Bi dehan Kekoyan kêrên xwe li dû xwe hiştin, keleş girtin ser milên xwe û berê xwe dan derketin serê çiyayan. Lewre Kekoyan zilm û neheqî qebûl nedikirin. Ew çandake mirovî, civakî ya Kekoyan bû
Li hin deveran û hin bajaran, li nav civakê hin kes an jî kesayet hene ku bi jiyana xwe ya xweser, bi zimanê xwe, girêdana cil û bergên xwe, bi sekna xwe, bi helwesta xwe veguherîne remzekê (sembol). Ew remz, bi demê re di nav çanda wê civakê de cihê xwe digire. Ji stranan bigire heta lîstokan, ji çîrokan heta ziman, çand û hunera wê civakê, cihê xwe digirin. Ji bo xêzkar, romannivîs, helbestvan û çîrokbêjan bûne mijar. Lê ya girîng jî bûne parêzvanên gelê xwe.
Pêlavên qêrînî, di zivistan û havînan de cakêtên li ser milan, tizbî di destan de, cixareya ku bêhna titûna çiyayên Licê jê tê û kêra di bêrîkê de veşartî… Belê em behsa ‘Keko’yên Amedê dikin. Keko yan jî Qirix’ên Amedê; ciwanên serbixwe yên bi awayekî cuda li dijî nîzamê bûn. Van ciwanan di dîroka Amedê de cihekî taybet girt. Bi şêwaza jiyana xwe, bi cilûbergên xwe, bi axaftina xwe ya taybet û bi helwesta xwe ya li dijî jiyanê, wan di dîroka Amedê de şopek girîng hişt. Jiyana wan bi kedîkirina kevokan, parastina asayî û “namûs”a taxê dihat nasîn. Her Kekoyê di taxê de, evîndareke wî hebû. Ji bo wê şer dikir, kilam digotin. Rojên ku evîndara xwe nedidît, li binê Sûrên Amedê şeraba “kûçik-kuştî” vedixwar û li xwe dikir sibeh; kesên çeloxwarî li wan binêriyana, kêra xwe bi wan dida “nasîn”, lê pirî caran haya evîndara wî ji vê evîna mezin tunebû.
Ozgur Gundem û Keko
Karîkaturîst Dogan Guzel, salên 1990î, ji bo rojnameya Ozgur Gundemê dest bi xêzkirina serpêhatiyên Kekoyan kir. Serpêhatiyên rojane yên Kekoyan ku jiyana wan vedibêjin, ji aliyê gelek kesan ve pir hatin hezkirin. Ji ber ku ev çîrok di salên herî tund ên têkoşîna gelê kurd de li Amedê diqewimîn, Kekoyan nikarîbû xwe ji jiyana siyasî dûr bikira. Her kesî bi awayekî di xêz û nivîsînê de parçeyek jiyana xwe tê de didît. Xwendevanên Ozgur Gundemê, piştî manşeta rojnameyê, bi meraq li serpêhatiyên wê rojê yên Kekoyan dinihêrîn. Di nav atmosfera şer û tundiya salên 1990î de, serpêhatiyên Kekoyan di rûyê mirovan de bişirînek çêdikir.
Xatirxwestina ji kêran!
Em helwesta Kekoyan di têkoşîna civakî ya gelê kurd de jî dibînin. Serokê HEPê yê Amedê Wedat Aydin, sala 1991ê, hat kuştin. Ji Madenê cenazeyê wî anîn Amedê. Bi hezaran kes tev li merasîma cenaze bûn. Kekoyan jî li cem gelê xwe cih girt. Ev merasîma cenaze veguherîbû serhildanekê. Hêzên dewletê bi çekan êrişî wê girseyê kir û bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da. Bêguman, di vê komkujiyê de gelek Kekoyan jî jiyana xwe ji dest da. Di salên piştî serhildana Wedat Aydin de, Tevgera Azadiya Gelê Kurd bandorek mezin li jiyana gelek Kekoyan kir. Bi dehan Kekoyan kêrên xwe li dû xwe hiştin, keleş girtin ser milên xwe û berê xwe dan derketin serê çiyayan. Lewre Kekoyan zilm û neheqî qebûl nedikirin. Ew çandake mirovî, civakî ya Kekoyan bû.
