Koma Amed piştî 30 salan li Amedê bi tevlibûna sed hezaran kesan konserek li dar xist. Gel di saetên zû de li ber deriyên qadê benda têketina qadê sekinîn.
Lê ji ber têketina qadê ji aliyê polisan hatibû astengkirin girse bi seatan li benda ketina qadê hatin rawestandin. Bi hezaran kes ji ber ku nekarîn bikevin qadê, li pişt benda polisan konserê guhdar kirin.
Ciwan bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana ciwanan” ketin qadê. Pankartên “Berî her tiştî kurd im” û “Jiyan bi kurdî xweş e” hat vekirin.
Gelên ku qadê diyar kirin ku ew hatina Koma Amed serbilind in û anîn ziman ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fizikî azad bibe dê têkoşîna wan berdewam bike.
Li qadê ji bo dewletê gotin: “Ji bo gel pêvajoyê bawer be divê dewlet gav biavêje.”
Ji her bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê gelek kes ji bo konserê herikîn Amedê. Ji her herêmên Kurdistanê bi cil û bergên xwe yên Kurdî hatin qadê.
Hunermend Şivan Perwer, Hesen Şerîf, Hozan Şemdîn, Xelîl Xemgîn peyamên bi dîmen şandin û girîngiya bajarê Amedê û Koma Amed vegotin.
Malbata Rojîn Kabaîş a ku li Wanê hatibû kuştin tev li konserê bû û dovîzên ku “Ji bo Rojîn Kabaîş edelet” vekirin. Endamên Koma Amed ji li ser dikê ji bo Rojîn Kabaîş edalet xwestin û wêneyên Rojîn Kabaîş di ekranê de hat pêşandan.
Girse piştî konserê bi dirûşmeyan meşiya.
