Zanîngeh qadên zanînê yên herî bilind in. Bawerî bi gotin û nivîsên zanîngehan tê. Ji ber ku zanîngeh bi piranî zanistî tevdigerin lewma asteke gotinên zanîngehan li dinyayê heye. Lê mixabin desthilatan her tim xwestiye ku zanîngeh di bin kontrola wan de bin. Lewma carinan bûne mekanên bîrdoziya fermî, carinan jî bûne amûrên sereke yên bîrdoziya fermî. Ji ber vê yekê, carinan teorî û tezên derveyî zanistê ji van mekanan hatine belavkirin. Lê hindik bin jî hinek zanîngehan xwe ji desthilatdaran dûr xistiye û nehiştiye ku desthilatdar zêde wan kontrol bikin. Wek sazî zanîngeh xwedî dîrokeke têr nîqaş in ku gelek fîlozofan ji gelek hêlan ve nirxandine. Lewra mirov nikare pênaseyeke zelal li ser zanîngehan bike. Lê belê bi giştî wekî mekaneke zanîna rast û nirxbûna zanînê tên pênasekirin. Jixwe her fîlozofî li gorî fîlozofiya xwe zanîngeh pênase kirine û wekî navendên pêşxistina zanist, azadî, kesayetî û aqilê gelemperî destnîşan kirine. Li ser meselê akademiya Platon bingeha zanîngehan e. Platon akademiyê ango zanîngehê wekî dibistana xwenasînê pênase dike. Michael Foucault zanîngehê di çarçoveya zanînê de dinirxîne ku li gorî wî zanîn jî “her tim şêweyeka desthilatê ye” lewra dewlet vê yekê bi kar tînin û li gorî stratejiyên xwe rê û rêbazan datînin pêşiya zanîngehan.
Piranî zanîngehên vê serdemê di bin kontrola dewletan de ne û li gorî berjewendiyên dewletên xwe kar û barên xwe dimeşînin. Lewra êdî asta zanîngehan ketiye. Bêguman kêm bin jî zanîngeh hene ku li hemberî desthilatan li ber xwe didin. Zanîngeh zanîna giştî ango zanîna gelemperî derdixînin holê, lewra divê zanîngeh xweser bin û ji desthilatan dûr bin. Her wiha divê zanîngeh ne tenê ji desthilatan dûr bin, di heman demê de divê zanîngeh dikaribin şaşî û kêmasiyên desthilatan li rûyê wan bidin. Bêguman zanîngeh ne tenê ji avahiyan jî pêk tên an jî ne tenê dîplomayan belav dikin, her wiha divê navendên heqîqat, lêpirsîn û lêgerîna zanînê bin.
Ev du sal in ku xebata avakirina zanîngeha kurdî li Almanyayê tên meşandin û xebat gihiştine astekê. Di vê çarçoveyê de 17-18ê cotmehê konferanseke giştî pêk hat û gelek akademîsyen, sazî, partî û kesayet tevlî vê konferansê bûn. Rêveberiya zanîngehê hewl da ku konferans bi awayekî serkeftî li dar bikeve, bêguman ev yek pêk anî û konferans bi awayekî serkeftî, têrnîqaş û bi hêviyên mezin bi dawî bû. Roja yekemîn a konferansê bi axaftinên rêveberên partiyan û kesayetên siyasî derbas bû. Roja duyemîn a konferansê jî bi axaftinên rêveberên zanîngehê, akademîsyen, nîqaş û gengeşiyên li ser zanîngeheke çawa derbas bû. Bêguman nîqaş, gengeşî, pirs û bersivên li ser xebata avakirina zanîngehê pir hêja û berhemdar bûn. Lê belê ev dê nebin mijara vê nivîsê. Ez dixwazim balê bikişînim ser axaftina du rêveberên zanîngehê ku yek ji wan profesor Christoph Scholz e û wekî rektor kar dike, ê din jî doktor Younes Behram e ku ew jî yek ji avakerên vê xebat û konferansê ye. Birêz Scholz di axaftina xwe de bal kişand ser pirsên çima zanîngeha kurdî û çima li Almanyayê? Ji bo bersiva van pirsan jî sê sedem dest nîşan kirin. Sedema yekê ev e ku kurd li Almanyayê xwedî hejmareke ne diyar in ango lêkolîneke zanistî di vê hêlê de tune ye. Tevî ku behsa 2 – 3,5 milyon kurdî tê kirin jî lêkolînek di qada akademiyê de hê nehatiye kirin. Sedema duyem li Almanyayê kurdên ji bakurê Kurdistanê wekî tirk, ên ji rojhilatê Kurdistanê wekî faris û yên ji Başûr û Rojava jî wekî ereb tên dîtin. Ev her du sedem ne zanistî ne û her wiha ne li gorî lêkolînên akademî û hîndekariyê ne. Lewra di vê qadê de kêmasiyên mezin hene. Sedema sêyem jî ziman e ku teknolojî pir bilez bi pêş dikeve û her wiha bi pêşketina hişê çêkirî re jî xetereya li ser kurdî mezin dibe. Lewra pêwîst e ku di vê çarçoveyê de xebat bên meşandin û kurdî bikeve qada hişê çêkirî. Bêguman di axaftina doktor Behram de xala bala beşdaran kişandî serpêhatiya wî ya di dema dibistanê de bû. Mamoste Behram wiha behsa serpêhatiya xwe kir; di encama gengeşiya navbera wî û hevalekî wî de hevalê wî li gel mamosteyê wan ê ereb giliyê wî dike û dibêje “mamoste Behram bi kurdî keniya”. Ji ber ku mamoste Behram bi kurdî keniya, ji mamosteyê xwe lê danê dixwe. Êdî ew zarok mezin dibe û pêşengiya avakirina zanîngeha kurdî dike. Bêguman bi vê konferansê mamoste Behram tola xwe ji mamosteyê xwe yê ereb hilda.
Çend tiştên din ên di konferansê de bala min kişandî wiha ne; dirûşmeya sereke ya konferansê “zanîn me dike yek” bû. Jixwe bi beşdariya kesên ji her çar beşên Kurdistanê ispat bû ku kurd di çarçoveya zanînê de dikarin bên gel hev. Bi kurt û kurmancî zanîn û ziman dê yekitiya me xurt bikin û me bigihînin hev. Kesên beşdarî konferansê bûyîn bi piranî 3-4 zimanan dikarîbûn biaxivin. Û hema bêje di konferansê de bi zimanê dagirkerên Kurdistanê nehat axaftin, ev jî cihê kêfxweşiyê bû ku gelek caran kurd di navbera xwe de bi zimanê dagirkeran diaxivin û zimanê dagirkeran wekî zimanê hevpar nîşan didin. Di heman demê de axaftina bi zaravayên kurdî nebû sedema nefêmkirinê. Her wiha projeya zanîngeha kurdî gava yekem e di navbera akademiya kurd û alman de. Jixwe bi tevlîbûna akademîsyenên alman jî vê yekê piştrast dike. Zanîngeh wê bi mekanekî tenê nemîne, ango wê karê xwe bi onlîne û şaxan mezintir bike. Armanc ew e ku zanîngeh ne yekkampûsî be ango xwedî gelek kampûsan be. Her wiha wê zanîngeh pirzimanî be jî.
Bêguman zanîngehên başûrê Kurdistanê ev demeke dirêj e ku ji gelek aliyan ve xebatên xwe dimeşînin û her wiha li Rojava jî zanîngeh hene, lê belê van her du herêman jî derfeteke giștî ji bo kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê ava nekirin, lewra avakirina zanîngeha kurdî li Almanyayê ji bo hemû kurdan derfeteke mezin e. Jixwe divê zanîngeh di vê hêlê de jî derfetan ji bo hemû kurdan ava bike. Ango divê kurdên Bakur, Rojava û Rojhilat jî bêyî zor û zehmetiyên burokrasiyê karibin xebatên xwe li vê zanîngehê bidomînin. Êdî kurd bixwe wê karibin di qada zanîstî de behsa xwe, dîrok, nasname, ziman û hebûna xwe bikin. Tişta tê dîtin zanîngeha kurdî ya li penaberiyê wê bibe navenda yekitiya kurdan, aqilê kurdî û pêşîlêgirtina pişaftinê.
Çend hêvî û bendewarî di derheqê zanîngeha kurdî de; bi hêvî me ku wê zanîngeh di demeke kurt de bi alîkariya kurdan bê avakirin. Bendewariya kurdan ew e ku zanîngeha kurdî nekeve bin kontrola ti desthilat, hêz û partiyan. Ango divê wekî saziyeke jor li ser hemû desthilat, hêz û partiyan be. Her wiha bi hêvî me ku wê xwendekarên kurd li vê zanîngehê, xwe nas bikin ango wê bersiva pirsa “ez kî me” di vê zanîngehê de bibînin.
