30 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Kodên destanên kurdî û pirs û pirsgirêka dîrokê

Gelek destanên kurdan ên bi nav û deng hene. Lê mixabin dahurandina vana ji aliyê dîrokî, civaknasî û hwd. ve têr û tije nehatiye kirin.

Divê ji bîr nebe ku mêjûya kurdan ji aliyê wêjeyî ve di nav gelên dinyayê de sereke ye. Gelek destanên kurdan ên bi nav û deng hene. Lê mixabin dahurandina vana ji aliyê dîrokî, civaknasî û hwd. ve têr û tije nehatiye kirin. Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Dewrêş û Edûlê û yên din. Di vê demê de ku kurd hewl didin rabin ser xwe, divê li ser mijarên bi vî awayî jî ji aliyê ronakbîriya kurdî ya têkildar ve xebatên pêwîst hîn zêde û kûrtir bên kirin. Her sê destanên kurdî ku li jor hatin nivîsîn, destanên herî navdar ên kurd in. Dîsa, kîjanî bandor li kîjanî kiriye nayê zanîn lê hin mînakên destanên kurdî di nav gelên cîran de jî hene. Bes ji aliyê wêjeyî ve bandorbûn û bandorkirin rewşeke asayî tê pejirandin.

Hildana dest a hemû destanan mijareke berfireh e. Li gorî çawaniya vê nivîsê dikare heta astekê li ser Destana Siyabend û Xecê were sekinîn. Wekî giraniya destanên kurdî, dîroka vê destanê jî mîna demeke dereng a Heyama Navîn tê pejirandin. Hinek şîrovekar jê re sedsalan jî diyar dikin. Destanên kurdî gelek awayên xwe hene. Hinek heta bîst-sih awayên cihê jî li nav gel û herêman tên vegotin. Siyabend û Xecê jî xwedî taybetiyeke nêz e. Lê bingeh yek e û em ê li ser vê bingehê bisekinin. Bi taybetî li ser çend awayên bingehîn ên ku bandora destanê di bîra civaka kurd de zindî ne. Wekî sêwîtî û nêçîrvaniya Siyabend, heft birayên Xecê, bedewbûna Xecê, evîndariya Siyabend, reva wan a bi hev re, derketina çiyayê Sîpanê, xewna Xecê, kuştina Siyabend ji aliyê gakovî ve, ketina bi ser dirikê de, li pey xweavêtina Xec… Serpêhatî yan jî honak gelek bi bandor e ku di bîra civaka kurd de cihê xwe çêkiriye. Em ê li se van babetan bisekinin.

Siyabend sêwî ye û gelek êş û tedayî kişandine. Ev nimûneyeke sereke ya wêjeyî ye li rexmê Rojhilata Navîn. Gilgamêş, Sargon, Mûsa, Mihemed û yên din… Hinek bi avên biro hatine, hinek ji aliyê şivanan ve hatine xwedîkirin. Çanda demê û herêmê ya sereke çi be, sêwîtî li ser wê bingehê teşe girtiye. Di Siyabend û Xecê de jî, teşeya herî li pêş, mezinbûna li ber destên ap û amojinê heye ku di hin awayan de jî xulamê dewlemendekî ye. Ev taybetiya hoz û malbatî ya civaka kurd a Heyama Navîn e jî. Lewma sêwîtiya Siyabend bi vî awayî ye. Çima egîdên van çeşnên wêjeyî bi vî awayî tên honandin? Gelek şîrove dikarin bên kirin, lê dibe ku bersiv, bi kevneşopên giyaneweran ve girêdayî be. Di giyaneweran de hin xort ji hatina dinyayê ve wekî qurban tên hilbijartin û ew êdî girêdayî hemû gel, hoz an jî çanda mijara gotinê tên pejirandin. Malbateke wan nîn e. Ji ber ku roja wan hat dê werin qurbankirin, lewma civak di asta pîrozbûnê de hêja dibîne. Ew berdêla hemû guneh an jî neyîniyên civakê ne. Lewma sêwî jî tên pejirandin. Ji ber ku sêwî tên pejirandin, bi awayekî xwezayî di honandinên piştî wan de wekî ku gelek hejarî û tedayî dîtine tê honandin. Ev destan di Heyama Navîn de hatiye jiyîn an na em nizanin. Lê serpêhatî (şibandin û honak) diçe kevneşopên giyaneweran ên bi hezaran heta ku bi dehan hezar sal berê. Navê ‘Xecê’ jî girêdayî vê honakiyê ye yan na, mijara nîqaşê ye. Lewra navê xwedawendeke kevn e. Tê wateyên mamoste (Xoce), jin (jina ciwan), ronahî, bilindahî û hwd. Siyabend wê dibîne û dilê wî dikvê. Di destanên kurdî de, evîndarî û egîdî bi hev re hene. Evîndariya destanên kurdî, di kesayetiya jin û mêr de dualîzma çandên pêş-kurd radixe ber çavan. Di baweriyên pêş-kurd ên berê de jî heman rewş heye; Zervan û Zevî, Mazda û Ehrîman û hwd. Çand û baweriyên dualîtî, heta hatina dînên yekxwedayî jî hebûna xwe didomînin. Di van çandên giyanewer de mêrên qurban di sersalan de piştî ku bi jina hilbijartî re zewaca pîroz dike, tên qurbankirin. Lê serpêhatiya Siyabend û Xecê ji vê rewşê cuda dixuyê; ew Xecê dixwaze lê neçar dimînin ku bi hev re birevin. Heft birayên Xecê hene ku ev hejmar jî honakî dixuyê. Hejmarên wekî çar, heft, dozdeh di zargotina kurdî de biwêjên herî navdar in û bi çandên dema xwe ve têkildar in. Di wêjeya devkî û gelêrî ya kurdî de, gelek çîrok hene ku jinên ciwan ji aliyê mêrekî hilbijartî ve tên rizgarkirin. Dîsa hin mînak jî hene ku keçên xama tewanbar tên dîtin û dibin datînin serê çiyayekî û tên lê paşê ew keç (di hin awayan de) heta keybanûtiyê jî diçin. Ev dibe ku teşeya mirinê û li dinyaya alî bihuştîbûnê jî rave bike. Yan jî qewirandina qurbanan (wekî bûyera Îbrahîm, Trîda, Ûsiv û yên din)… Bi hev re revîna Siyabend û Xecê divê ku rewşeke wiha be. Heft birayên Xecê, civaka demê jî rave dikin. Dîsa di serpêhatiyê de honakiyên pêvek jî hene. Çiya ji kurdan pîroz in. Lewma cihê kurdan ê ewle, wekî îroj, di van çeşnên wêjeyî de jî çiya ne. Ew bilindahiya heqîqetî jî tên pejirandin. Ji lixwekirinê bigre (deriyên pêşfireh ên jinên pîr) heta avahîsaziyan, kurdan giraniya çanda xwe ya heyberî şibandiye çiyayan.

Li Sîpan Xecê xewnekê dibîne. Di çandên kevnare de xewn, awayekî sêrê jî hatiye pejirandin. Di destanên kurdî yên din de jî teşeya xewnê heye. Xewn, dibe ku wekî çarenûsa ku jê rev tune jî hatibe nîşandan. Lewra piştî xewna Xecê, Siyabend radibe dikeve tevgerê. Rewş û bûyera bi gakovî re xwedî risteke taybet e. Di Gilgamêşê de jî Gilgamêş û Enkîdû bi hev re gayê Heyvê (qeyrana sersalî) dikujin lê piştî bûyerê Enkîdû dimire. Di Gilgamêşê de her du jî mêr in. Lê dibe ku ji ber taybetiya civaksaziya kurdî, egîd jin û mêr in. Lewre dayiksalarî li kurdan li pêş e. Ev bi awayekî janejîna kurdan a bi sedan heta ku bi hezaran salî jî tîne ziman; Siyabend tê ku gakovî bikuje û gihiştina evîna xwe misoger bike, bi awayekî ji aliyê gakovî ve ji zinar de tê avêtin. Di giyanewerên nêçîrvan de, qurbanê hilbijartî diviya ku nêçîreke serkeftî bike ji bo ku bikaribe zewaca pîroz pêk bîne. Lê nêçîrê pêk bîne jî dê di encamê de were qurbankirin. Dibe piştî ku Siyabend gakovî bêbandor dike lê ji aliyê gakovî ve ji çiyê de tê avêtin, xwedî vê honakiyê be. Siyabend ji Zinar dikeve ser darê. Dar di singê wî re diçe. Ev, divê ku çanda dara pîroz jî bîne ziman. Çandên nêçîr û dara pîroz ji aliyê heyamî ve ji hev cuda ne. Lê dibe ku di heyamên paşê de dar lê hatibe zêdekirin. Heta nîveka sedsala 20an jî, hema li her gundekî kevnare yê Kurdistanê van darên pîroz ku gel di demên bijare de diçûn serdana wan hebûn. Wekî taybetmendiya van çandên dêrîn, qurban li ser van daran jî pêk hatine. Dirika di sîngê Siyabend re diçe dibe ku ev yek be hatibe honandin.

Di hin awayên destanên kurdî de, mirina lehenga jin bi xumam e. Lewra jin weke bingeha jiyanê hatiye pejirandin. Mirina wê (bi taybet jinên ciwan) ji bo derûniya pêşerojê ya civakî baş nîn e. Îro jî ev bandor di xîmê civakî de heye. Lê di Siyabend û Xecê de (ji bilî hin awayên destanê) piştî mirina Siyabend, Xecê jî xwe diavêje ser darê. Lewra di çandên dualîtî de (heke ciwan bûna) ku jin bimira mêr, mêr bimira jin jî pê re dihat çalkirin. Ev baweriya domandina jiyanê ya li cîhana din bû.

Di Heyama Navîn de serpêhatiyeke wiha bi rastî pêk hatiye yan na, nayê zanîn. Lê serpêhatî honakî dixuyê. Ji honakîbûnê wêdetir, dibe ku kevneşopên giyaneweran ên bi hezaran, bi deh hezaran sal berê bin ku li gorî dem û çandan rewşên nû yên pêvek hildabin û gihîştibin roja me. Lê ji ber ku ketine rewşa destaniyê, bi honandineke şahane ya mêjûyê û wêjeyî hatine vegotin. Lewra di Siyabend û Xecê de ji ayîn û kevneşopên nêçîrvanan bigire heta du-sê sed salên dawî di nav xwe de dihewîne. Helbet berê jî nêçîrvanî dihat kirin. Lê kodên di vê destanê de ne nêçîrvaniyeke jirêzê ye, ayînên çandên nêçîrvan in ku bi hezaran sal in wekî çîrvanok, efsane, çîrok û destan tên vegotin. Di van destanan de du xîmên sereke hene; evîn û egîdî. Egîdî, hewldanên giştî yên civakî rave dike; di çandên nêçîrvanan de girtina nêçîrekê pîroz be, di Heyama Navîn de jî dibe berxwedana azadiyê. Têkoşîn û hewldana demê li ser çi be, egîdî ew e. Evîn jî di kesayetiya jin û mêr (du evîndar) de armanca vê têkoşîn û egîdiyê nîşan dide. Pêwîstî, dildarî, pîvan, piştevanî û jiyana ku li dora wan ava dibe wekî evîn tê ravekirin.