew valahî dagirtibûn.

  • Di pêvajoya avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de xebat û têkoşîna ji bo zimanê kurdî xwedî cih û risteke diyarker û stratejîk e. Lewra ziman hîmê bingehîn ê çand û nasnameya kurdî, hîmê xwebirêxistinkirin û avakirina civakî ya neteweyî ye. Ji bo vê jî lazim e ku hemû qadên me li gor girîngî û wateya wê nêzîkî xebatên ziman bibin. Mixabin di vî warî de jî lêxwedîderketin di gotinê de dimîne.

Ji bo jiholêrakirina qelsî û kêmasiyên di vî warî de, Saziyên Ziman ên Demokratîk, bi tevlibûna nûnerên hemû Saziyên Platforma Demokratîk, 15-16ê cotmehê, li Wanê komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna ji bo Zimanê Kurdî” li dar xist. Komxebat ji bo gel û kesayet û saziyan vekirîbû, tevlibûneke xurt pêk hat û bi dawî bû.

Encamnameya komxebatê ya ku bi kurmancî û kirmanckî (zazakî) hat amadekirin jî wek nexşerêya xebat û têkoşîna ji bo zimanê kurdî ye. Hêvî heye ku hemû qad û saziyên me li gor wê nexşerêyê bername û karnameyên xwe amade bikin û kurdî bikin bingeha jiyan û rêxistinbûna xwe.

Wekî encam, nexşerêya ku derketiye holê ji qada ciwanan heta qada jinan, ji qada siyasî heta qada rêveberiyên xwecihî ji bo hemû qadên têkoşînê derbasdar e û divê ku hemû qad bi pratîka xwe ya kurdewar û azad bendewariyên civakî pêk bînin.

Mixabin ji wekîlên Wanê û hinek hevşaredaran jî tevlibûnek çênebû. Lazim bû ku di sêrî de hemû wekîl û hevşaredarên navçeyên Wanê tev, wekîlên herêmê giş li vê xebatê xwedî derketibûna. Diviyabû ku wan bi tevlibûn û parvekirinên xwe hêzek bidaya vê komxebatê. Ev yek jî pêk nehat û mijara rexneyê ye.

*Yek ji mînakên xebat û têkoşîna ji bo zimanê kurdî jî “Deklarasyona ji bo Zimanê Kurdî” ya ku ji aliyê Însiyatîfa Civakî ya Ji Bo Zimanê Kurdî ve hatiye amadekirin e.

Însiyatîfa Civakî ya ji bo Zimanê Kurdî hewl dide ku vê deklarasyona ku di nav xwe de daxwazên kurdan ên derbarê zimanê kurdî dihewîne bi sedan sazî û dezgehên demokratîk, aştîxwaz û azadîxwaz bide îmzekirin û wê di rojên pêş me de pêşkêşî raya giştî bike. Ev xebateke gelek girîng e.

Têkoşîn û xebatên ji bo avakirina civakeke demokratîk û azad kar û berpirsyariya me hemû kurdên azadîxwaz e. Ji ber vê yekê, ji bo serkeftina wan divê em hemû têbikoşin û bixebitin.