Trump, bi navê aştiyê derket meydanê, gelek ger û geşt, gelek civîn û hevdîtin pê kanîn, gelek axaftin kirin û pesnê xwe da, xwe weke sîmsarê aştiyê nîşan da, hîn zêdetir jî çû û gotinên hîn qelewtir ên jixwe mezintir kirin û bi dengekî bilind got, ‘Ez ê Xelata Nobela Aştiyê bistînim!’
Pir kes pê keniyan, bawerî bi gotinên wî neanîn. Helbet mafdar bûn ku baweriyê bi gotin û peyvên wî neynin, ji ber ku pirêzeyên wî yên siyasî û kiryarî ne pak in. Lewma mirov nikare pişta xwe bispêrê. Jixwe niha jî xuya dibe ku ewqas axaftinên wî yên li ser aştiyê, hema hema yek jî negihîşt encameke mayinde.
Mînaka şer û cenga aktuel a Ukrayna û Xezayê li ber çavan e. Pir caran hat gotin ‘aştî çêbû, çêdibe’, lê mixabin bi deh hezaran mirov hatin kuştin û hîn jî aştiyek mayinde misoger nebûye. Erê, ji bo çend rojan agirbest pêk hat an pêk tê, helbet ev jî baş e, lê paşê dîsa şer dewam dike û çarenivîsa van şeran, wê çi bibe nediyar e.
Berovajî, gumana şer û cengê hîn berfirehtir û mezintir bibe derdikeve pêş. Ji ber ku gefên Îran û Trump li hevdu dixwin tûjtir dibin. Ji ber ku li hemberî hevdu siyaset û hewldanên nîşan didin, vê encama gotinên dijberî hev ên dijwar û dijminkarane derdixin holê.
Ka em çend mînakan rêz bikin. Trump, ji bo ji bin bandora Rûsyayê derxe Îlham Eliyev û Nikol Paşinyan kişand cem xwe û ew li hev anîn. Xwest li ser erdê wan Korîdora Zengezûrê vebike, wan û Tirkiyeyê bigihîne hev.
Li rex vê siyasetê û projeyê, navbera Azerbeycan û Îsraîlê jî gelek xweştir bû, rê li ber bazirganiya wan û bi taybetî ya enerjiyê vekir. Her wiha tê zanîn, bi navê Hevpeymanên Brahîmî, Îsraîl û gelek dewletên ereban li hev anîn. Li gel vanan, hevpeymanek balkêş û teze di navbera Îsraîl, Qibris û Yûnanistanê de çêbû.
Girava Qibrisê, xwedî roleke navendî ya girîng a stratejîk e, di navbera rêyên bazirganî yên cîhana Rojava û Rojhilat de.
Ji ber vê girîngiya wê, Îsraîlê, vê giravê ji bo xwe li rojhilatê Deryaya Spî, weke navendeke jeopolîtîk a stratejîk jî dibîne û li vir, di radeya herî bilind de sîstemên xwe yên parastinê, weke mînak sîstema parastinê ya ezmanî BARAK MX, lê bi cih dike.
Her wiha ev girava Qibrisê, cihekî navendî yê girîng ê rakêşiya herêmî ye jî. Ji ber ku xwedî dewlemendiyeke çavkaniyên enerjiyê û desthilatiya deryayî û ewlekariyê ye. Ev hewldan û amadekariyên li vê giravê, ne tenê bi Îsraîl, belê hemû bi agahî, alîkarî û daxwazên DYAyê pêk tên. Her wiha di hilbijartina nû de, dostê R. Erdogan Ersîn Tatar şikest, Tufan Erhurman ê li dijî wî bi ser ket, ew bû serokê “Qibrisa Tirk”!
Bêguman li vir armanca sereke jî, lêdana Îranê ye û ji bo vêya lez daye amadekariyên xwe. Weke mînak, ji Sûdanî xwestiye ku bi lezgînî Heşdî Şebî bêçek bike û hwd! Îran, vê xetera li ser xwe dibîne û ew jî li gor xwe di nav hinek hewldanan de ye.
Di heman rojan de, Îranê li gel Iraqê hevpeymanek leşkerî û ewlekariyê îmze kir û aşkera got ku, ‘Ev hevpeymana me ya stratejîk hewcedariyek e li dijî xetereya DYAyêç.’ Her wiha, hema ji nişka ve fermandarê Hêza Qudsê General Îsmaîl Kaanî şand Bexdayê. Di van pêşhateyên vê dema dawî de, careke din diyar dibe weke aktorê yekemîn ê ku DYAyê ji xwe re hevalbend û bingeh dibîne, Îsraîl e ne Tirkiye ye.
Erê Tirkiye jî navêje derve, lê xistiye rêza duyem an sêyem. Jixwe Trump çend caran Receb Erdogan danî kêlaka xwe û xwe nîşan da, ji bo ku yek; wî li dijî Îranê bixe şer û dudu; wî li gel dewletên îslamî weke hevalbendê xwe nîşan bide û hwd.
Di gotarên berê de jî hatibû gotin ku li Rojhilata Navîn du aktorên sereke hene: Îsraîl û kurd. Îcar DYAyê jî vê rastiyê dibîne, hewcedariya bi alîkariya kurdan re dipejirîne, lê ji ber ku di aliyê bîrdozî de nakokî hene, lewma hinek sar û dûr disekine. Ji bo ku Tevgera Azadiyê lawaz bike û pirtir hevcedariyê xwe bike!
Ev danûstandinên wan û Tevgera Azadiya Kurdistanê heta kengî û di çi astê de wê dewam bikin, ne pir zelal e. Belê tiştê aşkere û zelal, hewcedariya hemû aliyan bi hev heye!
Mirov dikare li ser vê mijarê bibêje; şert û mercên dahatû û hostatiya hewldanên dîplomatîk wê encamê diyar bikin! Weke ku teze kurdan nas bike Putîn jî dest bi pesindariya kurdan kiriye. Weke ku berî Trump (Serêkaniyê û Girêspî) wî, Efrîn radestî Receb Erdogan û Colanî nekiribe!
Trump jî, name ji Nêçîrvan Barzanî re şandiye û pesnê wî daye! Dawiya dawî, dîsa gelek zelaltir diyar dibe ku rola kilîta çereseriya rast: Tevgera Azadiya Kurdistanê ye!
