4 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

MSDê êrişa li dijî otobûsê şermezar kir

MSDê, êrişa li ser rêya Şam-Siwêdayê ya li dijî otobûsekê şermezar kir.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî êrişa li ser rêya Şam-Siwêdayê ya li dijî otobusekê ku di encamê de 2 kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn, daxuyanî da. MSDê, êriş weke “sûcekî hovane û hewldaneke ji bo têkbirina aramî û yekitiya welat” bi nav kir.

Bi domdarî MSDê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û bang li hikûmeta veguhêz kir ku tavilê lêpirsîneke zelal bide destpêkirin û sivîlan biparêze. MSDê banga xwe ya ji bo diyalogeke neteweyî ya berfireh ku hemû hêzên siyasî û civakî têde beşdar bibin, dubare kir. Di dawiya daxuyaniyê de MSDê banga rawestandina gotara nefretê ya li ser medyayê kir û diyar kir ku divê medya bibe pireke ji bo hişyariyê.