4 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pêvajo çima sekinî û divê kî çi bike?

Pêwiste herkes di vê demê de tişta dikeve ser mile wan bike û ji bo Dewleta tirk gavên pêwist bavê têbikoşe. Ev jî bi deng derxistinê, berxwedanê, têkoşîn û rêxistinbûnê pêkan e. Ku têkoşîna aşitiyê neyê dayîn mixabin dê sibê şer û pevçûn berdewam bikin

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi gavên girîng ên rêberê gelan rêzdar Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê heta merhaleyeke girîng hat. Bi van gavan pêvajo bi lez bi pêş ket û hêviyek da civakê. Lê rêber Abdullah Ocalan di bangawaziya 27ê Sibatê de pir zelal destnîşan kir ku divê pêvajo bi gavên herdu aliyan, bi dorê  bi pêş bikeve. Diviyabû piştî her gavavêtina Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê, dewleta tirk jî gavên pêwîst biavêtana. Ev gav jî bêguman derxistina zagonên entegrasyon û azadiyê bûn.

Ji serê pêvajoyê heta niha dewleta tirk hêj gavek micid neavêtiye. Li meclisê komîsyonek bi navê Yekîtiya Neteweyî, Aştî û Demokrasiyê hatiye avakirin. Ev gavek girîng e. Divê mirov ji nedîtî ve neyê. Lê tenê avakirina komîsyonê bi serê xwe zêde ne bi wate ye. Ku rist û misyona pê re rabûyî bi cih bîne hingê dê watedar bibe. Heta niha bi gelek aliyan re hevdîtin kirin û li derdorên cuda guhdar kirin.

Komisyon niha hatiye asta derxistina zagonan. Ev zagon jî divê du cureyî û di nav hev de bên derxistin. Lingek zagonan rakirina zagonên li dijî kurdan e. Wekî tê zanîn ji avakirina komarê heta niha gelek zagon li dijî kurdan hatine derxistin û kurd her tim bi van zagonan hatine cezakirin. Ev zagonên entegrasyonê ne. Heta ev zagon neyên rakirin û zagonên demokratîk li şûna wan neyên derxistin entegrasyon çênabe.

Lingê din jî zagonên azadiyê ne. Ev jî divê pêşiya azadiya bawerî û ramanê, xweseriya rêveberiyên herêmî, mafê xwebirêxistinkirinê, mafê çand û zimanê gelê kurd, pênasekirina hemwelatîbûnê veke û bi zagonên pêşverû demokratîkbûna Tirkiyeyê bi pêş bixe. Di serî de heta niha rêber Ocalan û Tevgera Azadiyê balê dikişînin ser van mijaran û pêwistiya wan îfade dikin. Gavên heta niha hatine avêtin jî, ji bo bingeha van zagonan hêsantir bê avakirin, avêtin.

Dewleta tirk jî di hevîtinan de ev hêman qebûl kirin û pêvajoyê li ser vî esasî dest pê kir. Lê mixabin li gel gavên yekalî yên rêzdar Ocalan û Tevgera Azadiyê jî dewletê heta niha gavek neavêtiye. Hinek tecrîda li ser birêz Ocalan sist bû û êriş kêm bûn. Lê ev jî nayê wateya ku ev gav pirsgirêkê çareser bikin. Niha hemû derdor li bendê ne ku komisyona li TBBMyê hatiye avakirin gavên pêwîst bavêje û zagonan derbixe.

Di vê navberê de gelek derdor jî lîstikên cuda dilîzin. Nijadperestên tirk ên dijminê gelê kurd bênavber êişan dikin. Bi medyaya xwe propagandayek tund dimeşînin. Hewl didin înkar û îmhaya gelê kurd wekî berê berdewam bikin. Ev derdorên qaşo wekî dijberê îktidara AKP-MHPê xuya dikin jî herî zêde debara xwe ji vê îktidarê dikin. Ji ber ku ev wekî stratejiyekê tê meşandin. AKP-MHP li aliyekî wekî stratejî CHP û Kemalîstên nijadperest bi zext û operasyonan li dijî pêvajoyê dihêle û li aliyê din jî wan wekî sedema gavneavêtinê nîşan dide.

Li aliyekê jî kesên wekî şêwirmendê Erdogan ê bi navê Mehmet Uçum bi pêşniyarên nû tê. Ev demek e Uçum behsa zagonên demkî yan jî veguhestinê dike. Dibêje bila ji bo dema veguhestinê zagonên cuda bên çêkirin û piştre jî zagonên demokratîkbûnê bên derxistin. Ango bi kurtasî dibêje em zagonên Tevgera Azadiyê tasfiye bikin derbixin, zagonên demokratîkbûnê bila li benda kêfa me bimînin. Xuya ye ku li vir hîlekariyeke mezin heye. Divê herkes li hemberî vê dafikê baldar be.

Ji pêşniyarên Uçum diyar e ku dewlet difikire ku bi destê komisyona li TBMMyê çend zagonên poşmaniyê yan jî çekberdanê derbixe, Tevgera Azadiyê tasfiye bike û piştre jî li ser vê mijarê razê. Bêguman ev nayê qebûlkirin û hêzeke wisa bi bi hêsanî bikeve vê dafikê jî nîne. Ev gotin û pêşniyar ku bikevin meriyetê pêvajo namîne û cardin pêvajoyek tund dê dest pê bike. Guneh û berpirsyariya vê yekê jî li ser pişta dewleta tirk e.

Lê di heman demê de berpirsyarî dikeve ser milê hemû derdorên aştîxwaz jî. Divê herkes di vê demê de tişta dikeve ser milê wan bike û ji bo dewleta tirk gavên pêwîst bavê têbikoşe. Ev jî bêguman bi dengderxistin, berxwedan, têkoşîn û rêxistinbûnê pêkan e. Ku îro têkoşîna aşityê neyê dayîn, mixabin dê sibê şer û pevçûn berdewam bikin. Ji bilî rêber Ocalan û Tevgera Azadiyê herkes dê ji vê yekê berpirsyar be.28